Çand û Taybetiyên Çandê

Article

Çand çiye ku em vê bêjeyê her daîm bilêv dikin, bi bîr tînin? Qest bi bêje ya çandê çandinî ya rez û bostanane? Bêjeyeke botanîkî ye; an civaknasî, dîroknasî, feylesofî, antropolojî, psikolojî ye? Hem erê hem na! Lewra eleqa çandê, bi van û gelek zanistên din heye. Te’rîfên wê tevlîhev in, gelek in û her roj jî lê zêde dibin.

 

Ziya Gokalp jê re bêjeya “xars” bikar anîye ku ev bêje ‘eslê wê ‘Erebî ye. Zimanê Latînî “colere-cultus-cultura” bikar anî ye ku “kultur” a Tirkî jî rehê xwe ji vir sitandiye. Bi Erebî “seqafetû” bi Farisî “ferheng” bo bêjeya “çand”ê dibêjin. Bi kurtasî ma’ne bi “çand”ê; çandinî ya erdan, karên zîre’etê, xebat, topkirin, lêkolîn, têgihîn, îdraq, perwerdehî, huner, hiş, zanîn, edeb û hwd… Di hemû wateyên wê de elaqe bi kar û xebatên mirovan, hilberîn û topkirinê ve heye.

 

Li gor fêhm û zanîna xwe ez dibêjim çand; pêvajoyeke bi insan re dimeşe… Çi tiştê bi serê insan hatiye û derbas bûye her tiştek daye insan û tiştek sitandiye. Ev dan û sitandin teybetmendî di daîre ya piçûk û herî girîng insan de, piştre di malbat, gund, bajar û gelan de ava kiriye. Ev daîreyên taybetmendî çand in. Çanda mirovan, çanda kuçeyan, çanda gund, çanda bajêr, çanda gelê Kurd û hwd…

 

Di nebat û heywanan de çand ew av, hewa, erd, cih û şert in ku jîn pê mumkin be. Mînak bo penguwenan berf, qeşa, serma… yanî cihekî her zivistan bo jîn û dewama nesla wan lazim e. Roja vekirî, barana nerm ji penguwenan re zerar e. Di rewşeke wisan de jiyan bo wan ne mumkin e. Wisan jî teybetmendîyên bînaya mirovan ava dike, wan li hev digire hene; her wisa bo bajar, dewlet û gelan jî hene. Hin xususiyet û teybetî û elametên “çand”ê bi kurtasî ev in;

 

Rasenatî: Yanî çand xwe ye, girêdayî bi cîhetê xwe yê muşexes e, bi tena serê xwe ye. Tiştin hene tenha di wê de rast tên, durist dibin. Her kom, civak, cemaet teybetiyên xwe ava dike. Çanda her civak û milletekî bi xususiyet û taybetiyên li gor sifetê xwe li kar e. Bi saya vê elametê bo ew civak û ew zeman û ew herêmê em dikarin qala çandeke xas bikin.

 

Te’rîf û Danasîn: Çand wezîfeyek wisa bikartîne ku hun dikarin pê komekê te’rîf bikin. Yanî çand bi saya vê te’rîfê dide naskirin. Her wek di Qur’ana Pîroz de jî Ellah Te’ala gotiye “Min reng û zimanên we ji hev cûda aferand da ku hun hev binasin.” Mînak; mirovên welatê Efrîqa rengê wan reş û esmerîyeke nêzî reşahiyê ye. Germahî zêdeye. Çanda wan ya xwarinê, çanda wan ya xanî an sitarê ji ya xelkên welatên din cûda ye. Wek van cudahiyan te’rîf û naskirinek bo wan insan û herêman derdikeve hole.

 

Bi hevgirtin û Ji hevqetandin: Çand di civakê de mirovan li hev digire, Mirov nêzî hev difikirin, di gelek tiştan de bi hev re tevdigerin, dirabin û dirûnin. Wisan jî mirov kom û cemaêtan pêk tînin. Ev cemaet carinan dijê hev disekinin, dijê hev tevdigerin. Yanî teybetiyeke çandê ew tişt e ku li hev digire û ji hev diveqetîne.

 

Sînor: Çand sînoran xêz dike, tayîn dike. Di rabûn û rûniştina mirovan de ew usûl û rîtûel û tevgerên însan dikin di nêv sînorande ne. Di çanda hin milletan de tiştin hene kirina wan gelek şerm û xetere ye; di çand hin milletan de ew tişta şerm û xetere belkû hîç şerm û xetere nebe. Bi vî rengî çand sînoran xêz dike, tayîn dike.

 

Hînbûn û Perwerdebûn: Çand tê hînkirin. Di nav wî sînorê çanda hakim de ev hînkirin û perwerdekirin didome. An mirovekî ji çandeke cûda hatibe nav çandeke din lazime wê çandê hîn bibe û perwerde bibe. Eger di nêv xelkekî de ev xeleka hînkirin û perwerdekirina çandê zeîf bûbe, an qut bûbe; di navbera piçûk û mezinan de bêhizûriyek giran derdike hole. Mixabin di roja me de sedem derfetên teknolojîk aletên ragihandinê, benê çanda navbera piçûk û mezinan de zeîf ketiye. Di gelek malbatan de min ev muşahade kiriye.

 

Civakî: Çand civakî ye. Ne malê şexsekî belkî malê tevahiya cemaet, kom, gund an milletekî ye. Ev teybetiyeke serekeye bo çandê. Bi rastî pêwendiyê navbera “çand” û “civak”ê ji her alî ve ketiye nav hev û bi hev re di elaqeyê de ne. Heta hebûna wan hev temam dikin.

 

Dîrokî û Berdewamî: Çand di sal û zemanan de derbas bûye. Di vê serdaboriyê de reng û şekl û deng û wate… sitandiye. Her wisa bi vî rengî berdewam e. Çand hem dîrok e, bi dîrokê re qonax bi qonax geriyaye û hem hê jî digere, berdewam e.

 

Remz û Sembol: Di naskirin û wateyê de remz û sembol girîng in. Çawa remz û sembol û etîket û tabela di jiyana rojane de li her nuqteya jiyanê bela bûne. Wisan jî çand komeke remz û îşaretan e. Ji tarîxê, ji rojevê di nav her civak û milletekî de gelek remz û şîar û sembol hene belkî yek bi yek li ser hişê insanan neqişandîne.

 

Guhertin: Herî girîng teybetiyeke çandê guhertin e. Çawa av di cihê xwe de nasekine, diherike, diçe, zirav û tenik dibe û rengê zemîn û qalibê li ser digere di xwe de dide nîşan, dibe dew, dibe kola, dibe porteqal; wisan jî çand di ger û seyr û sefer û serpêhatiyên xwe de diguhere. Di civakan de du cure guhertin pêk tên. Yek, guhertina serbest û sirîştî; du, guhertina zor û mecbûrî.

 

Di mijareke din de bi teybetî bo gelê Kurd emê li wê çanda zor û mecbûrî bigerin. Emanetê Xweda bin…                                                          

                                                                                                                             

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Fedlûllah POLAN

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.