ÎNSAN

Article

Xwedê însan çêkirî
Bi sûret kamilkirî
Dev û lêv çav û birî
Çiqas şêrîne însan

Ev bejn û ev bal û qam
Ken û girîyû kelam
‘Ilm û hilm û him selam
Çiqas delale însan

Ew zarokê bêmecal
Weka çira şîrhelal
Bi dayka xwe ra heval
Çiqas mehsûme însan

Kenê zarokay ji dil
Qet nahêle derd û kul
Di gulzarê de bilbil
Ciqas balkêşe însan

Bi eşq û evîndare
Bi bîr û bi bawere
Bi rêyek dûrve dere
Her roj rêwîye însan

Her ku bîr dibe însan
Dev jê bernade şeytan
Bi weswesew xeyalan
Gelkî diêşe însan

Yan wê başiyê bigre
Yan xerabiyê bigre
Her kîjan rêyê bigre
Bi îradeye însan

Him hişk û him jî nerme
Him sar û him jî germe
Carna bêdenge terme
Bi hêlek hale însan

Carna dibe gunehkar
Carna dibe tobedar
Carna dibe şermezar
Gelek ecêbe însan

Ew digrî gul hişk dibe
Dikene gul vedibe
Dil miqabilî dil dibe
Bi ken û girîye însan

Ji dil evînda rdibe
Dîn û him sewda dibe
Wek Memê Alan dibe
Pir evîndare însan

Şên be her der gulistan
Çiya jêr dibin zozan
Jê tê dengê bilbilan
Gulzare dilê însan

Di qehere kor dibe
Weka agir sor dibe
Merhanet jê dûr dibe
Dibe cinawir însan

Hêlek wî jî qabil e
Hêlek wî jî habîl e
Hin dîne him baqile
Çiqas xerîbe însan

Çi zengîn be çi feqîr
Çi ğulam be çi jî mir
Ya serbilind ya heqîr
Qetî wê bimre însan

Di ser ‘ewra difire
D-binê behra dihere
Serhişke pir bê‘are
Çiqas xerîbe însan

Ev barê gelkî giran
Ne hilgirtiye çîyan
Ji ğeyrî ademîyan
Çiqas d-‘inite însan

Rebbê xwe jibîr dike
Herdû çavan kor dike
Xwej heqiyê dûr dike
Çiqas nankore însan

Şev û roja bi gazî
Nizane çi dixwazî
B'halê xwe nabe razî
Pir bigazine însan

Jibo dinê rih dide
Barê giran l-mil dide
Sekn û hedan qe nade
Pir timakare însan

Hewcedara j-bîr nake
Xwe jibo wan kar dike
Parîyê xwe par dike
Û pir comerde însan

Xwedê daye wî eqil
Daye wî him çav û dil
Gelo jibo çi xafil
Dimîne hewqas însan

Ev qencîyên bêjimar
Bağ û bostan û dewar
Ellah didime her car
Ma qey nabîne însan

Daye resûl û kîtab
Nî'met bê hed û hîsab
Qelem ziman û xîtab
Naşikirîne însan

Çi şaqîyû gunehkar
Çi xerab û şermezar
Li hêvya tene Ğeffar
Lew ‘evdê tene însan

Xelas nabe tu caran
Bê lutfa te ey Rehman
Ji zor û tengasîyan
Qet der nakeve însan

Ya reb veke çavê me
Him ziman û dilê me
Rehmê bike tu li me
L'Ber rehmateye însan

Ya reb ma ne ji te be
J-lutf û kerema te be
Ji rehm û ‘efwa te be
Gelo wê çibke însan

Ezîz dû dirêj neke
Xwej rastîyê dûr neke
Mirin qet ne heneke
L'dinyê mêvane însan

 


Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê Dinya Warê Xerabe Ye
Ê Li Pey Werin Ji Me Re Bêjin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.