Wexta Wîcdan û Merhamet Nema Be

Article

Wexta bi însanan re wîcdan û merhamet nemîne êdî li pey hev tewr û tevgerên bê wîcdan tên kirin.

Zalimê Beas li Îdlîbê bi ser serê sivîlan de bi sîlehên kîmyevî kîmyasal û gazê dibarîne.

Ev rewşa hanê di hestiyê Beasê de bicîh bûye. Berî niha Seddam di wexta herba Îran û Iraqê de wek çawa li ser Helebçê de kîmyasal reşandibû.

Versiyona wê ya li Sûriyeyê jî di nava salên dawîn de gelekê caran bi kîmyasalê êrîş rast kirin.

Xetên sor hatin û qanûn hatin bin pê kirin û cûtin. Hatin şermezar kirin feqet evana li ser Esed tu tesîr nekir.

Zalim, zalimtiya xwe di her fersendê de nîşan da.

Ji teref çeteyên xwînmij yên Esed ve firneyên nan, xestexane, cîhên bazarê hatin bombe baran kirin.

Êrîşa kîmyevî jî wisa tê paş çav kirin.

Wexta wîcdan û merhamet bi yekî re namîne ji hêla virr û derewan de ji heddê xwe derdikevin.

Rûsya dibêje me bombe barîn rast nekiriye; feqet di pey re dibêjin em ê destek û piştgiriya xwe ya ji Esed re berdewam bikin.

Pişt re jî Esed û Rûsya dibêjin me sîlehên kîmyasal bikar neanîye, em li depoyên kîmyasalê yên aîdê muxalifan xistiye.

Zihnê ku ji heqîqetê re girtîn e û di dilên kor bûn e de pirseke wisa çênabe: “Gelo heke kîmyasal bi muxalifan re hebe jî, ka teyare û firokên ku vê kîmyasalê bikarbîne…?”

Di virr û derewan de gelekî ji heddê xwe derketine. Te hew dît ku sibê hinek rabûn û gotin “wan di xwe de bombe teqandin, ji bo xwe ji dinyayê re mexdûr bidin nîşandan.” Wisa di virr û îthaman de bi awayekî bêexlaq û gemar ji heddê xwe derketine.

A niha jî hinek dibêjin “Emrîşka ew bombe barandin kir” û ketine telaş û heyra xwe pak bikin.

Madem wisa ye, ev çima ji ber vê êrîşa der însanî wun Emrîkayê şermezar û lanet nakin?

Qet guman û şupha me ji xwînmijî, wehşet û zalimtiya Emrîka tune ye. Feqet kes nikare vê zalimti û wehşîtiya Emrîka ji zalimtî û wehşîtiya xwe re bike maske û ser binixumîne.

Me got ya bila carekê wîcdan û merhamet nemiciqin êdî tu serî bi derew û fesadiyan û îftirayan re dernaxe.

Gelo wê li axretê, li cem hizûra Rebbê alemê wê cewabê bidin? Ew roja ku tê de tê got: “Şahid tên û di wê rojê de zilm û neheqî li tu kesî nayê.”

Ji bo laîk û neyarek Îslamê ma hewce dike meriv axreta xwe têxe tahlûke û xeterê?

 

Hasan Sabaz – Dogrûhaber 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Hasan Sabaz

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.