AQILMENDÊN BÊ AQIL

Article

Jimara Kelhaamed ya vê mehê wê hê bi wate û bereket be. Lewra ev jimar ya meha şehîda ye. Hîkmetê wê çî ye em nizanin, ancax Xewdâ dizanibe. Lê di vê meha Sibatê de pir Şehîd ji umetê hatine rakirin û stendin. Bes emê ne di vê mijarê de, emê di der barê mijareke dî de mijar û behsa hinek nakokî, xîlaf û hevnegirtiyê zalimên derewçîn de binivîsînin. Kerem kin:

Hûn jî dizanin, çendî mirovên vî zemanî di der barê hiş û ‘aqil da xwe ji însanên demên borî hişdar û aqilmenttir dibînin jî bi rastî rewş qet ne wisa ye. Bi taybetî dewletên zalim û yên îroj serdestin di vê mijara han de pir bixwe bawerin, îddî’a û gotinên wan ev in:
“Em li gorî qa’îde, îlm û aqil diçin… Tiştê îlm û aqil fêr û fermanê me pê dike em wê pêktînin…” wisa dibêjin, lê belê rast nabêjin, çimkî îcraat û pêkhanên ku dikin bi tenê wan îddî’a û gotinên wan dirizîne û pûç û betal dike. Ji we re çend mînak:

-          Mesela, îlm û ‘aqil dibêje, “hemû vexwarinên bi alqol yên serxweş dikin û yên hiş dibin ji binî zerar e.” Ji bilî kesên kêmaqil ê ku î’tîraz û înkara vê bike nîne. Lê di sepandin û tetbîqê de çi rejimên serdest û serwer henin temamê wan araq û wexwarina tiştên ku serxweş dike mubah dibinin. Ka îlm û aqil li ku ma?

-          Mesela, îlm û aqil dibêje, “zîna ji bo hemû kesi û ji bo hemû cıvata kirinek kirêt e û neçê ye. Ji bo alema mirovatîyê, ji bo nesl û neseba însanan fesadî û xerabîyeke mezîne.” Lê li alîyê din em dinerin hemû dewletên cîhanê pêşî û bergî li vê mel’aneta han vekirine. Qîma xwe bi vê ne anîne. Qanûn û rêbendar çêkirine da ku ev mel’enet bi hêsanî bê bikaranîn…

-          Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “qumar û çi leyîstinê di vî warî de hene temamê wan –çi ferd çi civak- ji bo mirovatîyê zerar e.” Lê em dinerin fabrike û çêkirinên van bi destê dewletan têne avakirin… Êdî ‘îlm û aqil li ku, ew li kune?

-          Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “Pîrek û mêr ji zikmakî û aferîşî yanê li gor qanunê fitrî newekhevîn.” Xwedê Te’ala ev her dû cins bastûrî û bunyewî wekhev neafirandî ye. Lê em bala xwe didin dewlet û rejimên werisê serdestîyê xistine dest xwe vê heqîqeta han qebûl nakin, hiş ê wanê bê mejî vê ranake û bi vî hawî dijberîya ‘îlm û aqil dikin…

-          Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “titûn û ciğare vexwartin zerar e.” Kesên î’tîraz û bervêdana vê yekê bike nîne. Ciğarekêş bixwe jî vê heqîqetê qebûl dikin. Lê li alîyê din îcraat û pêkya din ji bo hê bêtir xeritandin çê dibe rê û zemînên berfireh çê dikin.

-          Mesela, çi rojname, kovar û wesîtên din yê ji bo ragihan û muxaberê ku di dest û kontrola wan dene… Dibêjin, “Em bi ya ‘îlm û aqil dikin. Em bi van wesîtên han xêr û bêra mirovatîyê dixwazin. Xizmeta pêşveçûn û bilindbunê dikin û em îslah û xweşîyê dixwazin...” Wisa dibêjin. Lê em li rewş, xebat û kirinên wan dinerin ji binî derewin û bi rastî derewên herî mezin û bê esas dikin. Halbukî çi kirêt û neçêyê mezin hene temamê wan di bin sî û perda van wasîtan de dikin… Bê exlaqî, rezîltî û riswatî, fesadî û gelacîyên hezi mezin û tevlihevîyên herî kûr û pîs bi van wesîlan dikin…

Encam-Dawînek:

            Îcar ma qey ewin yê ku dibêjin em bi ya ‘îlm û aqil dikin? Nexêr! Bi temamî vir û derew in tiştê kû dibêjin. Lê ew vîya dikin: Ewilî fikr û ramanê xwe yên pûç û batil bi zor bi aqil didin qebulkirin û duvre jî ji despotîyên xwe destûr û rêdanîyê nadin ku merev kêmasî û şaşîyên wan bîne ser ziman. Tu car rêdanîyê nadin ku merev ramanê wan ên efnikî rexne bike… Ya din, çendî bi qala ‘îlm û aqil dikin jî, birastî tu cara xwe bi aqil û îlm ve girêdidin û pêşkîner û kontrola îlm û aqil qebul nakin. Ya rast, ew bi temamî êsîr û bendeyên nefs û arzû û xwezîyên xwe ne. 

Bimînên di xêrû xweşîyê de…

 

Ji kitêba Seîd Hewa ya bi navê “İslam sosyal ve ahlaki Hayat” hatîye îstifade kirin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Mûhemmed Şakir

Ê Berê ‘’Xwedêyo! Tu Kê Bivê ‘Ezîz Dikî, Kê Ji Bivê Rezîl Dikî”
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.