Ne welat û ne xebat im

Article

Ne welat û ne xebat im

Ne ava û rojhelat im

Ne kole bixwe welat im

Ji lew mexlûqê Rehman im

 

Wî ez dame bi sozdarî

Bi tewhîda Xuda Barî

Bi ‘alem ra xweş û gorî

Go Ğeffar e meger ‘ebd im

 

Bi Quran be heq jiyan e

Di vê dunya şîrîn şîn e

Bi qencan re tev evîn e

Ji ğeyrî wan tercîh nakim

 

Me ne efkarê însana

Çigo pîstir ji heywana

Hemî şaş in ne rêzana

Bi Yasîn û bi Quran im

 

Eya dîndar melaw zana

Me be hefsarê dest wana

Te nadin pêş bi tu vana

Bi agahan gelek zanim

 

Bi wê rîh û bi wê şaşê

Tu gav navêy bi yoldaşî

Ne raste ew riya kaşî

Veribke bêje poşman im

 

De em herin ba Mûhemmed

Ew çêtire-j bav û weled

Xapandina dîn û cesed

Kengî rabe ev lam û cîm.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

M. ‘Ebdulletîf Neqşî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.