AX HELEÇE

Article


Helebçe ax Helebçe.
Welatê minê bê xwedî
Rojek ji rojên bihara rengîn
Her der bi çîçek û şênahî
Belê ji asîmanê Helebçe
Ji ewrên sor dibare jehr û mirin
Hewar gazî qêrîn û bê dengî
Li aliyekê çivîk diperpite
Li aliyekê kalîn û barîna bizinê
Omer Hewar sembola bûyerê
Hemêz dike Mihemedê xwe
Zalim xûnmij lê temaşe ne
Çav û guhên wan li betlanê
Hewar gazî qêrîn û be dengî
Ax Helebçe kulîlkên te çilmisîn
Morî kêzik û berxik tev mirin
Belgê dara bûne xizêm û weşîyan
Ax dayê bîhna sêva tê dayê
Zarok ciwan û kal tev bê mecal
Yek bi yek ruhber can didin
Hawar gazî qêrîn û bê dengî

Abdulbaqî botî
16.4. 2017 bi munasebeta salvegera komkujîya Helebçe

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê Birano! Qibla me bila yekbe
Ê Li Pey ENFAL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.