TEW DINYA 18

Article

            RÊZENIVİSEK LI SER HINEK SITRANÊN NÊZDİROKA ME

Gelî xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Ellah Te‘ala destûr bide em dê di vê nivîsa xwe de bêhnek li ser Sefera Sariqamişê bisekinin û qesîdekî kêvn a ku li ser vê bûyera ‘hezîn hatiye hûnandin teqdîmî we bikin.

Her wekî ku tê zanîn hilweşîna İmperetora ‘Usmanî di sedsala 19. de herî zêde bi lez û bez bû. Lewra di vê demê de di nav sînorên İmperetora ‘Usmanî de wek nîjadperestî û ‘xerbperestî nexweşînên ‘xerbî yên cûrbe û serhildanên muxtelîf dereketin holê. Hê ev ne bes bû hêzên koledarê ‘xerbî jî xwestin ku agirê tevlihevî û fitnê di nav sînorê İmperetora ‘Usmanî de dadin. Ji ber ku di nav sînorên ‘Usmanîyan de gelek serhildanên nîjadperestî pêk hatibûn ji Balqan bigre ‘Heta Lîbyayê Artêşa ‘Usmanîyan di şerekî yeman û bêeman de westiya bû. Ji deverên muxtelîf gelek xortên terr û teze çûn şer û nefetilîn. Her carê ji bo perçekî welat seferberlik dihat îlankirin û xortên terr û teze diçûn riya man û nemanê. Riya man û nemanê yanî çûna seferberlikê  di nav Kurd û Tirka de bû bingeha gelek sitranên muxtelîf.

“Dayê Yemen e gul û çemen e

Ê diçe hew tê gelo çi sebeb hene”[1]

Di ‘halekî wihareng de hêzên emeperyalîstê ‘xerbî li ser şêlandina gelên mezlûm bi hev ketin. Di encama vê bihevketinê de hêzên emperyalîst û koledar bûn du birr. Hêzek ji van hêza wek Almanya, İtalya û Awusturya Macarîstan bi navê dewletên İtilafî, ya din jî wek İngiltere, Firansa, Rusya bi navê dewletên İttifaqi hat binavkirin.

Bi rastî pevçûn û şerrê herdû aliya jî li ser parvekirina menfî‘eta dunyayê bû. Lewra İmperora ‘Usmanî bi nexweşînên îçtîmaî yên muxtelîf nexweş ketibû û ber hilweşînê ve diçû. Ji ber ku sînorê İmperetora ‘Usmanî gelek berfireh bû temmamê van hêza di xwestin ku li ser axa muslumana konê hakîmîyeta xwe vedin û ji Hindistanê bigre heta Afrîqayê axa gelê musluman û mezlûm bi şêlîn in. Merkeza xîlafetê İmperetora ‘Usmanî wek şêrê birîndar û extiyar bû. Lê xofa wê hê jî di dilê ehlê kufrê de şax vedida. Tirsa wan ew bû ku birînê vî şêrî bi cebirin wê  ev şêr ji xwelîya xwe vejî û ji nû ve bibe hakimê cîhanê.  Lewra çiqa ji destê wan hat hewqas gengeşî û fîtne xistin nav milletên İmperetora ‘Usmanî.

Piştî Tenzîmatê di nav arîstoqratên ‘Usmanî de mêla ‘xerbperestî bi pêş ket. Gelek rewşenbîr û arîstoqratan zen dikirin ku rabûn û vejîna İmperetora ‘Usmanî bi ‘xerbîbûnê mimkûne. Lewra ehlê serayê gelek serleşker û biroqratên xwe şandin Ewrûpa. Giranîya van rewşenbîra di qalibê ehlê kufrê de bi dilqê muslumana vegerîn welatê xwe. Van kesa hem biroqrasîya ‘Usmanîyan hem jî artêşa ‘Usmanîyan teslîmî ewrûpa kirin. Wek mînak di vê demê de hêzên Behrî di bin qumnadrîya “Amîral Lîmpûs” de bi bal İngilzan ve, Hêzên Berrî di bin Qumnadarîya “Von Sanders” de bi bal Alman ve, Hêzê Asayîşî (cendirme) jî di bin qumnadariya “General Baûman” de bi bal Firansiza ve hatibû sipartin.

Ji ber ku artêşa Ûsmanîyan bi giranî bi bal hêzen ‘xerbî ve hatibû sipartin wexta ku hêzên ‘xerbî bi hev ketin İmperetora ‘Usmanî jî mecbûr ma ku bi alî kî re ‘hereket bike. Lewra İmperetora ‘Usmanî di destpêka Şerrê Cîhana Yekemîn de ji bo îttîfaqek qewîn li rê û rêçika geriya

Biroqratên ‘Usmanî ewil li derê Firansa dan, xwestin ku bi wan re ‘hereket bikin lê bersîva wan bi awayek menfî hat dayîn. Biroqratên ‘Usmanî paşê li derê Almanan dan. Ji ber ku pêdiviya Alman jî bi vê tifaqê hebû Almanan ev teklîfa ‘Usmanîyan qebûl kir û di duduyê Tebaxa 1914ê miladî de ji teref İmperetora ‘Usmanî û Alman ve peymana tifaqê hat İmzekirin.

Dewleta ‘Usmanî ji bo ku barê ser milê hevkarê xwe sivik bike li hêla Suweyşê bi İngilîza re li hêla Anadolê jî bi Uris re ket ‘herbê.  Bi rastî ev politiqa polîtîqakî şaş bû. Lewra ji ber ku bi sala di ‘herbê de mabûn Leşkerên ‘Usmanî ji şer westiyabûn. Ji xwe  Milletê ‘Usmanî jî ji hêla aborî ve  di rewşeke xerab de bû. Lewra tu îmkanek milletê nema bû. Ne nan hebû ne dan. Gel di nav feqr û zerûreteke dijwar de bû. İmkana sewqîyata çek û cebilxana jî tunebû. Malmîratê Ûris di qeraxê Be‘hra Reş de kemîn danîbû. Çi geştîya ku jibo alîkarîya leşker bi rê diket  Ûris ew geştî noqî behrê dikir. Çek û sîleh û muhîmatên herbê tenê bi pişta heywanan û barê însanan dihat temînkirin.

Gelê Anadolê bi fedekariyek bê hempa  pişta xwe dida ber barê muhîmata û diket rê. ‘Heta ku muhimmat digiştin leşker roj û meh dibôrîn. Ji ber ku di ‘Herba Cîhana yekemîn de seferberîya ‘ûmûmî hat îlankirin mêr û xortên xama di mala de nema bûn. Lewra jin û xortên 12-13 salî ji leşker re cebilxane dikşandin. Ji xwe  neqlîyata leşkeran jî bi meha di domîya. Wek mînak leşkerên ku ji Yemenê dihatin ji çar meha zêdetir di çol û çolistanan de rêwîtî dikirin hê di gihîştin Erzeromê.

Wek temmamê welatê ‘Usmanîyan li Kurdistanê jî ‘halê seferberlîkê berdewam bû. Xortên terr û teze bûkê serbixêlî û destbi‘hine di mal de dihiştin û diçûn eniya şer. Jin û zarok û sebiyan jî bi piştê cebilxane dikşandin. Naçarî û birçîbûn jî bûbû barê ser bara.

Welatekî bi sar û serma, leşkerên bê cil û kinc erd hişk û asîman dûr. Tenê gazî û hewar bi bal erşê ‘ezîm ve ye. Ji bil Artêşa ‘Usmanî gelê Kurd jî wek milîs organîze bûne û di eniya Qafqas de derdikevin pêşberî Ûris. Carna kesên wek ‘Ebdul Mecîd Beg bi şûrê tazî dajon ser Artêşa Ûris û topa Ûris dîl digrin.

Leşkerên Qazax û Mîlîsên Ermen jî vê rewşê wek furset di ‘hesibînin û bi Ûris re êrîşî muslumna dikin.  Musluman jî di vî şerrê man û nemanê de di ber xwedinin û destanê mêrxasîyê dinvîsin. Wek mînak serleşkerê Ordûya 3.Hesen İzzet Paşa di Kanûna Ewila sala 1914ê miladî de li Koprukoya Qersê êrîşê dibe ser artêşa Ûris. Artêşa Ûris di vî şerî de têk diçe lê mixabin Hesen İzet paşa teqdîkek şaş bikar tîne û bi paş ve vedikşê pozîsyona xweparastnê digre. Gelê musluman nexasim gelê Hesenqelayê vê  rewşê na‘ecibînin, çend kesa di şînin pêşberî ‘Hesen İzzet  Paşa û dibên: “Paşa hûn bi ku ve di revin. Ma hûn namûsa me di nav lepê Ûris de dihêlin. Me ewladên xwe ji bo van roja şand hewara we. Yan em bi hev re bimrin yan jî emê ‘heta nefesa xwe ya dawî şer bikin” Mixabin ev feryad û fîxan fêde nadin.

Vekişandina ‘Hesen İzzet Paşa rê li ber Ûris vedike. Leşekrên ‘Uris kar û tedbîrê xwe baş dibînîn çek û cebilxaneyên nû ji xwe re peyda dikin. Lê hêza Muslumana permeperîşan e. Gel ji şer westiya ye. Vekişîna bi paş ve dibe sebebê demoralizasyona leşkeran. Bi ser naçarî belengazîyê de jî nexweşînek wek tîfusê di nav gel û artêşê de belav dibe. Gelek leşker ji ber vê nexweşînê dimrin. Ji ber ku şert û mercên îstîxbarî kêmin car cara leşkerên musluman bi şaşî atêş li hev girê didin. Gelek leşkerên musluman di şerrê Sarqamişê de  ji teref birayên xwe ve bi şaşî tên şehîdkirin.

‘Hesen İzzet Paşa piştî ku artêşa ‘Usmanî ji milê şer ji bo pozîsyona xweparastinê bi paş ve vedigerîne moralê artêşê xera dibe. Lewra ji xwe bê îmaknîyê nefes li leşkeran çikandibû tam furseta biserktinê hatibû ber derî leşker bi paş ve hat vekişandin. Ev rewş bû sebebê nerihetiyê.  Paşê Hesen İzzet Paşa istîfa  kir û dev ji serleşkerîya Ordîya 3. Berda. Piştî ‘Hesen İzzet Paşa, Enwer Paşa bu serleşkerê Orduya 3. Enwer paşa piştî ku wezîfa serleşkerîyê girt ji bo taarûzê berê leşkera da Sariqamişê. Ev şansê dawî bû yan wê leşker qir biba yan jî wê zaferek ûmumî bi dest bixista.

Di zivistana bi sar û serma û seqem de leşkeran berê xwe  dan Çiyayê Ellahûekber û ber bi Sariqamişê ve meşiyan. Sefera Sariqamişê di 22yê Kanûna ewil a sala 1914ê miladî de dest pê kir û heta 5ê Kanûna paşîn domîya. Di nabeyna van rojan de  sermayek dijwara wek zemherîr hebû. Bilindbûna berfê ya li erdê ji metrê zêdetir bû. Erdê cemed girtibû. Ji xwe kincên zivistanî di dest leşker de tunebûn, peydakirina kincên havînî jî zehmet bû. Di gel van şert û merca leşkerên ‘Usmanî bi fedekarîyek mezin çûn seferê.

Çiyayê Ellahûekber çiyayek asê bû. Şert û mercên demsalî jî çetîn bûn. ‘Adeta erd û asîman li  Leşkerên ‘Usmanî hatibû hev. Ê ku ji ber sermayê dimirin ji xwe dimirin ê ku diman jî seqet diman. Di encama vê seferê de teqrîben şêst hezar lekrerên ‘Usmanî ji ber sermayê xenîqîn û şehîd ketin. Destê gelek kesa di nobetê de li ser tetika tivingê qerimî. Ji ber ku ax jî ‘hişk bûbû û erd nedihat kolan cinazê leşkeran heta pêla biharê nedefinkirî ma.

Ev bûyera hezîn hem di nav Kurda de hem jî di nav Tirka de ji gelek sitranbêj û dengbêjan re bû îlham. Gelek sitranbêj û dengbêja sitran û beyt û qesîde li ser vê bûyera hezîn hûnandin. Hinek ji wan nuho tên bilêvkirin hinek jî bi borîna demê re hatin jibîrkirin.

Ev qesîde jî yek ji wan qesîda ye ku bingeha xwe ji vê bûyera ‘hezin girtiye û bi wesîla dengê sofî û derwêşa gîha ye dewra me. De ka werin em bi hev re guh bidin qesîdebêjê xwe. Bê ka rewşa vê bûyerê çawa di nuhurîne.  Kerem kin.

Ewela Remezanê ‘esker kişya Diyarbekir

Kişyabû ‘Elîparê çekê ‘herbê li xwe kir

Ewela Remezanê ‘esker kişya Diyarbekir

Kişyabû Çelîparê çekê ‘herbê li xwe kir

Têlê li ser têlê dihat imdad xwestin ji Diyarbekir

Eskerê me hindik bû qal û qişla qîm nekir

 

Hewar e hewar e  oy hewar û gazî ye

Hewar e hewar e lo oy hewar û gazî ye

Gaziya giran çêbû li ser Bavê Feyzî ye

Ê bi şûr bajo ser topê Ebdulmecîd ‘xazî ye

‘Arifê bi tenêyo İlahî tu bikî waylî e

‘Arifê bi tenê ye ya Rebbî tu bikî waylî e

 

Ji Deşta Farqînê lo bavo heta Qumrîyê

Êvara İnyê bû  xeber hat nav ordiyê

Ji Deşta Farqînê bira lo  heta Qumrîyê

Êvara Cum‘ê bû  xeber bela bû li nav ordiyê

Ateş emrî dan ‘esker  bû ‘hirmîna boriyê

Ateş talîm dan ‘esker ‘hirmîn kete boriyê

 

Ji Deşta ‘Hesenqelayê  birano ‘heta vira

Xwîna sor nuqutiye lo li daran û kevira

Xweziya du ‘hev hevala hevdû ‘helal bikira

Çekê herbê li xwe kirin çûne herba kafira

‘Heyfa daykê lawika  di zurî weka gura

‘Heyfa lawikê lawika lo di zûrî weka gura

 

Hay nayê hay hay nayê îmdada şer ‘ê nayê

İmdada şerî‘etê  Muhemmed Bavê Fatma yê

Di gaziya me de wê bişîne ‘Elî Şahê Merdayê

Şêrê Rebbî were wê li kafir bike fet‘hayê

 

Ji deşta Farqînê birano heta Qumriyayê

Êvara Cum‘ê bû  xeber hat nav Turkiyayê

Eskerê Osmnalî bi hev re berê xwe dayê

Çi herbek girane lo ê ku dere ji wê de nayê

Eskerê me rabû bi hev re berê xwe dayê

Çi ‘herbek girane lo ê ku dere ji wê de nayê

 

Hay nayê hay hay nayê îmdada şer‘ê nayê

İmdada şerî‘etê lo Muhemmed Bavê Fatma yê

Di gaziya me de wê bişîne ‘Elî Şahê Merdayê

Şêrê Rebbî were wê li kafir bike fet‘hayê

 

Herbeki li me çêbû li ‘Hesenqelayê  sê gira

Qaleka li me qewmiye li Qumrîkoyê li sê gira

Herba vî Urisî bira neyê serê gura

Herba vî kafirî lo bira neyê serê gura

Ji hevdû veqetîn çûn şer tev  du bira

Herba vî Urisî bira neyê serê gura

 

Çekê herbê li xwe kir çûne herba kafira

‘Heyfa dayikê lawika lo di zûrîn weka gura

Çekê herbê lêkirin şandin herba kafira

‘Heyfa xortê teze winda kir xort û bira

 

Hewar e hewar e oy hewar û gazîye

Hewar e hewar e lo oy hewar û gazî ye

Sebebê dînê pêxember kafir e ermenî ye

Sebebê dînê Muhemmed lo milletê ecnebî ye

 

Herbekî li me çêbû li ‘Hesenqela li ber çem e

Qalekî li me qewimîye li Qumrîkoyê li ber çem e

Mîrat mayê gula bi hewa ra lem bi lem e

Birîndar kirine erdê birîndar dane cem

Şehîdê me kirin erdê birîndar dane cem e

Birîndar ketin erdê lo ne tuxtor û melhem e

Melhema birîndara li cem resûlê ekreme

Melhema kull û birîna li ba ersûlê ekrem e

 

Hewar e hewar e gazî li malê ewliya

Ji nexweş meqam û ji şehîd û xaziya

Hewar e hewar e gazî li malê ewliya

Ji nexweş meqam û ji şehîd û xaziya

 

 

Selîm û Sariqamiş di qarşiyê hevdûda ne

Ellah û Ekber da‘x mezê li kal û pehlewan e

Eskerê Osmanlî bi hezara şehîd dane

Hin Ereb û Zaza tevê Tirk û Kurda ne

Not hezar eskerê me qefilîne ji serma ne

Şîrqînê ‘eynelîya tê teqîna surmelîya ne

Şîrqînê ‘eyenlîya tê bavo teqîna surmelîya ne

Bavo bi hev ra lêxin îro roja giran e

‘Herba vî kafirî neyê serê gura ne

Herba vî Ûrisî  bavo neyê serê gura ne

 

 

Hewar e hewar e gazî li malê ewlîya

Ji nexweş meqam û ji şehîd xaziya

Hewar e hewar e gazî li malê ewlîya

Ji nexweş meqam û ji şehîd xaziya

Gelî xwendevanên ‘ezîz! Bi rastî me dixwest ku em bi berfirahî li ser sefera Sariqamişê  bisekinin. Lê ji ber ku sînorê nivîsa me me‘hdûde em meselê li vir kurt dibirin. Eger Ellah Te‘ala destûr bide em dê di jimra kovara xwe ya dî de xwe berdin deşta Farqînê Şêx ‘Ebdurrehîm û sitrana  ku li ser wî hatiye hûnandin bi bîr bînin.

Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşîyê de. Em ji we re duadar in ji dûayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.

 

 

 

 

 



[1] Ev peyvên sitraneke Tirkî ne ku li ser SeferaYemenê hatiya Hûnandin. Tirkiya wê ya ojinal whareng e. “Ano Yemendir gülü çemendir/Giden gelmiyor acep nedendir…”

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê ‘Eqîbeta Dewlemendê Nankor
Ê Li Pey Di Warê Danasîna Tesewufê De Fîlmekî Balkêş (Bab ‘Ezîz)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.