Serê Hikmetê Tirsa Ji Xweda Ye

Article

Rebbê me û Rebbê kaînatê Ellah-û ‘Ezimuşşan, em ji bo ‘ebdîtîyê xuluqandine, ji bo ku me îmtîhan bike, bê ka kî bêhtir ‘emelê qenc dike, heyat (jiyan) û memat (mirin) xuluqandine. Armanca xuluqandina dinyayê, ji bo ku em xaliqê xwe nasbikin, serê xwe ji Wî re deynin, bi emr û nehyê Wi ‘emel bikin û armanca xuluqandina mirinê, ji boku em ceza û mikafat (xelat)a wan ‘emelê xwey ku me di ‘heyata dinyê de kirîye em bibînin. Ê ku‘emelê wî qenc be; ewê bibe misteheqqê re‘hma Xwedê û cennetê û ni’metên ebedî û dîtina cemala Wî û ê ku ‘emele wî ne qenc be, ewê bibe misteheqqê ğezaba Xwedê û ‘ezab û ‘îqabû agirê dojehê.

Jibo em bibin mûsteheqqê rehma Xwedê, lazime ku em hêvîya xwe ji rehma Xwedê qut nekin. Lewra rebbê me di Qur’anê de ferman dike (la teqnetû mînre‘hmetîllah) “Ji re‘hma Xwedê bêhêvî nebin” Mumin lazime ku ji Xwedê pêve ji tukesî û ji tu tiştî netirse. Mu’mîn lazime her tim di navbeyna tirsa ji ‘ezabê Wî û bi hêvîya re’hma Wî de be. Xwedayê te‘ala di sûreyê Al-î Îmran de weha ferman dike; ”Şeytan, hewdikare hevalê xwe bitirsîne, heger we birastî îman anîbe ji şeytan û hevalê şeytên netirsin, ji min bitirsin.” (Ali imran: 175). Di sûreyê Maîde de “Ji însana netirsin ji min bitirsin” (Maide: 44) Di ayetekê de jî, “Ey ewanê ku we îman anîye; bi heqqî ji Xwedê bitirsin û bera herkes ji we binêre bê ji bo sibê (yanî ji bo roja axretê)  çi ‘emel hazir kiriye û ji Xwedê bitirsin. Çi ‘emelê ku hûn dikin Xweda pê xeberdar e.” (Haşr: 18) Em ji van ayetê ncelîle fêm dikin ku Musluman, berya her tiştî lazime ku ji Xwedê bitirsin û îtae’ta emrê wî bikin û bi zikr, nimêj, tobe û sedeqe xwe jiroja axretê re hazirbikin. Çi ‘emelê ku em dikin heger ku xêrbe heger ku şer be, welew bi qasî misqalê zerre be jî Xweda pê dizane.

Lazime ku em tu car ji bîr nekin, melaiketê Xwedê û erd û asîman, û şev u roj di roja qiyametê de ser me û ‘emelê me wê şahidîyê bikin. Temamê azayên me (dest, ling, çavû timamê endamên bedena me) ewê ji mer bibin şahid, mîsal; ev erda ku em li ser dijîn diroja axretê de jibo‘ebdê mu’min wê şahdeyê bide, ewê bêje ya rabbî; ev ‘ebdê te ji bo razîbûna te li ser min limêj kir, zikir kir, rojî girt, sedeqa da, beyta te tewafkir, cîhad kir, dostayî û hevalbendîya Muslumanû muminê mucahid kir, neyartiya dijminê dînê te kir. Wê demê ew ‘ebdê mumîn wê têkeve kêfxweşiya ku berya wê kêfxweşîyeke wuha ne dîtiye. Jibo ‘ebdê kafir û mucrîm, ewê bêje ya rabbî; ev ‘ebdê te li ser min bêemrîya te kir, heram xwar, araq vexwar, neyartîya dînê te û Muslumana kir, şirîk û heval ji tere çêkir. Wê demê ewê ‘ebdê mumin têkeve tirseke wuha ku tu caran tirseke bi vî awayî nedîtîye. Ji ber vê yekê lazim e tucarî tirsa ji Xwedê ji dilê me û mejîyên me dernekeve.

Ji ‘ulemayê fiqhê Ebûl Leys (rh.a) dibêje; ‘elametê tirsa ji Xwedê di heft cihande xwe dide nîşan:

1. Dil (qelb),  2. Mîde, 3. Çav 4. Ziman, 5. Dest, 6. Pî (ling), 7. Tae’tû ‘îbadet

1. Dil: Lazim e ji hezkirina Xwedê pêve hezkirina tiştên din tê de tunne be, dil ji mer emanet e, lazim e em fikrê şeytanî jê bavêjin, kîn û ‘edawet û ‘hesedê jê derxin. Gerek em dilê xwe ji wan nexweşîyan biparêzin. Di vî wari de qasidê Xweda(‘e.s) dibêje; “buğza hev nekin, wechê xwe ji hev nezîvirînin..” (“xwe ji hesedê biparêzin, lewra çawa ku agir êzinga duxwe xelas dike, hasedjî jixêr û hesenatan duxwe, xelas dike.”)

2. Mîde: Musluman mîda xwe bi heram danagre ku Xweda ni’metekî bidê şukur dike, ku tunnebe qenaetê tîne, parîyê heram naxe batnê xwe. Resûlê Xweda dibêje; “insanê ku parîyê heram têkeve mîdawi, hetta ku ew parî di mîdawîdebe, melaiketê erd û asimanan tev le’netê lê tînin ku li ser wî halî bimrê cihê wî dojeh e.”

3. Çav: Ev çavê ku Xwedayê te‘ala bi emanetî daye me, lazime em pê li kaînatê bi nezera ‘îbretê binêrin.Tiştê ku ne ‘aîdî me be gerek em çavê xwe bernedinê û em çavê xwe ji tiştê heram biparêzin. ResûlêXweda (‘e.s) wiha dibêje: “Ê ku çavê xwe li vê dinyayê bi ‘heram dagre, ewê Xwedê çavê wî bi agir dagrê”, di hedîseke dî de jî wiha dibêje: “Roja qiyametê du çav hene agirnaghêj ewan; yek jê ê ku ji tirsa Xwedê girîyabe û hêsir rijandibe, û yek jî ê ku di rîya dînê Xweda de nobetgirtibe û bêxewnmabe.”

4. Ziman: Musluman lazime ku zimanê xwe ji tiştê ku Xweda jê re heram kiriye bi parêze. Gerek bi zimanê xwe paşgotinîyê û ğiybetê û bêbextîyê neke. Peyvên vala û zêde neke. Ev ziman n‘imeteke ku Xwedayê te‘ala bi emanetî daye me lazime em zimanê xwe dirîya razîbûna Xwedê de bi xebitînin. Bi zikrê, bi xwendina Qur’anê û bi ‘elimandina ‘ilmê… Resulê Xweda (s.x.l.) di vî warî de wiha dibêje: “Kî temînata navbeyna herdu lêvê xwe û herdu lingê xwe bide, ez jî temînata cennetê didim.”

5. Dest: Dest jî emanetekî Xwedayê te‘ala ye. Musluman destê xwe dirêjî heram nake pê dizîyê nake, pê te’de û ezîyetê nade kesî. Resulê Xweda (s.x.l.) di vî warî de wiha dibêje: “Misilman ew e ku misilmanê dî ji dest û zimanê wî di silametê de bin.”

6. Pî: Ling jî emanet e. Musluman bi lingê xwe nare cihê heram, wan di îsyanê de nameşîne. Wan di ta‘eta Xwedê de di meşîne, bi wan here civatû meclîsê ‘ilm û zikr û suhbetê dînî û di çûn û hatina mizgefta.

7. Ta‘et û ‘îbadet: Musluman ta‘et û ‘îbadetê xwe hew ji bo riza Xwedê dikin. Ta‘et û ‘emelê xwe ji şîrk û nîfaqê dûr dikin. Yanî ‘emelê ku dike, ne ji bo ku însan bi qencî behsa wî bikin yan jî wî teqdîrbikin. Her çi ‘emelên ku dikin hew ji bo Xwedê û bi îxlas dikin. Xwedayê Teala di Qur’ana kerîm de wiha ferman kirîye: “Kî ji we lîqaa rebbê xwe dixwaze bera ‘emelê salih (qenc) bike û di van ‘emelan de ti heval û şirîka ji rebbê xwe re çêneke.” (Kehf-110)

 

Kî bi vî awayî yanî bi timamê azayê xwe ji Xwedê bitirse, Xweda derheqê wan de wiha gotiye: “Li ba rebbê te axret ji mutteqîya re ye.” (zuhruf 35) “Însanê mutteqî dicennetê de û li ser birk û kanîyane.” (Zarîyat-15) Xwedayê te’ala ‘emelê salih û wê cenneta ku ji mutteqîya re hazirkirîye bike nesîbê me teva. Emanetî Xwedayê Te‘ala bin.   

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mela Fesîh Memîş

Ê Berê
Ê Li Pey Çima Du‘ê Me Nayê Qebûlkirin?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.