MIHAFEZEKIRINA SIRRAN

Article

Di doza Îslamî de ji bo mislimanan girîngiya şî’arên sir, raz û veşarîtiyê!

Belê gelî xwendevanên birûmet û birayên hêja! Her weke ku ji teref we ve jî tê zanîn şerê di nava heq û batilê de dê heta roja qiyametê berdewam bike. Dîsa tê zanîn şeytan û terefdarên xwe ji bo ehlê heqê lewaz bikin û wan ji holê rabikin, heta îro her çi ji destên wan hatibe kirin, dê ji îro pê ve jî bikin. Lê belê divê neyê jibîrkirin şeytan û terefdarên wî her çi qas bi hêz û qewet bin jî zafer û arîkariya Xweda Te’ala her tim li ba terefdarên heqqê re ye, ango li ba wan kesên ku ji bo rizaya Wî bi şev û roj dixebitin e. Lewra kesên ku baweriyê bi heqqê anîne û di wê riyê de dimeşin, xwediyê metoda hareketa herî mezin û xwediyê mucadeleyeke ûlvî ne. Zîra, Ellah ‘Ezze we Celle him jiyanên wan û him jî mucadele û tekoşînên wan bi wehya îlahî serrast dike û piştgiriyê dide wan.

Xweda Te’ala di wê şerî’eta munewwer a ku ji Hz. Muhammed (s.x.l) re nazil kiriye û dê heta qiyametê jî berdewam bike de metoda ku dê di de’weta îlahî de bê şopandin him di heyama Mekkê de û him jî di heyama Medîneya munewer de nîşanî me daye. Ev nîşandan ne tenê ji bo heyamê ye, berewajî ji bo temamê heyam û temamê mislimanan e. Çawa ku me gotibû ev şerî’eta pîroz û mubarek heta qiyametê derbasdar e.

Dema ku em şert û mercên heyama Mekkê û civaka wê demê binêrin û bi şikleke sîyasî şertan binirxînin emê hingê ehemiyeta raz, sirr û veşarîtiyê bi şiklekî kamil fêm bikin. Lewra dema Îslam li ser axa Mekkê rû da weke ku tê zanîn ji çar aliyan êrîşên hovane û zalimane li vê doz û de’wê û li kesên ku milên xwe dan vê dozê hatin kirin. Ji ber vê yekê di heyam û qonaxên ku êrîş li dozê û li kesên xwediyê dozê tên kirin de veşaritî û razbûna dozê ji ber selahiyet û ehemiyetê esas e.

Ji bo mijar û mesele baştir bê fêmkirin em dikarin çend mînakên ji rêzê bidin. Wek mînak Resûlullah û eshabên Wî tam 13 salan xebat û mucadeleya xwe ya Îslamî li Mekkê domandin. Di nava van 13 salan de xebatên Îslamî yên 3 salên pêşî bi şiklekî mexfî û veşartî di nava metoda îlahî de hatin kirin. Her wiha di vê pêvajoya 13 salan de her gava ku hat avêtin bi hisab û bi tedbîr bêyî ku muşrîk û kafir bibihîzin hatin avêtin.

Ji vê serdemê re mînaka herî delal hereketa Hîcretê ye. Weke ku hûn jî dizanin Hîcret bi şiklekî neeşkere hat kirin û him ji teref mislimanan ve û him jî ji teref Hz. Muhammed ve gelek tedbir hatin standin. Ger ev hîcreta ku hat kirin nexasim a Hz. Muhammed bi şiklekî eşkerebûya, Xweda çêtir dizane dê hereketa Îslamî darbeyeke mezin xwaribûya. Lê belê ji ber ku ev hîcret di bin metodên Îlahî de hat kirin, misliman bêzirar û bêziyan gihaştin Medîneya munewer.

Ji bo girîngiya raz, veşaritî û sirrê ya di doza Îslamê de çêtir bê fêmkirin, em dikarin ji dewra Medînê jî mînakekê bidin:

Her weke dê bê bîra merev, pêxemberê me li Medînê dema ku seriyeya ewil bi ber Deşta Nahlê ve bi rê kir tevlî serdar Abdullahê kurê Cahş 8 kes wezîfedar kir. Beriya ku ev seriye bi rê bikeve Hz. Muhammed nameyeke ku çend tişt tê de hatibûn nivîsandin da Serdarê Seriyê ‘Ebdullahê kurê Cahş û jê re got ku “Heta 2 rojan bi ber Mekkeyê ve bimeşin û piştî dawiya 2 rojan vê nameyê li cihê ku hûn gihanê bixwînin.” ‘Ebdullahê kurê Cahş û hevalên xwe weke ku pêxemberê me ji wan re gotibû bi qasî 2 rojan meşiyan û gihaştin serê girekê ku ev gir jî nêzî Deşta Nahleyê bû. ‘Ebdullah dema name vekir ev tişt hatibû nivîsandin: “Ey Abdullah dema ku te vê nameyê xwend, qet zextan li hevalên xwe neke û berê xwe digel hev bidin bi ber Deşta Nahleyê ve û li wê derê mişrikan bişopînin ka çi karî dikin.”

Ji vê gotina pêxember diyar dibe ku pêxemberê me seriye ji bo berhevkirina îstîxbarata herêmî bi rê kiribû. Di vir de tiştekî balkêş heye ew jî ev e; ji Mislimanên ehlê Medînê tu kes nizanibû ev seriye ji bo çi û bi ber kû ve diçe, lê belê ya ‘ecêbtir jî ev e; ‘Ebdullah û hevalên wî jî nizanibin bi çi niyetê û ber bi kû ve bi rê ketine.

‘Ebdullah piştî ku fermana Resûllullah xwend, bi şiklekî nerm û erênî peyama Resûlullah ji hevalên xwe re teblîğ kir. Di dûmahiyê de ev sefer tiştên gelekî bi xêr û bereket kire nesîbê mislimanan.

Ger ku we jî bala xwe dabe vê hedîsê hemû tiştê ku hatin kirin bihisab in û hemû di çarçoveya raz, veşaritî û sirê de ne. Ger ku di vê çarçovê de hereket nehatiba kirin, Xweda çêtir dizane dê ev hereket bi ser neketiba.

Hewce nake mirov dûvdirêj bike. Pêwîst e her kesê ku ji xwe re dibêje ez Misliman im divê di kar û barên xwe de haya xwe ji xwe bike û metoda Resûlulllah û eshabên wî -ku ev metod ji teref Xweda Teala ve lutf û nîmetek e- bişopîne û ji xwe re bike şî’ar. Lewra ger misliman haya xwe ji xwe nekin û di karûbarên xwe de ne hişyar bin, zirar ji wan zêdetir dê bigihije doz û dawa wî. Gotineke Farisan heye ku divê neyê jibîrkirin:

“Dîwar mûş dared, mûş gûş dared.” Ango di nava dîwarî de mişk heye û du gûhên wî mişkî hene.

Yanî kesê muxateb û xwediyê gotinê haya xwe ji gotinên xwe bike û li axavtina xwe miqate be. Lewra her tiştên ku tu dê bînî zimên îhtîmal e ku ji teref derdorê ve bên bihîstin.

Es-Selamun Aleykum we Rehmetullahî we Berekatûhû…

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Selîm Cîhanî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.