MU’MIN MU’MINE

Article

ÇI FEQÎR BE ÇI DEWLEMEND BE MU’MIN MU’MINE


اللّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاء وَيَقَدِرُ وَفَرِحُواْ بِالْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَمَا الْحَيَاةُ الدُّنْيَا فِي الآخِرَةِ إِلاَّ مَتَاعٌ ﴿٢٦﴾


Xuda, kê bi xwaze rizqê wî fireh dike û kê bi xwaze rizqê wî teng dike. Ewana ji bonî jîna dinyayê kêfxweş dibin. Jiyana dinyayê, li ber jiyana axretê ji pertalekî pêve ne tiştekî dîye. (Reʿd/26)

Dewlemendî û xizanî (feqîrî) herdû wasîteyên îmtîhanêne. Xuda Teʿala, ji destpêka dîroka însana heta îro, însan bi van herdû wasîteyan îmtîhan kirîne. Xuda Te’ala, hinek însan dewlemend û hinek însan feqîr kirine. Ji bona semîmîyeta însana biceribîne, carna ew feqîr, carna jî ew zengîn kirine.

Gelekê însana, di firehî û dewlemendîyê de, xwe wunda kirine û ğir bûne. Ser xweve çûne, heddê xwe derbas kirine. Ew quwwet û maldarîya di dest wan de, çe’vê wan kor kirîye û wan gotîye qey, ev quwweta wan ji wane. Mal û mulkê di dest wande, buyê sebebê ‘isyanîya li ber Xuda. Wan gotîye qey ew mulkê wan, wê her û daîm di dest wande bimîne. Li emr û nehyê Xuda guhdarî nekirine û pâra feqîr û miskîna ji nav malê xwe nederxistine, li tu kesî rehm nekirine. Di nav îsraf û debdebeyeke mezin de jiyane. Van kesan, qîma xwe bi niʿmetê dinyayê anîne û xwe ji niʿmetê axretê bêpâr hiştine. Xuda Teʿala di Qur’ana Pîroz de vê heqîqetê wuha dibêje:

“Tiştê ku nefs bi dijwarî dixwaze; wekî jinan, zarokan, bi bâran zêr u zîv, hespên durûvkirî, terş u çandinî, bi însanan hatiya xemilandin. Ha ev, kêfborandina vê dinyayêye û dûmahîka spehî li cem Xudê’ye.“ (Alî ‘İmran/14)

Xuda Teʿala, ji însanê berîya me jiyane mînake dide û behsa Qarûn dike di Qur’anê de. Lewra ew, bi mal û mulkê xwe serxweve çûbû:

“Bê guman Qarûn, ji gelê Mûsa bû. Lê wî xwe, li ser milletê xwe mezin dêra û li wan zilm kir. Me xezîneyên wiha dabun wî kû (hilgirtina) miftehên wan, ji desteyeke xurt re jî zor û giran dihat. Gelê wî jêre got: “Bitir nebe, bê gûman Xuda ji bitran hez nake! Bi wî malê Xudê daye te, mala axretê bixwaze; lê bêlê pâra xweyî ji dinyayê jî, jibîr neke. Wekî Xudê kû qencî li te kirîye, tû jî wiha qencîyê bike û li ‘erdê xerabîyê nexwaze, lewra Xuda ji xerabkâran hez nake.”

Qarûn got: “Ew (mal u serwet) tenê bi zanîna min ji minre hatîye dayîn.” Qey Qarûn, nizanîbû kû Xudê ji wan ummetên berîya wî, gelek milletên jê bi hêztir û têrmaltir jî helak kiribûn. Gunehkâr, ji gunehên xwe nayên pirsyârkirin (lewra Xudê bi gunehên wan di zane).

Qarûn, bi ihtîşam û xemla xwe derket pêşberî gelê xwe. Ewên kû jiyana dinyayê dixwestin, digotin: “Xwezka wekî yê ji Qarûn re hatiye dayîn, ji mere jî hebûya. Bêgûman ew xwedan hebûnek mezine!”

Ewên kû ‘ilm ji wan re hatibû dayîn, ji wanre gotin: “Xwelî li serê we be! Ew mukafatê kû Xuda, wê bide wan kesê bawerî tîne û ‘emelê salih dike çêtire. Ew jî, tenê ji sebirkêşan re tê dayîn.”

Îca me, Qarûn bi mal u xanîyê wîve bi ‘erdêde bire xwarê. Êdî tu zilamên wî jî tune bûn kû li pêş ber Xuda alikârîyê jêre bikin û wî bi xwe jî nikârîbû alikârîya xwe bike.

Ewên kû hîna doh dixwestin li şûna Qarûn bûna, digotin: “Hey wax! Raste, Xudê rizqê fireh, ji kîjan ‘evdê xwere bixwaze, dide wî û ji kîjanî jî bixwaze jê teng digre. Heger Xudê, li me qencî nekiriba, wê em jî bikirina binê ‘erdê. Hey wax! Raste, kâfir îflah nabin.” (Qeses/76-82)

Wekî me ji serpêhatîya Qarûn fêm kir ku mal u serweta vê dinyayê, di destê însande emaneteke û sebebê îmtîhanêye. Xuda kengî bixwaze, dikâre wê ji dest însan derêne. Madem wuhaye, lazime însan, nebe ğulamê dinyayê û Rebbê xwe jibîr neke. Jibo jîn û jiyanek fanî, axreta xweyî baqî nefroşe. Însan, lazime di vê feʿmêde be kû Xuda tû carî ji kibr û bitrîtîyê hez nake.

Însan, di dewlemendîyê û hukumdarîyê de lazim wek Nebî Suleyman (‘eleyhîsselam) bin. Xuda Teʿla, çiqas milk didayê, wî bêhtir şukrîya xwe zêde dikir. Li ber niʿmetê Xudê şikir dikir û di got:

هَذَا مِن فَضْلِ رَبِّي لِيَبْلُوَنِي أَأَشْكُرُ أَمْ أَكْفُرُ وَمَن شَكَرَ فَإِنَّمَا يَشْكُرُ لِنَفْسِهِ وَمَن كَفَرَ فَإِنَّ رَبِّي غَنِيٌّ كَرِيمٌ 

“Ev ji fedla (kerema) Rebbê mine da min biceribîne, bê ezê şukrîya wî bikim yan ezê nankorîya wî bikim. Kî şikir bike, ew ji bo xwe şikir dike; kî jî nankorîyê bike, Rebbê min dewlemende û xwedan-kereme.” (Neml/40)

Dîsa em bînin bîra xwe, wextê Resûlê Xuda, piştî hîcreta Medînê bi heşt sala, bi hezaran fedaî û leşkerên xwe, divegerîya Mekkeyê. Berî heşt sala, hevalê wîyên mu’min, ji mecbûrî Mekke terikandibûn. Ew û hevalê xwe Hz. Ebû Bekir (redîyellahu ‘enhû), bi dizî ji Mekkê derketibûn. Lê belê ewro, Mekke jêre teslîm bûbû û wî Mekke fetih kiribû. Lê wî, xwe qed wunda nekir. Kibr û fexxarî pêre çênebû. Li ber vê nîʿmeta Rebbul ‘alemîn wî jî, şikir dikir û serê xwe ditewand û diket nav bajarê Mekkeyê. Lewra Resûlê Xudê, xweş zanîbû ev nisret û fetha mezin, bi tevî dana Xuda’ye; ne bi xebat û zanebûna şexsê wî bi xweye.

Însan, carna jî, bi feqîrî yû tuneyîyê tê ceribandin. Xuda, niʿmetê dinyayî ji însan distîne û wî dixe halê mihtacîyê. Însanê feqîr, li dora xwe dinêre, halê kesê dewlemend û halê xwe dide ber hev. Dilê xwe, bi halê xwe di şewitîne. Nefsa wî, weswesa dixe nava wî û dibê: “Çîyî te kême ji vanê dora te? Lê belê Xudê, ew zengîn kirine û tu feqîr hiştiyî.”

Mirovê mu’min, çiqasî  feqîr be jî, dîsa jî ew şakire li ber Rebbê xwe. Lewra ew zane, ev dinya ciyê îmtîhanêye. Heyata dinyê, heyatek fanîye; ne ebedîye. Çi dewlemendî û çi feqîrî, li vê dinyê, sebebê ceribandina îman û bawerîya însanane. Heyata muhim, ne heyata dinyayê; a axretêye. Ji bervê, lazime mirov, sebir bike li ber halê feqîrî yû tuneyîyê. Wê elbet rojekî herkes here hizûra Xudê, çi zengîn çi feqîr.

Xuda Te’ala, di Qur’ana Pîroz’de mîsala Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam) dide ji bonî me. Lewra Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam), gelek zor û zehmetî dîtin. Pêşî halê wî xweş bû. Zarok û ‘eyalî wî, mal û milkê wî pir bû. Lê belê Xuda Teʿla, her tiştê wî jê sitend. Ew bêkes hişt, ew feqîr kir û hem nexweşîke giran muselletî wî kir.

Wextê Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam), di vî halê xerab debû Îblîs (‘eleyhîl-leʿnet), li dora wî di zîzikî; dixwest ku Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam),ʿîsyanîyê bike li ber Rebbê xwe. Lê belê Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam), qed rû neda Îblîsê leʿîn. Ew bi zikr û ʿîbadetê mijûl bû, ta heta zimanê wî kârîbû bi zîvire.

Ji vê sebr û wefadârîya Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam), Xuda gelekî razî bû. Ew îmtîhana wîya giran ji ser rakir. Ew nîʿmetê ku Xuda jê sitendibûn dîsa lê vegerand. Bedena wî nû bû, mal û serweta wî zêde bû, pîreka wî ciwan bû û dîsa ewladê wî çêbûn. Xuda Teʿala, di Kîtaba Mubîn’de wiha pesnê Hz. Eyyûb (ʿeleyhisselam), dide:

“Bi rastî me ew (Hz. Eyyûb) sebirkêş dî. Ew çi ʿebdek xweş bû. Wî daîm berê xwe dida Xudê.” (Sad/44)

Mirovê mu’min, bi Xuda Teʿla heye; bi Xuda Teʿla bi xwedîye; bi Xuda Teʿala dewlemende. Meʿna heyatê, bi Xuda Teʿla çê dibe. Madem îmana Xuda Teʿala di qelbê mu’minde heye, ew mu’min tu carî ne feqîre û ne rebene. Heyateke dewlemend û ebedî li hêvya wîye. Cenneteke fireh, rizaya Rebbulʿalemîn û dîtina cemala Xuda Teʿla jêreye. Seydayê Melâ Cezerî, ev rastîya han, bê çi xweş û kurt gotîye di Dîwan’a xwe de:

Têk perîşan lef û şitriyyû tayên ji herîrim

Tu heyî min di dine, lew di dinê begler û mîrim

              Zêr û mal er çi nedêrim, te didêrim ne feqîrim

Ji evîna te şepalê, di şevan şubhê nedîrim

 

                                                                                                                                 Mustafa TURAN

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê 15ê Temmûzê, Yê Xwedê Ew Rûreş Kırî
Ê Li Pey Îstîqamet Keramet e, ‘Xeflet Hezîmete

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.