Menbiç Di Destê Kê De Ye

Article

Menbîç ‘halê Sûriyêyî niha û yekbûna ‘alema kufrê xweşik tîne ber ç’ava. ‘Heta niha pê ne dihat xeberdan. Ew qas zêde bi qîmet nînbû. Deha bêtir ‘Halep li ber ç’ava bû û li ser şerê giran çêdibû.

Tiştê em pê dixapiyan me digot ku ABD û Rûsya li hemberî hev in. Lê tişteki wusa tine ye. ‘Herdû dostê hev in, dilxwazê hev in, xirîstiyan û dîndaşê hev in, menfe’et û xira hev dixwazin. Jibo Muslumana pê bixapînin carna li hemberî hev xwe didin nîşandan. Ev exlaqê ‘herdûya, di ‘Herba Cihanê Ya Duyemin de xwe dabû nîşandan. Di sala 1945’an de li Almanya qerexê çemê ‘Elbê deste xwe dabûn hev û bi hev re soz dabûn.

Ana li Menbîçê hem âla ‘Emerîqa hem âla Rûsya çiklandine. Herdû jî divêjin ev der di bin emrê me de ye û ‘erdê me ye. Yek ji wan PYDê kiriye bin destê xwe, yek ji wan jî Esed. Her yek destê xwe di serê wan didin û her carê gotinekê bi wan didin qotin. Çen roj berê Rûsya got ku; ‘ji qasî şûnda Menbîç di destê rejima Esed de ye. Hêzê PYDê ji Menbîçê derketine. Dinya jî bawerkir. Di-sê roj şûn de ‘Emerîqa destê xwe li pişta PYDê xist wiha pê da qotin; “ti car em ji Menbîçê derneketine û dernakevin. Ana hêzê me di sînorê Menbîçê de pagerî di gerînin. Menbîç û bi tevî gundê wê dibin sehêta me de ye.” Dibêje.

Ev tişt bira li ‘ecîba kesî neçe lewra ji viya deha bi ‘ecêptir tişt çêdibin li Menbîçê. Niha leşkerê ‘Emerîqa û Rûsya bi hev re di sînorê Menbîçê de pagerî di gerînin. Ji leşkerê Tirkî re dibêjin ku; ‘em ‘her çar bi hevdû re ne. ‘İşê te û ÖSO li vandera tine ye, de zû derkeve û here mala xwe. Me bi zor û bi kuştin û bi rêtina perê pir perçekî ‘erdê İslamê bi dest xistiye, ç’avê we lê ye ku hûn carde bikin beldekî ji beldê İslamê. Tişteki wuha qet di aqlê xwe de derbas nekin. Yana em tev bihev re ne û hûn gavekî zêde bavêjin li hemberî xwe hûnê me teva bi hev re bibînin.’

Berdevkê wezareta karê dervayê ‘Emerîqa Davis wuha beyanat dide çapemeniyê; “terefê li hember DAİŞê ji xeynî İŞİDê bi hev re şer nekin, perçekî ji qoalîsyona li hember İŞİDê ‘Emerîqa qaweta xweyî bi tirs û herî mezin li Menbîçê bi cîh kiriye û çen gavê lazim avêtiye.” Dîsa ‘eynî kes di beyanata xwe de wuha berdewam dike; “viya gavekî meyî nû ye. Cara ‘ewilî ye ku em gavekî wuha davêjin. Ji Menbîçê piştî paqijkirina neyar ti ‘hukmê neyar di vir de nemaye em bidin nişandan, me tişkî wiha kir. Tiştekî wiha li ber ç’avê me li wûr xwe bi cîh kir. Ti kesî din bi navê xelasiyê bira neyên nekevin van dera.”

Tê dîtin ku ‘Emerîqa û Rûsya bi hev re ne û şerê wan bi Muslumana re ye. Ne İran ne jî Tirkî piştî ew qas, ser êşandina wan jî qet li ber tiştekî nînin. Tiştê ji wan re ma ew e ku xêr û gunehên wan û temamê kuştiyên Sûriyê, ‘hesap dayîna wan li axîretê ji wan re kar ma. ‘Halbukî di serê şer de herdû dewleta xwe bidana hev sozê wan li Sûriyê wê pere bikira û ew qas însanê Musluman jî ewê ne hatina kuştin. İro ‘Emerîqa û Rûsya jî ewê nebûna mezinê van ‘erda. Ji vî gavî bi şûn de îdî ne ‘emerîqa ne jî Rûsya kes nikare ji van ‘erdê İslamê bi dûr bixe.

Tiştê ku Rûsya ji berê de di xwewna xwe de ne dîtibû ku ana bûye cîranê be’hra germ û ‘Emerîqa ji îzna wî diştî daye. Nema herdû jî ji ‘erdê Sûriyê derkevin. Bi hev re ewê kîngê bixwazin Esed, PYD yan jî İŞİD bikin darê destê xwe û ki bixwazin bi wî darî li wan xin. Xweda aqil û feraset bide îdarevanê memleketê Muslumana.

 

Mehmet Baran

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mehmet Baran

Ê Berê
Ê Li Pey XANIMA ŞEHÎD - 2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.