AĞÊ KEJO

Article

                        Însanê herî ehmeq, yê axîreta xwe fedayî dinya xwe dike.
                        Ê jê ehmeqtir jî yê axreta xwe fedayî dinya kesê din dike.  Hz. ‘ELÎ (‘e.s)

Li gund Hemîd pezê xwe anîye ser kanîyê ji bo avdanê. Bilûra wî di dest de. Hem li bilûrê dixe hem jî dibêje “Ey Xwedêyo! Tu mezinî. Xwedayê min tu mezinî...”
Rebbê dosta dostê rasta, Rebbê mezlûm û bindesta, Ey Xwedêyo tu mezinî, Derdixe çavê zordesta
Me dîtîye pir ğerîbî, Hîdayet bi te ye Rebbî, Xwedayê min tu mezinî, Dûr neke j-rêya Hebîbî(‘e.s)
Me ‘efûke Xwedyê kerem, Hifizke j-şeytan û senem, Ey Xwedêyo tu mezinî, Me navêj nav êş û elem
‘Umrê te da tê bistînî, L-hîsabê kirna meyzînî, Xwedayê min tu mezinî, Heyfa mezlûma hiltînî,
 Çi ağaw paşa û zordar, Serok û meznê zilûmkar, Ey Xwedêyo tu mezinî, Te kir zelîl û sitûxwar
 Ne Behlûl û ne perî me, Ez heyranê Cezerî me, Xwedayê min tu mezinî, Bi eşqa te dilkerî me

Kejo, satila av di dest de ye. Tê ser kanîyê ku satilê dagire. Kejo rebenek, kincê wî kevn û qetîyayî, rîyû porê wî tevlîhevbûyî, bêhal e, çeloxwarî dimeşe, feqîrek û bêma’de. Silavê dide, satila xwe dadigre. Hemîd bi meraq li wî dinêre û dipirse.

HEMÎD: Kejo! Ka heywanê te? Te îro çima dernexistîye çolê? KEJO: Ağê min hinekî nerihete. Ji bo karê mala wî bikim, min pezê xwe neanî êlağa. HEMÎD: Tu heywanê xwe dernexe, ma qey ewê ağa baş bibe? Çima malîyû merivê wî karê wî nakin? KEJO: Yaw ağê min e. Ji min xwestîye, ezê bikim. Çi ji min ji malîyû merivê wî re?

HEMÎD: Kejo! Ne ewqas ehmeq be lo! Vêga tu nexweş biketa, ji wan ewê kî bihata serdana te? KEJO: Ağê mine. Bê wî ez tuneme. Rihetîya wî, rihetîya mine. Ne ji wî be, ezê birçî bimînim. HEMÎD: Lê ne ji te be, ewê çawa heyata xwe dom ke? Çend heywan dane te, tu dibê qey te xwedî dike! Ma te bi nîv zilamî jî dihesibîne? KEJO: Hemîd! Ji min re ne derde. Ez karim xwe di ber kûçkê ağê xwe de jî bidim kuştin. HEMÎD: Ê bila ji bo te û mala te, rojekê hema sitirîkek di lingê wî da rabûna. KEJO: Hema nahêle di gund de kes ta‘dê limin bike. Li deverekê ez bêjim “Ğulamê Şaqo Ağa me”  newêrin ti zirarê bidne min. Îja ez çima nankorîyê bikim?

HEMÎD: Bê ağa hema tu nikarî kar û suğrê xwe bi rihetî bikî. Ev çi rebenîye, çi koletîye? Li kolekî wek te reben kîjan gundî ewê ta‘dê bike? KEJO: Hemîd! Ez ne li ser ağê xwe ne jî li ser kûçikê ağê xwe ti carî qebûl nakim. HEMÎD: Xweda însan hur xuliqandîye. Lê te xwe kiriye ‘evdê ‘evda. Ağa bi çend dermal û peyva, ne dest û lingê te tenê, hiş û dilê te jî kirrîye. KEJO: Ji dêvla ezê bibim ğûlamê ğerîbekî, hema ezê bibim kûçkê ber deryê ağê xwe Şaqo. HEMÎD: Kesê xwe nasnekir be, ne Rebbê xwe naskirye ne jî xwedîyê xwe. KEJO: (Diçe û dibêje) Ez nizanim çima ewqas ji ağê min diqehirin? HEMÎD: (Lê dinêre peyv beyhûdeye) De here oğir be ji te re.

Kejo bi ber mal ve serejêr dibe û diçe. Hemîd ji paş ve li wî dinêre û wiha dibêje: “Şaqo Ağa! Li gund te çi kir çi nekir! Ji ber zulma te, ên terka gund kirin, ên hatin kuştin! Tê bi ğulamê wek Kejo bighêjî ku derê?”

Rojeke din Kejo diçe ser cihoka avê. Hecî Mûsa jî li wir e. H. Mûsa 35 salî, bi kumik, bi şal û şapik e. Bêr di desta de ye. Li ser cihoka avê, li pîya ye. H. Mûsa gava Kejo dibîne, bi heyecan bi meraq li alîyê wî dinhêre. Wextê Kejo nêzîkî wî dibe, jê re dibêje:

MÛSA: Kejo! Qey te dev ji bexçê xwe berdaye. Ji bêavî hişk bûye. Te xêre tu lê nanêrî? KEJO: Hecî Mûsa! Ağê min nexweşe. Dibêje nere nav bexçe. Ji ber ku ez karê mala wî dikim, ez nedihatim avdanê. MÛSA: Dev ji ağa mağa berde. Li mal û karê xwe xwedî derkeve. KEJO: Ezê çawa dev ji kar û suğrê mala ağê berdim û li îşê xwe binhêrim? Ew ağê min e, meznê min e. MÛSA: Meznê meriv, rêya rast û baş bi ber meriv dixin. Meriv di çal û zinara wernakin. Ê ji ber ağa diçêrin, bila ew karê ağa bikin. KEJO: Serê min, ağê min ji min xwestîye, ezê bikim.

MÛSA: Kuro! Serê meriv, berê meriv dide rêya Xwedê û pêxemberê wî. Berê meriv nade rêya şeytan û cehnimê. KEJO: Hecî! Çima tu ji ağê min re naxwazî? Tu nizanî çi qencî bi me kirye! MÛSA: Kuro! Çavê xwe veke! Jina te û qîza te, ji carkî çûne mala wî, kiras û desmal ji ser xwe avêtine. Serqot bûne. Te jî terka mizgeft û limêjê kirye. Ma qencîyê wî yê li te evin? KEJO: Ağê min dibêje “Hurrîyet, heqê qîz û jinaye jî. Bi vî hawî, rihettir karin bixebitin” Îja ez çi bikim, ağê min wiha xwestîye. MÛSA: Kesê berê te ji dîn dagerîne, bide rêya guneh û herama, ewê çi hurrîyetê ji te re bîne? KEJO: Ê de ağê min mekteb xwendîye. Tiştê ji bo me çêtir dizane. MÛSA: Kejo! Qasî tu li ağê xwe difikirî û jê re dixebitî, tu ewqasî li dinyaw axîreta xwe xwedî derketa, hew Xweda zane bê çi qencê Xweda ji te derketibû. Maddî û manewî ka çi menfîeta ağa li te bûye?
KEJO:
Piştî ku ağê min ne di rihetîyê de be, ezê ji şahîya dinyê çi bikim? Ez ne nankorim ku ağê xwe jibîr bikim. MÛSA: Ağa rojekê, carekê ma ji bo te êşyaye? Tu nizanî ağa çi ji te sitendîye çi nestendîye? Ka heya û edeba malîyê te, limêj û îbadetê te? Her tişt ne ziktêrîye! KEJO: Ez nizanim hûn çima qayişê bi ağê min re dikşînin? Herhalde malê wî heye, ê we tune ye, ji ber vê ye. MÛSA: Kuro! Emê çîyê wî nekşînin? Ağê te niha bimre, ne malê wî dimîne, ne nav û dengê wî. KEJO: Ji xwe çavê we li mirna ağê mine. MÛSA: Ağê te rojekê berê wî ne ketye qiblê, ‘inya wî neketye secdê. Di nav ewqas kufrîyû gunehê xwe de gevizîye. Îja emê li ber çi wî bikevin? Xwedê hifza me ji şer û ‘ezabê wî bike. KEJO: Eeeeeh! Bi we re jî peyv nabe. Hûn ewqas neyartîya ağê min dikin. (Diçe) MÛSA: Kejo! Bila haya te ji te hebe ku Şaqo Ağa, te di agir û ‘ezabê xwe de neşewitîne. (Piştî Kejo diçe) Însan ewqas ehmeq û cahil nabe yaw!

Çend rojê din piştî limêja înê, gundî ji camîyê derdikevin. Hinek ber bi malê ve diçin, çend heb jî li ber camîyê rûdinin. Ji van Felemez baqil û xwenede xuyaye.

SELÎM: Birayê Felemez! Ne Kejo ne jî kurê wî îro dikan vekirine. XALID: Kejo nehatibû limêja înê jî. DAWID: Wa Kejo bi vî alî ve tê. Ezê bangî wî kim. Lo Kejo! Lo Kejo! Hela wer! Hela were çayek me vexwe. (Kejo tê rûdine. Piştî xêrhatinê) KEJO: Ağê min nexweşe. Ez hatim bê ka îlacê wî hatine. SELÎM: Kejo! Te xêre te dikan venekirye? DAWID: Tu nehatibû limêja înê jî. KEJO: Ağê min Şaqo, hinekî ne rehetbû. Gote min “Ne here limêjê ne jî dikanê.” Min karê mala wî kir. FELEMEZ: Ev çawa çêdibe Kejo? Çi ‘eleqa nerehetîya ağa û dikan û limêja te bihev hene? KEJO: Wextê ne bi dilê ağê min be, ezê çawa bêm? FELEMEZ: Allah Allah! Ji bo limêjê tê çawa îznê ji ağa bistîne? Xweda limêj ferz kirîye. Neçûna limêj û dikanê, ewê çi menfîetê bide ağê? KEJO: Ê de ağa dizane, ez nizanim. Ev çend sal e ağê me ye. Nav û dengê me, ku hebe qîmetek me bi wî ye. DAWID: Ka bêje, ê ku te têr û birçî dike kîye?
KEJO: Şaqo Ağaye. DAWID: Ê ku te ji xerabîyû tarîtîyê disitirîne kîye? KEJO: Ma ewê kî be? Tu zanî ağê min e. DAWID: Yaw ka hela Rebbê te kîye? Ê te xweşik xuliqandîye, qenc ‘edilandîye, baş sitirandîye, te mezin dike, dûvre ewê bimrîne, pêyre dîsa sağ bike û bide hîsab bêje kîye? KEJO: Sofî Dawo! Ê de ağê min Şaqo jî hindikî xwedîtî lime ne kirye! Derdê te ku hema ez bêjim Şaqo Ağa ne tiştek e.

DAWID: Mêzeke! Ehmeqkî wek te jî zane ku ji Şaqo meztir heye. Dêmek meznê teyî heqîqî ne Şaqo Ağaye. KEJO: Derdê we ku hûn ağê min biçûk bikin, di çavê min û millet de xirab xuya bikin. FELEMEZ: ‘Eyb e ji te re Kejo! Te xwe ewqas kor û reben kirye. Gava Xweda bi rih û canê Şaqo bigre, ne Şaqo kare xwe tevde ne hûn karin wî xelaskin. De ka bêje, ê ku heyat û mirin di destê wî de ye, ê ku roj û hîv û hemî kaînat dibin emrê wî de ye, ê ku rizq û debarîyê dide kîye? XALID: Pêxemberê me dibêje “meznantîya we ji hev tune ye, ji bil teqwa û exlaqxweşîyê” Îja heger ‘eqlê te ji kîsê Şaqo be, wey li halê te! KEJO: Yaw hûn bêjin çi jî, ê xwe ez li ser ağê xwe qebûl nakim. Çima hûn fêm nakin, bê wî ez tune me. Şaqo bêje “heywanê xwe dernexe çêrê” Ez dernaxim. Bêje “Dikana xwe veneke” Ez venakim. Bêje “Nere camîyû limêjê” Ez narim. XALID: Ewê Şaqo Ağa, ehmeqê wek te li ku derê bibîne ku emrê ağa li ser ferzê Xweda digre, xwestinê ağa li ser gotinê Resûlê Xweda digre? Gava tu ket ber sekrata, di qebrê de, di heşrê de jî de bila Şaqo Ağa, were alîkarîya te bike! KEJO: Ez ğulamê ağê xwe me. Ji ağa re ğulam, ji ğulam re jî koletî divê. Ez û zaryê xwe em kolê ber deryê Şaqonin. (Bi ğeyd radibe, li ber çûnê)

DAWID: Here Kejo here! Lê bila haya te jê hebe ku tu dîn û îman û namûsa xwe jî li ser Şaqo neke, xwe di agir û ‘ezabê Şaqo de neşewitîne. FELEMEZ: Hezretî ‘Elî belasebeb negotîye “Însanê herî ehmeq, yê axîreta xwe fedayî dinya xwe dike. Ê jê ehmeqtir jî ê axreta xwe fedayî dinya kesê din dike.”

Çend roj derbas nebûn, Şaqo Ağa mir. Kejo di nav gund de qêrîn û feryad dike. Dibêje “Ha ho! Ağê min mir! Ağê min mirîye!” Lê ti gundî guhnadê, lê ho venadê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê ‘HERF Û NOQTE – 1
Ê Li Pey EM GUH BIDIN PÊXEMBER

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.