Ji Ciwan Dozvanê Îslamê Re

Article

Bi navê Xweda yê Dilovan.

Bê hedd û hîsab hemd ji Xweda ê Te’ala re be. Silavên Wî li ser Pêxemberê me (Silavên Xweda li ser) be.

Bêgûman feqîhbûna di dîn de ango di behsa dîn de ku meriv xweyi hayidar û zanebûn u ‘ilmekî kûr be, evêya dana Xweda ye. Xweda vêya dide henek bawermendê bijartî. Lewra evêya dana Xweda a herî mezin û herî xweşe.

Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) di hedîseka xweyî şêrîn de wiha gotîye:

“Xweda xêra kî bi xwaze wan di heqê din de dike feqîh” (Buharî – ‘Ilim 10) ango agahîyeka kûr di derheqê dîn de dide wan, wan dike zane.

Ji ber vê, fiqih rîya herî rast bi ber misilmana dixe. Ma ‘ekil bê fiqih digihîje rîya rast? Mixabin na, nikare bigihîjê. Lewra fiqih, temamê jiyana me dor pêç kirîye/dike. Bawerî, ‘îbadet, bazirganî, dan û sitandin, zewac û hev berdan, heq û mafên Xweda û ên însana tev bê fiqih çênabe, bê fiqih evana nayên meşandin.

Bê fiqih gazîkirina însanayî bi bal dawe û doza Xweda ve jî nabe. Bê fiqih misilmanekî dozvanê rîya Xweda gava ku bikeve rê ewê mixabi pir şaşîtîya bike u ji dêvla ku qencîyê bike ewê zirarê bide dozvanên Îslamê. Ji ber vê, beguman fiqih; ji temamê misilmanê dozvanê dînê Xweda re dibe wek ewlehîyekê, dibe wek xanîyekî ditarê.

Fiqih ji kirin û bi cî anîna tevê ‘îbadetan re dibe piştek. Ji ber vê ji bo ku ‘îbadetên me bê kêmayîbin fiqih ji me teva re pêwist e.

Fiqhe a ku dozvanê doza Xweda digihîne serkeftinê û ji serkeftinê re dibe navend. Ji roja ku Pêxemberê me (Silavên Xweda li ser bin) dest bi teblîğ û gazîkirina bi bal Xweda û dîne wî kirîye heta îro en ku xwe li dora vê da’wetê girtine û li dora wê civîyane bi piranî xortbûn, ciwanbûn. De’we ji roja pêşî bi xort u ciwana dest pê kirîye.

Cangorî û Şehîdên vê de’wê ciwan û xortbûn. Ciwanên îro jî ên ku li pey wan diçin û ji wan re bûne xelîfe pêwiste ku ew jî weka selefên xwe bi zanebûn û bi ‘ilim bi xemilînîn. Heke ku bi rastî xwe dane bin vî barê giran, ev barê ha çi dixwaze bi wî hawî tevger û hereket bikin. Pêwiste ku dozvan zanibin bê çi dibêjin, Ji kî re ewê çi bejin, li kur ewê çi xeberbıdın. Pêwiste ku dozvanê doza Xweda her yek ji wan weka hekim u diztorekî bin. Zanibin bê nexweşê wan  nexweşîya wan çiye, çima nexweş ketiye, çi bawerî u agahdarîy ji kî re başe ji kî re nebaşe jê re qedexeye. Çi agahdarî kî baş dike radike ser pîya kî jî nexweş dike u jahrî dike.

Hekene ku dozvanê roja me ne wisabin ewê ji mixabin weka ên henekê ku îro derketine li pîyasêne û bi navê Îslamê derketine lê belê zirara herî mezin ew didine Îslamê zirarê bidine Îslamê.

Em vêya ji bîr nekin ku meriv zirarê encex ji nezantîyê dide doza xwe. Ku meriv zana be, zanibe ewê çawa tevger bike, doza wî çi jê dixwaze ne mimkine ku zirarê bide doza xwe. Xort û ciwanên me jî bila veya jibîrnekin. A herî mezin û muhîm eve.

U em vêya ji jibîr nekin ku; neyarên Îslamê temamê hewl û qewet û erk û şuxlên xwe didine ser ku ciwanên hûrik û zîzik ji rê derxin bi kar tînin. Lewra hîsabê wan tev li ser ciwanaye.

Ev doza vêga ku li Kurdîsranê û temamê weletên me bûye weka şûrekî û ketîye nava ça’vê neyarê Îslamê li ser pişta xort û ciwana hate holê. Ciwanan wê ji vê dozê re bûne piştek, bûne bingeh, bûne dest û pî. Bi xwîn û şuxlên xweyî bi zanebûn, bi xwendin û hîkmet pêş ve birin.

Rehberên me yî ‘ezîz û ‘egît gava ku vê de’wê, vê cema’etê avakirin ew jî bi ‘emrên xwe hê xort û ciwan bûn. Seydayên me hingê hê xort bûn. Ji bo ku xwe bi melleyên extîyar bidin qabûlkirin, ji Xweda re di’a dikirin ku rih û porê wan sipî bibe da ku dikaribin doza xwe ji însanan re bêjin. Lê belê xortan  ên ku bi vî ‘emrê xwe ji wan mezintir bûn çok datanîn û xeberdanê wan qebûl dikirin, di gotin weka we ye. Tiştê ku wan rêber û seydayê me bi wan însanê bi ‘emr ji wan mezintir bûn dida qebûlkirin bêgûman zanebûn û ‘ilmê wayî Îlahmê bû. Ew ne vala bûn, ji ber vê dihatin qebûlkirin.

Pêwiste ku em jî xort û ciwanên roja me madem em li pey Rêber û Seydayên xwe diçin, me doza wan daye ser milê xwe, me xwe daye bin vî barê giran û madem ku em fêkîyên wî şuxlê wayî rojên giranin, wan dara vê dozê bi xwîn û xweydana xwe avdan, îro di nav vê civaka cahilî û nezan de  em bûne fêkîyên wê dara pîroz pêwiste ku em ji t’ema xwe bidin însana. Ne ku gava li me binerin dilê wan li hev keve û ma’dê xwe tirş bikin. Em zanibim bê em xwedîyê dozekî çiqasî mezinin. Li gora vê jî em xwe bi ‘ilm û zanebûna Îslamî bixemilînin.

Binherîn îro pire pêşîvanên meyî ku em li pey wan diçin û vê doza pîroz gihîştandine me, an bûne cabgorîyên vê dozê an bûne peneber û mehkûm in an jî di heps û zindanan de ‘emr borandin. Em him qedrê van pêşîvanê xwe zanibin him jî qedrê vê de’wa xwe zanibin û bi hawîkî herî xweşik bê kêmasî ji ên pey xwe re bihêlin. Pêşîvanên me vê mîrasa mezin ji me re hiştin. Em jî ji wan re bibin xelîfe û ji xelîfên pey xwe re tiştekî baş bihêlin. Çawa ku ên berî me ji xêr û bereketa şuxlê me re dibine şirîk, ‘eynî wisa emê jî ji xebatên yên pey xwe re bibin şirîk.

Em çiqasî di xebatên xwe de li ser rîya rast bin, em çiqasî metodeka rast bi şopînin ewê doza me hê mezintir bi be û ewê di pêşerojê de hê mayindebe.

Ji ber vê ku Xwedê bê herê û ‘emir bide em dixwazin ji bo dozvanê Îslamê re, ji bo gazîkirina bibal dînê Xweda ve rîya herî rast û a herî bi fêde kîjane û çawaye em hinek usûl û qa’îdên fiqhî bi bîra hev binin. Em hêvîdarin ku ewê bi van usûl û qa’îdan metar u azîna Pêxembrê xwe (Silavên Xweda li Ser bin), ya selef û pêşîvanên xwe hîn bibin û nasbikin. Lewra îro civak û însanên me pir hewceyî de’wetî bi bal dînê Îslamê ve ye. Lê pêwist e ku ev gazîkirin bi ziman û  hawakî xweş û metod û azîneka rast be ji bu ku fêkîyên xwe bide.

Em ji bîr nekîn ku doza mezin sitûnên ku wê li pîya digirin fiqhe, navenda wê îxlase, ardûyên ku jê re dibe enerjî û wê birêve dibe jî hezkirin û dilovanîya li hember însanan û civakêye. Em ancax bi vî hawayî dikaribin însana li dora xwe bicivînin û xwe bi wan bidine qebûlkirin.

 

Heta nivîseka din bimînin di xêr û xweşîyê de. We dispêrim Xweda ê Dilovan.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

İbrahîm Elihî

Ê Berê Mizgeft Namusa Bawermenda Ne
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.