Birano! Qibla me bila yekbe

Article

Ey birayên Tirk û Kurd û ’Ereb û Faris û netewên din! Li hev bicivin û li cem hev rûnin. Ne ku yek li rast yek li çep. Çiqeys birayên we yên din jî hene wana jî hildin li cem xwe. Ne Selmanê Farisî, ne Suheybê Rûmi, ne Cabanê Kurdî û nejî Bilalê Hebeşî bi tenê bihêlin.  Nêzî hev bibin û xwe bigehînin hevûdû. Sefên xwe bişidînin weka safên nimêjê. Çawa ku Xweda wesfên we dide "Bunyanûn Marsûs” wek binaya kils û ber hevûdû bigirin. Da ku fitnebaz û fitnexaz nekarin fitnê têkin navbera we.

Hizir bikin; ji buna rêveber, qiral û melik ên xwe ên ne qenc; we bi hevûdûra şer û pevçûn dikir. Ji kerema Xwedê hûn ji hafa agirî hatin dûr xistin û Xweda ûlfet xiste qelbê we. Hûn ji hevdûra kirine bira. Dijbiratiyê nekin nebin nankorê vê ni’metê.

Birayên minê hêja Ji ber vê yekê neheqiyê li birayên xwe yên din nekin. Wana nizm û biçûk nebînin. Evê baş bizanin ê birayê xwe biçûk bibîne ev guneh jêra bes e. Eger tu “hem tirk, hem jî misilmanî; yan jî ji netewek dinî û misilmanî; bizane hem Kurd hem jî misilman, yan jî ji netewên din jî insan hene. Ji ber vê yekê yê kurdewariya xwe yan jî xwe bi netewa xwe bide naskirin, wî bi îmanzeêfîyê itham nekin û wî teslîmê bê îmana nekin.

Eva tu dibînî; ez jî kurdim. Belê Xweda şahidbe tu carî û li tu derî kurdewariya xwe min li pêş misilmantiyê ne xistiye... Ji ber ku neteweperest nînim ji hêla neteweperest ên kurda ve nizm û biçûk tême dîtin. Her wiha ji ber ku kurd im neteweperestên tirka jî min biçûk dibînin...

Birayê min ê ezîz! Nebî tu bikeve evê şaşiyê ku dibên “hemd ji Xwedêre em hemû tirkin”. Birastî şikurdarî tenê ji bona taybetiya îman û islamê lazime.

Tu! Birayê minê hêja ê Kurd! Bi sedan sale Pêşiyên te tenê dînê xwe li pêş her tiştî girtîye, ji ber vê meziyetê tawanbar û sûcdar têne dîtin. Ey birayê minê belengaz; ka guh bide min. Ezê heqîqetên ji Xwedê û ji Resûlê wî hatine, ji tera bêjim. Neko gotinên filozofên Xwedê nenas û komînîsta.

“Hûn giş xwe bi benê Ellah ê Banî bigirin û ji hev neqetin. Qenciya Ellah Teala ya liser xwe bi bîr bînin. Gava hûn ji hev re dijminbûn vêca hogirî xiste navbera dilê we, îcar hûn bi qenciya wî ji hev re bûn bira. Hûn li ser keviya dojehê bûn, xweda hûn jê xelas kirin. Herwiha Ellah Teala ayetên xwe ji we re diyar dike da ku hûn riya rast bibînin”. (Alî Îmran 103)

Jibîr neke; tu misilmanî. Te li ber çokên sehabên Pêxember îman aniye. Di şopa dîrokê de ên weka Mewlana Xalid ji bona dînê Xweda bilind bibe! Merd û ‘egîd perwerde kirine û ji te re bûne mamoste û pêşîvan. Evê berpirsîyarî ya xwe jibîr neke. Nebe ku wanê te tine dihesibînin tu biwan bixape û bikeve xeter û xeletiyê

Çi qeys kurdên ku tu biwan serfirazî! li jiyana wan binihêre. Tu wê bibînî tev bi İslamê serfiraz û serbilind bûne û tev ji bona serfiraziya İslamê xebitîne.

Belê ka binihêre ewên te kaş dikin li bal dojehê ve ka ji devê kîjan peyvekî bi xêr derdikeve? Kîjan ji bona dînê te dixebite? Ma tu nabînî çi anîne li serê qewmê te yê bi şeref û namûs; binihêre di demekî kin de ciwanên kurd anîne çi halî? Jinên kurda dibên êdî “em ne namûsa tu kesîne”...

Gotinên min ji tera pur hene bira. Belê ez dizanim ji bona tu gohdarî bikî jî tehemila hineka tuneye ku ez van gotina ji tere bêjim. Û ez dizanim tiştên ku tu jî ji minra bêjî hene.

Belê dizanim em mazlûmin, mustez’efin. Em inkar kirine, imha kirine, koçber kirine, şêx û pêşîvanên me ‘idam kirine, goristanên wan ji me veşartine, em cahil hiştine, em ji agirî avêtine deryayên kûr. Belê bizane me pêdivî li dorpêçkirina wan marên wan nîne. Ji litfa Xwedê keştiya Nuh di nav meda ye û kirasê Îbrahîm di destê meda ye...

Hûn ê din! birayên min ên Ereb zarên wanê ku bûne sebeba misilmanbûna min, zarên muhacir û ensarên pêxember! Gûman heye ku em ji we hiz nekin? Ka we çawa hiz ji Suheyb, Caban û Selman kir, we ew hemêz kir! Em jî bi wî awayî jiwe hiz dikin.

Werin em tev bigirin destê hevûdû. Dest nedin destê bîyanîya. Bi rastî em in xwediyû dostê hevûdûne. Firsetê nedin wanê ku dubendiyê têxe navbera we û berê we bidin hevûdû...

Her wiha şîa û sunnî, selef û xelef, teriqet, cema’et, medrese û mekteb, sazîyû partiyên islamî! Hûn çi dixwazin ji hevûdû? Ma nebese êdî ev berberî? Gelo ka em ji kêre dixebitin. Weka Samirî her yek jime golikek kiriye qıble ji xwere. Golika hineka mezhebê wane, a hineka teriqeta wane, a hineka cema’eta wane, a hineka şêxê wane, serokê wane, partiya wane, ’eşira wane, qewmê wane, malê wane, meqamê wane û herwiha. Bi rastî di vê hengâme de muwehîd pur kêmin. Ji bona vêye çawa ji qewmê Mûsa re Xwedê got “nefsa xwe bikujin” bi vî halê ku em dijîn; ez bawer im ji me re jî dibê nefsa xwe bikujin. Lewra em tev nefsa hevûdûne û îro em hevûdû dikujin. Misilman li tevê welatên misilmana de xwûna hevûdû dirêjin sebeb eve.

Evê baş bizanin dijmintî û dijberiya me ji me ra faydê naîne. Tenê dijminên me jê sûd û istifade dikin. Ewjî me dixapînin. Ewên ku xurafeyên berya islamîyetê ji were dîn nîşan didin baweriyê li wan neênin. Baweriyê neênin li wan xelaskar û Kehremanên sexte.

Tenê xelaskarî di islamêde ye. Îzzet û şeref tenê ya Xwedê û ya Resûl û ya bawermendaye. Emanetê Xweda bin bimînin di xêr û xweşiyêde

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê Kerbela me
Ê Li Pey AX HELEÇE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.