HALÊ UMMETA ÎSLAM

Article

Îro li tevê cîhan

Mustez’efin misliman

Ya Reb hewar, el eman!

Azad ke ehlê îman

 

Ya Rebbena, Rebbena

Xwedyê jâr û rebena

Nehêl tenê mu’mina

L’ ber neyar û dijmina

 

Eva serê sed sale

Ku ev ummet dinale

Ketîye xwar bêhale

Hêstrê çe’va dimale

 

J’ îxtîlafî-w nezanî

J’ feqîrî yû xizanî

J’ bêkêrî yû kislanî

Hat ser me perîşanî

 

Li Sûrîyû Kurdistan

Li Filîstîn û Lubnan

‘Iraq, Mısr û Araqan

Agir disoje cergan

 

Baranekê bibarîn

Agrê nav me vemirîn

Rake j’ nav me qehr û kîn

Neherike bera xwîn

 

Bike yek mislimana

Hem dewlemend û zana

Xelasîyê bid wana

J’ xefk û qeydê şeytana

 

Destê zalim bişkîne

Wan bi hevdu bixîne

Quwweta wan bistîne,

Wa j’ nava me derîne

 

M.Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

 


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Birane Em
Ê Li Pey Newroz û Bıhara Me Ye Îslam

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.