‘HERF Û NOQTE – 1

Article

Ziman ji destpêka hebûna însanîyetê ve heye. Meriv dikare bêje nivîsandin jî ji destpêka însanîyetê ve heye. Lewra însan û pêxemberê ewil, bavê însanîyetê ‘Hz. Adem (‘e.s) bi ziman derdê xwe ji Rebbê xwe re gotîye, dema hatîye şandin rûyê erdê jî, jê re 10 rûpel fermanên Xweda hatiye şandin û li gorî wan fermanan tevgerîyaye. Bi pirbûna însan û qewman jî ziman ji hev cuda bûne. Dibe ku ziman tev bi ‘Hz. Adem hatibin hînkirin û her qewmek li gorî zimanê xwe xeber dabe û dibe ku ziman tev ji zimanê ‘Hz. Adem derketibin û belav bûbin.

Lê tiştê qet’î ewe ku xeberdan berî nivîsandinê tê û xeberdan û ziman nîmeteke pir mezine ku Xweda ev qencîyê bi însanan kirîye. Însan bi ziman û xeberdan li hev dikin, ji hev fêm dikin, derd û meqseda xwe dibêjin, fikr û hîssîyatên xwe tînin ziman, armancên xwe pêk tînin. Însan bi ziman û xeberdana xwe ji heywana bilindtir û qîmettire li cem Xweda. Zimanê heywana jî heye lê pê xeber nadin. Di Qur’ana Kerîm de emrê ewilî yê ji pêxemberê me ‘Hz. Mûhemmed (s.‘e.w) re hatiye şandin “Îqre - bixwîne”ye.  

Ziman rewş û rengê millet nîşan dide, li gorî bîr û bawerî û jîyana millet rengîn dibe, li gorî şert û rewşa coğrafî, civatî, ‘urfî, exlaqî, ekonomî, şaristanî xwe nû dike, yan jî diguhere. Lê rêzik û qa’îdeyên ziman li gorî zimanê millet tê meydanê, ne ku ziman li gorî qaîdeyan teşe digre. Her wiha çi biçûk çi mezin her însan ji hînbûna zimanê dayikê re musaîd e. Lewra Xwedayê Tea’la însan weha xuliqandîye, yanî hînbûna zimanê dayikê tiştekî fitrîye. Alfabe û nivîsandina milletekî jî dîsa rengê wî milletî nîşan dide. Alfabe û nivîsandina milletekî li gorî ya milletekî din bê guhertin, ewê gelek kêmanî û zehmetî biqewime hem li ser xeberdana millet hem jî li ser jîyana millet. Lewra bi vî awayî ji milletê alfabe û nivîsanadina wî bê guhertin tê xwestin ku xwe li gorî milletekî din rengîn bike, xwe têxe bin kirasê wan. Ev jî zor û zulm e.

Li Tirkiyeyê piştî cimhûrîyet hat avakirin, bi inqilaba ‘herfê alfabeya ‘Usmanî hat guhertin. ‘Herfên ‘erebî hatin hilanîn û di dewsa wan de ‘herfên latînî hatin dayîn. Di şevekê de millet bû cahil. Millet ji ‘ilm û zanînê, ji xwendin û mazîyê hat mehrûmkirin. Kitêb û eserên ku bi ‘herfên ‘erebî hatibûn nivîsandin, hatin yesaxkirin. Li însana nivîsandina ‘herfên latînî û qa’îdeyên xwendina wan hate ferzkirin. Bi ‘hewl û qanûnê, ‘herf û nivîsandina ku rewş û rengê millet bû, li gorî fikr û zihnîyeta ğerbê hate dîzaynkirin. ‘Herfên ku di alfabeya latînî de tune bûn, yan jî nivîsandina wan, dengên wan bi ‘herfên latînî nedihatin nivîsandin nehatin qebûlkirin. Bi carekê ve bi hezaran eserên kitubxane û medreseyên ku çavkanîyên zanînê, rengê şaristanîyê û serbilindîya li nav milletan bûn, bêqîmet bûn, mehkûmî tunebûnê bûn, ketin bin toz û kadînên tarî. Kewwar û kadîn bi salan bi bîna ‘hubra wan helmijîn. 

Bi vê inqilaba ‘herfê, medreseyên Kurdistana bakur jî yekser zirar dît. Xwendina li medreseyan pir dijwar bû. Kesê cesaret bikira biça li medreseyan bixwenda û ‘alimê ku cesaret bikira ders bida feqe û xwendekaran, bi sed kul û derdî xwe didan ber zor û cefayan. ‘Heta dewrekê xwendina latînî - pirê wê bi meqseda ku destekê nedin ‘hewlên dijminantiya dîn û millet - wek ‘heram hat dîtin di nav ‘aliman de, lewra bi ‘herfên latînî, ‘urf û adetên gawiran jî bi wan bizorê didan qebûlkirin û ji wan dixwestin ku li gorî alfabeya ğerbê binivîsînin. Her çiqas li ber vêya diberxwe dan jî, xwendin û tedrîsa bi ‘herfên ‘erebî bere bere kêm bû, eserên li pîyasê marûzî wendabûn û bêqîmetbûnê bûn. Milletê ku bi sedsalan bi helbest û qesîde û mewlûdên şêx û aliman di bağ û bostanê Îslamê de hatibûn xemilandin û kemilandin, ji wan mal û hêjayên xwe mehrûm dima. Nivîsandina kitêban roj bi roj kêm bû. Millet û ‘alimên ğîretkêş ketin cehd û ğîreta sitirandina dîn û îman û namûs û hîcab û mûshafê.

Xwedî û piştevanîya zimanê kurdî, eserên Kurdî û nivîsandina bi Kurdî medreseyên welêt bûn, ‘alimên van medreseyan bûn ku di wan de ders didan û hinek mîr û begên welêt bûn ku pirê wê ji bo navûdengîyê be jî li evan medrese û ‘alimên wan xwedîtî dikirin. Bi sedsalan helbest û eserên Kurdî bi saya wan gihaştibûn wê dewrê. Feqet piştî ku cimhûrîyet hat avakirin, li Tirkîyeyê teqlîdkirina jîyana ğerbê hat destpêkirin. Bi danîna ‘herfên latînî û bi vê qanûnê vekirina mekteban, millet ji çavkanîyên ‘ilm û edebî dûr kir. Di vê heyamê de hinek kesên ku ji hêla qewmî ve ji cimhûrîyeta Tirk a nû nerazîbûn lê ji hêla fikrîyatê ve ew jî wek Kemal terefdarê jîyana modern bûn, dest bi tevgerên mîllî kirin. Hinek kesên ku berîya cimhûriyetê yan jî piştî cimhûrîyetê revîyabûn derveyê welêt, li Rûsyayê li Ewrûpayê û li Sûrîye û Lubnanê bi cî bûn, bi herfên latînî dest bi nivîsandina Kurdî kirin. Di vê dewrê de gelek kitêb, kovar û rojnameyên Kurdî yên bi herfên latînî derketin. Jibo alfabe, gotinên pêşîyan, îdyom, gramer, rastnivîsîn, çîrok, mesele û metelok, hîkaye, dîrok û ferhengan xebat hatin kirin, meqale hatin nivîsandin. Jibo zimanê kurdî her çiqas feydeyên wan hebin jî, hinek zirar jî bi xwe re anîn. Lewra kesên li ser îdeolojîya bêbawerî û çepgîr, kesên ğerbîxwaz û sekuler, li gorî şertên ‘alema ğerbî fikirîn û xebatên xwe kirin. Bi vî awayî:

1- Dijminantiya Îslamê kirin. Digel dijminantiya bi ‘eqîde, emr û tarîxa Îslamê re, bi salan îddîa kirin ku dînê Îslamê nehiştiye Kurdî bipêş bikeve, jiber Îslamê Kurdî zimanekî bêxwedî bûye. Dîsa îddîa kirin ku ‘Hz. Omer kurd tev qetil kirine. Îro çavkanîyên ‘alema Îslamê û ‘alema ğerbê jî eşkere dikin ku ev îddîa pûçin. Lewra Kurd bi mislumanbûnê hînî nivîsandin û mektebê bûne û dest bi nivîsandina kitêban kirine di medresan de, bi vî şeklî zimanê kurdî ‘heta roja me hatîye parastin. Bê gotin ku berîya Îslamîyetê berhemên kurdan hebûne jî, negihaştine dewra mislumanbûna wan. Di heqê vê yekê de di hinek kitêban de çend xeber û hinek herf hatibin nîşandan jî, jixwe di dewra mislumanbûnê de kurd ji xwendin û nivîsandinê gelek dûr bûn. Piştî ku misluman bûn, bûn xwedî mekteb û dewlet jî û di dewra Selaheddîn Eyyûbî de bûne împaratorî jî.

2- Bi vê dijminantiyê xebatên ku ji zimanê kurdî peyv û gotinên Îslamî, ‘erebî, farisî, osmanî derxin kirin. Di vê ‘hewlê de jî Kemal û zihnîyeta wî teqlîd kirin. Di kurdî de di şûna wan peyvan de xwestin ku peyvên nû pêk bînin. Di netîceyê de peyvên ku bi sedsalan bû bûbûn malê kurdî, jê derxistin. Kurdî rûçikandin, dewlemendîya kurdî kêm kirin û hinek peyvên ku ne li gorî rûhê kurdî bûn deranîn. Lê belê ji zimanên ecnebîyên ğerbî stendina hinek peyv û kelîmeyan, nekirin ğem û derd û ji wan zimanan gelek peyv stendin. Hin kes vê zihnîyetê hê jî didomînin.

3- Alfabe û gramer û rastnivîsîna kurdî jî li gorî zimanên ğerbî xwestin lihev bi’edilînin. Terîm û tabîrên gramerê li gorî zimanên ecnebî beyan kirin. Alfabeya kurdî jî li gorî wan alfabeyên ecnebî ‘edilandin. Di encamê de herfên alfabeya kurdî hindik bûn, cumle û peyv li gorî wan zimanan bihev ve hatin girêdan. Jixwe ev di tirkî de jî hatibû kirin. Çawa di tirkî de ğeyna ‘erebî kirin g, “h, ‘h û x” yên ‘erebî tenê bi “h”yê hatibûn nîşandan (Xaliq -navê Xwedê- halik nivîsandin), evana jî ‘h û ğeyna ku di kurdî de hene, bi “h” û “x”yê nîşan dan.

Di ziman de pirbûna dengan, ji hînbûnê re nabin problem. Îro di zimanê Îngîlîzî de nêzî 80 deng hene, belkî zêdetir jî û jibo hînkirina vî zimanî nabe pirsgirêk. Jixwe kurd çawa ku misluman bûn, ‘herfên xwe yên kurdî û ‘herfên alfabeya ‘erebî tev bikar anîne. Pirbûna ewqas ‘herfan û dengan, ji xwendin û nivîsandinê re nebûye pirsgirêk. Eger derdekî weha hebûya û paqijkirina zimanê kurdî ji peyv û gotinên ‘erebî û osmanî dozeke meşandinê ba, ewê di serî de Şex Ehmedê Xanî bimeşanda û jibo zarokên kurdan “Nûbihara Biçûkan” û kitêbên ‘aqîdeya Îslamê, ‘aqîdeya îmanê nedinivîsandin.

Piştî vê destpêkê li ser hinek deng û ‘herfên kurdî meriv dikare van meseleyan bîne ziman: Di kurdî de herfên “ç, k, p û t” bi du dengî tên xwendin. Hinek mîsalên wan li jêrin:

Ç (jidandî): Çal, çem, çar (perçê qûmaşê), çikandin (tîk kirin), çêlek, çav, çêr, çil (nefsok), çikandin (av çikîya). (nejidandî): Çar(reqem), çand, çol, çê, çil (reqem), çend

K (jidandî): kar (heywan), kelem (strî), kej, kevok, kêr (jêhatî), ker (kesê deng naçê), ker (perçe), kêl (dirûtin), kor (kesê nabîn), kul (birîn), kur (bayê kur), kur (traş, qusandin), kur (ewlad), kur (heywanê guhên wî/wê pir kin), kêm, kal (yextiyar), kevir … (nejidandî): kar (xebat-kelîme nêre), kar (qezenc- kelîme mê ye), kelem (lehane), kêr (amûrek birînê, kêra tûj, kêra ko), kûr (bi berjêr ve, çala kûr), kêl (rex), ken, kal (fêkiyê hê baş negihaştiye), kiras….

P (jidandî): Par (sala borî), pêrar, poz (bêvil), pez, pey (li paş), peyv, pêl (binpêkirin),  pîvan, peyivî, pîjê kevirê pan … (nejidandî): Par (Parçe), per (rex), poz (resîm), peşk (beş), pûrt, pêl (mewc),  piştî, pûç, paldan, per û bask, peşk (niqut), pişt.

T (jidandî): Tarî, ta’l, ta (benik), tolaz, tor (kesê gewî), ter (heşîn û teze), term (laş), tûj, teng (ne fireh), tevdan (tevir kirin), tevizîn, tîn (germî), terk (qelişîn) …. (nejidandî): Tarîx, ta (nexweşiyek), term (terîm), tîn (reşbûn), tim, tor (tora masiya), terk (terikandin, devjêberdan), teng (kêlek), tev (hemî), tîbûn, teşî, têr (çewalê li ser heywan), têr (ne birçî), têr (biqîm), tevdan (tevlîhevkirin) …

Meriv dikare evan herfên jidandî bi şeklê îtalîk, bolt an jî bi şeklekî cûda binivîsîne jibona ferqîyetê. Lewra ji mîsalan jî eşkere dibe ku hinek kelîmeyên nivîsîna wan yeke, bi deng û xwendinê jihev ferq dikin. Kesê bi kurdî dipeyive, ferqa wan ji hev derdixe, lê kesên bixwazin kurdî hîn bibin ewê nizanibin ferqa wan û teva bi awayî nejidandî bixwînin ku wê di xeberdanê de gelek caran zelalî û safbûna kurdî xera bibe û kêmasîyê çê bike. Hemî welatên ğerbê jibo dengên herfên xwe ya herf û sembol bikar anîne yan jî hinek herf anîne ber hev.

Di derxistina dengên “x” û “ğ”yê de jî ferqîyet heye. Herdû herf jî xas di kurdî de hene. Nexasim hinek mîsalên bi “ğ”yê li jêr hatine dayîn. Heger kelîmeyên ku ji ‘erebî derbasî kurdî bûne meriv bide serhev, hejmareke mezin peyde dibin. Jixwe belkî ji 600-700 salî zêdetir ev herf hatine bikaranîn. Her wiha ‘herfa ‘hyê jî di kurdî heye û hinek mîsalên wê û ferqîyeta wê ya ji “h” yê jî li jêr hatine dayîn. Bi vî awayî ev herdû herf belkî ne kêmî herfa “u”yê tên serifandin. 

Ğeyd, ğem, ğela, ğewirîn (bêhişketin), xew (razan), ğelet, Ğenîy (Navekî Xwedê), xanî (mal), ğar (hicûm), ğarandin (êrîş birin), xar (strî), ğef (gaf), xef (dizî), ğîz (xiril), xîz (xêz kirin), ğur (zikê wî dike ğureğur, ğurînî), xur (lingê wî duxrê, xurînî), ğazğazok (heywanek), ağa, ğeddar, ğezal, ğureğur, ğezeb, meğel, zeğel, leğer, êlağ (meydana fireh a heywan lê meğel dibin), Qoğî (Navê gundekî), Qerejdağ, ğayz (ğayzîbûn), kağiz, sağ, ğulğul, ğelet (şaş), xelat (werîs), dilğelandin...

H (nejidandî): Hêl (alî), hatin, hesp, heman, hîn (hê), hol (meydan), hino hino, herî (-tirîn, herî baş, baştirîn) H (jidandîye, ji qirêkê der tê) : Hal, hêl (hêz, qûwet), hemî, hemandin, hîn (‘elimandin), hol (bi jor ve hopkirin), hine, herî (axa pir şil), helal, hamî, Hezretî Muhemmed(‘e.s), hilî (keçhilî, berxa hilî), helîn (helandin), lehpek, heyf, hezkirin, hezar (1000), hewn (sebr), hewandin (‘ezimandin), hewce, heb (tene), hewş, holik (ciyê jibo sîyê hatiye çêkirin bi devî, çilo û pelan), dehkere (mesele), henek, henûn (nerm), hemmal, hedûr (hizûr), heydar (agahdar), heft, qehwe, hebûb (kaya hebûb), hût, horî, qehreman, hersim (arsim, hê nebûye tirî), hewr (navê darekê), hesîl, heps, hewl ….

Dîsa ‘(eyn) jî di kurdî de heye û tê bikaranîn. ‘(eyn) tê ser herfên dengdêr a, e, i, î, o, u, û. Wan hinekî tûj û dirêj dike. Hinek mîsal evin:  ‘Alim, şî‘ar, şe‘ar... ‘Elî, ‘emel, ‘esr, ‘ewr, ‘ebr... ‘Işq, ‘ilm, ‘irq.. ‘Îbad,  î’tîqad.. ‘orîna devê, si‘or (heywanek).. ‘urf, ‘umir, şi‘ûr,

Ev ‘herf di ziman û xeberdana gel de hene, di peyvê de tên bikar anîn. Di Zazakî û Soranî de jî ev herf hene. Her wiha di Soranî de bikaranîna herfên ‘erebî, serifandina wan nabe pirsgirêk. Ji ber vê yekê, nabe ku zimanê Kurmancî ji wan xalî bimîne. Bi herfên ‘erebî di nivîsandina van herfan de gelek kêmasî tê çareserkirin…

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê TÎŞORTA SOR
Ê Li Pey AĞÊ KEJO

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.