Newroz û Bıhara Me Ye Îslam

Article

Îslam were kerem ke,birînê me merhem ke
Bi têhna evîna xwe dil û mâlê me germ ke
Hêvîya me bindesta, were Îslam zû were
Dest û devê vê zulmê, qeyd û  hefsar û gem ke

Heramî yû neyara, girtin ser her dîyara
Girîn û zârîn tê lew, ji nav gund û bajara
Dest avêtên namûs û
mâl û mûlkê bê-çara
Wer bibîne halê me, hâlê mezlûm û jara

Va îro li her derî, girtîne li me derî
Em ğerîb û bêkesin, tu d’hewara me werî
Seqema zivistanê, hişk kir dehl û rezê me
Bîn newroz û biharê, de gul û nêrgiz derî

Tu hesreta dilayî, çara derd û belayî
Rehmetek ji cem Xuda, ji boy xelq û gelayî
Rak vê ‘ewr û ğumamê, râk vê şeva reş-tarî
Wek roj û âfîtâbê derê ‘ezmanê sayî

 

M. Mustefa’yê MelaʿElîyê Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê HALÊ UMMETA ÎSLAM
Ê Li Pey EM ŞÎYAR BIN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.