SÊ KOM AX

Article

Wezîr ‘Asim li mala xweye. Kincê xwe li xwe dike. Taştê dixwe. Hinekî bikêfe. Difikire gelo ka bê çi bike. Ji xwe re dibêje Ê madem îro te’tîl û rehetiya mine, ezê derkevim dervê bajêr, bi hawê îro derd û kulan nebihîsim. Ji malê der tê. Kincekî ğerîb li xwe kirye. Jilew zêde nayê naskirin. Di kuçan de, di nav însanan de derbas dibe. Gava ku diber bexçan re derbas dibe, çavê wî li beranê padîşah dikeve. Di nava bexçên xelkê de çawa bi serbest diçêre, digere. Wezîr dinêre kes li dora wî tune, ji xwe re dibêje: Padîşah bi vî awayî neheqî li xelkê dike. Beranê xwe bera nav bajêr daye. Li ku bixwaze li wir diçêre, digere. Kes nikare ‘eleqa xwe jê bîne. Ê ku beran biqewrîne yan jî zirarekê bidê, ewê bê cezakirin. Ma ev însaf û ‘edalet e yaw? Madem tu ji beranê xwe pir hez dikî, wî di xaniyekî xweşik de, bi gîha û çêra teze û rind xwedîke. Nator û bekçiyê ber destê te ne hindikin.” Dûre bi hawê ser guhê xwe re bavêje, dibêje Eeeh! Çi ji min re? Tu dibê qey bi serê min maye. Radibe diçe, rêya xwe dewam dike.

Beran ji bexçekî derdikeve, dikeve bexçekî din. Xwedyê bexçe digel zarokên xwe, li nav bexçe dişuğulin. Kurê zilam dibêje Bavo! Heywan ket nav bexçe.. Kiş kiş. Ho ho! Mîrat! Hem diqîre hem jî kevir davêje beran. Bavê wî diğeyde û dibêje Hiş be kurê min! Bila kes pê nehise. Beranê padîşah e. Kesê zirarê bide beran, ewê bê cezakirin. Bi kurê xwe digre, nahêle tiştekî bike. Ji dûr ve du eskerên padîşah jî hêdî hêdî dimeşin, bi wî alî ve tên. Zilam ji xwe re dibêje    Xwedê kir ku em nedîtin. Ewê em tev ceza bikrana.

Wezîr bi gerê derdikeve dervê bajêr. Hinekî betiliye. Dixwaze here ser kaniyê, here bin hênkaya siya daran. Dere nav bexçe. Du heb meriv jî li wir dixebitin. Silavê li wan dide. Diçe ser avê. Her dû zilam silavê lê vedigerînin û xeberdana xwe dewam dikin. Wezîr piştî avê vedixwe, li wan dihesîne.

KESÊ 1. : Ji esl û feslê re ‘îlm û zanebûn divê. ‘Îlm û zanebûn, ‘emel û siyaset dixwaze. ‘Emel û siyaset, kakinya heq û ‘edalet dike. KESÊ 2. : Ji heq û ‘edalet re, hêz û hîmmet hewceye. Hêz û hîmmet jî şefqet û xîzmeta jibo millet dixwaze. Xîzmet jî divê lîllah jibo Xweda be. ASIM: Gotinê we pir bi me’nebûn. Ev hûn ‘êrif in, hûn serraf in, hûn kînin? KESÊ 1. : Em rebenê Xwedênin. Tu dibînî em ji xwe re dipeyîvin. ASIM: Na xêr! Evana naşbin peyvê belengaz û rebena. Niha çi durr û gewher di we de hene hew Xwedê zane. Ka hela ji vî rebenê Xwedê re jî bêjin. Kesê bi esl û fesl herhalde padîşahe. Gelo padîşah yekî çawaye? KESÊ 1. : Kesê çû ser text, divê pê re hebe bext. KESÊ 2. : Çawa ji yê berya wî hatiye sitendin, ewê ji wî jî bê sitendin dema biqede mî’adê wî çi wext. ASIM: Ji peyva xweş re îtîraz tuneye. Lê gelo wezîr û siyasetmedarên padîşah çawanin? KESÊ 1. : Li ber dilê padîşah canone, lê bi rastî nanone, danone û şanone. ASIM: Ha ha ha! (Hinekî dikene) Ev tiştekî pir ğerîb bû. Min pir meraq kir. Gelo çawa dibin cano, nano, dano û şano? KESÊ 1. : Xwe bi padîşah dane hezkirin. Bi vî awayî li ber dilê padîşah bûne ‘ezîz û cano. KESÊ 2. : Ger girtin qîmeta dinyê ji her tiştî bêtir, dibin nano. Ew çax ji bextewariya padîşah û xelkê zêdetir, li menfîeta xwe dinhêrin. Wezîr her car bi serê xwe weka tesdîq bike dibêje ‘Hiiiii’

Di nava suhbetê de 1.Kes bi tevriyê xwe hêdî hêdî 3 kom axê dide ser hev. ASIM: Lê çawa dibin dano û şano? KESÊ 1. : Ji ber menfîeta xwe, hêsîrê destê padîşah in. Padîşah ku xeteyê wan bibîne, weka kutandina dano wan ceza dike. KESÊ 2. : Dûvre jî weka tîyatro û şanoya, li ber çavê xelkê wan rezîl û zelîl dike ji bo ji kesê din re bibin ‘îbret. ASIM: Way li min! Hûn rebenê Xwedê, çawa şol û şuğlê padîşaha dizanin? KESÊ 1. : Lê padîşah jî tev ne yek in. Kesê bi ‘edalet û xîzmeta lîllah be, Xweda qedr û dengê wî bilind dike. ASIM: Ew jî were ye. (Berê xwe dide sê kom ax û dipirse) Gelo ev sê kom ax çinin? Em sê kesin, her yek axa me yekîye? KESÊ 1. : Na na! Ev koma axa ewil, li serê wî kesî be ku sirrê xwe ji jina xwe re dibêje. ASIM: Tiştekî ‘ecêb e. KESÊ 1. : Koma axê ya duda, li serê wî kesî be ku bîr û baweriya xwe bi erkanê dewletê tîne. ASIM: Ev jî ‘ecêbe. KESÊ 1. : Ev koma sisiya jî li serê wî kesî be ku qûta xwe ji eqreba dike. ASIM: Tiştên pir ğerîbin evana. Ez bêjim ne wilo ye, nizanim. Berî hinga we tiştên xweş digotin. Ya qenc ez van tişta biceribînim. De haydê bi xatrê we gelî rebenên Xwedê.

Wezîr vedigere diçe nav bajêr. Beranek wek beranê padîşah dibîne û distîne. Tîne dixe axur. Di wir de xwedî dike. Paşî diçe beranê padîşah jî didize û dixe axur. Dûvre ji jina xwe re dibêje Vaye min beranê padîşah diziye. Emê serjêkin û bixun.”JINIK: Tu çi dibêjî? Padîşah pê bihese, ewê te bikuje. ASIM: Heger tu ji devê xwe dernexe, kes pê nahese. JINIK: Ezê çawa bêjim, çawa kuştina te bixwazim? ASIM: Ew çax ezê beran serjêkim û gazî hinek dostê xwe jî bikim.

Wezîr beranê kirîbû digro, sor dike. Gazî hevalên xwe yên wezîr jî dike. Li malê bi hev re dixun, vedixun û suhbet dikin. Gava Asim qehwê tîne, WEZÎRÊ 1. : Birayê ‘Asim! Ev çi zehmet bû te kir, ne hewce bû. ASIM: Ka çi bûye? Ev çend sale em bi hev re dixebitin. Em carekî werne bahev ma qey pire? WEZÎRÊ 2. : ‘Asim rast dibêje. Em bûne birayê hev. Muhbeta me hem xweş hem jî lazim e. ASIM: Tengî heye, firehî heye. Zehmetî heye, rehetî heye. WEZÎRÊ 1. : Divê em di her halî de piştevaniya hev bikin. WEZÎRÊ 2. : Çawa! Him jî divê ji herkesî bêtir. WEZÎRÊ 1. : Em dost û hevkarê hevin. Divê tu carî em hevûdin bi tenê nehêlin. ASIM: Baş e. E jî wilo dibêjim. WEZÎRÊ 2. : Pênc rojê dinyê zû diqedin, lê qedr û qîmeta dosta naqede. WEZÎRÊ 1. : Xisar û ketî ew e ku meriv dost û birayê xwe jibîr bike. WEZÎRÊ 2.: Mêr diçe, nav û meydan dimîne. Ti derdê dinyê divê nikari be dostaniya me biqurifîne.

Suhbeta xwe diqedînin. Wezîr xatir dixwazin, radibin diçin.

‘Asim rojekê diçe ziyareta merivekî xwe yê nexweş. Meriv û civat li wir hazirin. Hinek yextiyar hinek jî navserene. Xêr hatin lihev dikin. ‘Asim halê nexweş dipirse. Dûvre dest bi muhbetê dikin. . KESÊ 1. : ‘Eferî ji te re xwarziyê min! Weha merivê xwe bipirse. KESÊ 2. : Pismamê ‘Asim! Xwedê ji te razî be. Ji aliyê merivaniyê tu bêqisûrî. Em kes nikar in ji te gazina bikin. KESÊ 3. : Şopa camêriya bavê xwe dimeşîne. KESÊ 4. : Em çi bikin jî, em nikarin ji bin mineta xêr û qenciyê bavê wî derkevin. . KESÊ 1. : Xwarzê! ‘ASIM: Keremke xalê hecî! . KESÊ 1. : Me bihîstiye ku padîşah ji bo zîra’et û ‘imarê, araziya bi îcarê dide millet. ‘ASIM: Belê xalê hecî! (Koma axa jibo meriva tê bîra wî) Heger hûn bixwazin ezê ji we re ‘eyar bikim. . KESÊ 1. : Xwarzê, tê qenciyeke mezin bi me bikî. Bila xêra dê û bavê te be. KESÊ 2. : Xwedê û pêxember ji te razî be. Tu çavê meyî. KESÊ 3. : Zaryê birayê rehmetî Hecî Xalid, heyran ji berê de baş in. ASIM: Bi îzna we be ezê rabim. Dîsa Xweda şîfa û silametiya xêrê bide. De bi xatrê we. CIVAT: Oğra xêrê be. Emanetî Xweda be. (Radibe derdikeve)

Rojekê wezîr li malê ye. Di odê de rûniştiye. Difikire. Carekê lê hayî dibe ku di sitûyê xanima wî de qolyeke zêrînî mezin heye. Pir diqehire. Diqîre. ‘ASIM: Xaniiiim! Ew çi qolyeye? JINIK: Min çû kirî! ‘ASIM: Bê min tu çawa diçîw dikirî? Hew Xwedê zane ku bi çiqas pereye. JINIK: Ma çi bûye? Kêfa min jê ra hat, min jî sitend. ASIM: Tê here vegerîne. Têrxwarin li serê me nexistiye? JINIK: Ez venagerînim. Tê herî bi serê xwe beranê padîşah serjêkî, tiştek pê nayê. Lê gava ez herim ji xwe re qolyek bistînim dibe qebehet ha! ‘ASIM: Tew zimanê te jî dirêj bûye. Ezê bi kêrê ji binî de jêkim. (Baz didê. Jina wî jî direve û di kuçê de diqîre) JINIK: Ha hoooo! Wezîr beranê padîşah serjê kiriye. Dixwaze min jî bikuje. Haa hoooo!

Însan li wan dicivin. Du heb leşkerên padîşah bi wir ve tên. Gotina jinikê dibîhîsin û hema di cî de ‘Asim girê didin. Asim ji xwe re dibêje “koma axê ya ewil rast bû” Gava leşker bi milê wî digrin, wî kaş dikin û dibin, ji wan re dibêje “Ez ‘Asimim, wezîrê padîşahim.” Lê tu leşker, li wî guhdarî nakin. Di rê de, di nav lepê esker de, ‘Asim dibîne ku merivê wî li rexê rê sekinîne. Dilê meriva bi wî dişewite, lê ji wan tu kes newêre alîkariya wî bike. ‘Asim li wan dinêre û ji xwe re dibêje “koma axa duda jî rast bû” Di birinê de hinek ji însanê li hawêrdor wan kom bûne ji hev re dibêjin Evyax ma ne wezîrê padîşahe?”Erê wezîr e.” “Çima wî girêdane? Sûc û gunehê wî çiye?” “Beranê padîşah serjê kirye.” “Tu nebê sûcê wî girane. Divê bê kuştin. Hinekî din jî weha diqîrin.Bikujin! Kesê beranê padîşah serjêke, ceza wî kuştine.” “Tew wezîre jî. Hew Xwedê zane bê çiqas xerabiyê din kirne.” “Qaşo ji bo wî digotin çiqas baş e. Ji zalima re nehêlin. Bikujin.” “Ma qey te bi me’aşê xwe têr nedixwar? Tu rabû çû te beranê padîşah serjêkir.” “Ceza nankora daliqandine, bikujin!

Asim dibin meydanê. Serleşker ji eskera dipirse: Sûcê wî çiye we girtiye?” “Beranê padîşah serjê kirye.” “Şahidê we kiye?” “Jina wî eşkere dike.” “Heta padîşah di heqê wî de qerarek bide, li vir bisekinin.” “Ser çava! Serleşker diçe. Ji ber ku herkesî bihîstiye, wezîrê din jî tên. Li halê Asim dinhêrin. Di şûna wê merselê sağkin, rastiya wî fêm bikin, radibin weha dibêjin. WEZÎR: “Ma bi rastî wî, beranê padîşah serjê kirye? LEŞK: “Erê! Jina wî xeber da.” WEZÎR: “Ê kû beranê padîşah bikuje, ceza wî kuştine!” “Destdirêjiya beranê padîşah, neqebûlkirina hukmê padîşahe.” “Însan encax dîn û kêmaqil be, dikare beranê padîşah serjêke. Serleşker tê û dipirseWezîr ‘Asim! Tu qebûl dikî kû te beran serjê kirye?” ASIM: “Min beran serjê kirye. (Serleşker dîsa diçe. Wezîr îja weha dibêjin) WEZÎR: “Ma qey nizanîbû ceza vî sûcî daliqandine? Kuştin heq kirye.” “Cezayê kesê weha, lazim e ji millet re bibe îbret.” “Divê kesê weha neyê ‘efûkirin.

‘Asim, piştî gotinê wezîran dibîhîze ji xwe re dibêje “koma axa sisêya jî rast bû” Serleşker tê. Fermanê dixwîne.Wezîr ‘Asim digel zanebûna ku ewê tu kes têkilîya xwe ji beranê padîşah neyne, dîsa jî beran serjê kirye. Emrê padîşah guhdarî nekirye. Ji ber vê yekê, ji bo ji millet re îbret be, li vê meydanê ewê bê daliqandin.Dar hazir dikin. ‘Asim dibin binê wî. Kindirê davên sitûyê ‘Asim. Berî wî daliqînin, serleşker jê dipirse: Peyva te ya paşîn çiye?”  ‘Asim jî li însanan, li merivên xwe, li wezîran dinêre û dibêje “Min beranê padîşah serjê nekirye. Vêga di axurê min de ye. Min beranekî din serjê kiribû.” Leşker derin beran tînin. Herkes ‘ecêbmayî dimîne. Serleşker dipirse ku çima weha kirye, ew jî mersela her sê koma axê dibêje.

Not: Kesên baş û qenc, ne weke jinik û meriv û wezîrane.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mamoste Şemrexî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.