ENFAL

Article


14 ê meha Nîsanê salvegera komkujîya kurda ya bi navê Enfale.
Jenusîda Enfalê, ji teref Seddam û Be'sîya ve 1986/1989 navbera sê sala da 180 000 a zêdetir kurd hatine qetilkirin. 4000 gundên kurda hatine xerakirin. Milyonekê zêdetir kurd ji ciyê xwe koçber bûne, tev bi roja, têhn û bifçî li çola mane.
Qêrîn û zarîn ên jin û zaroka erd û asîman dihejand. Belê Emrîkê kerr ev qêrin ne dibihîst. Ewropê kor ev kêferat ne didît. Mafparêzên Însana ên navnetewî tene masîyên li bejê dayîn didîtin. Sazîyên navnetewî yên Îslamî jî pişt dabûne kurda û di nav ummetê de kurd sêwî û yêtîm mabûn. Tenê Çîya ew hewandibûn. Ji bilî çîya kesek dostê kurda nemabûn.
Seddam û hevalên wî yen xûnmij, bi vê hereketa Enfalê dixwestin yek carê tevê kurda bi taybet  Barzanîya bi vê komkjîyê tune bikin. Bi hêzên hewayî û bejî, bi hêzên leşkerî û sifîl, bi hêzên olî û sîyasî û bi tevê qeweta xwe û bi her çeşid silehên giran ji bona qirkirina Kurda seferber kiribûn.
Li herderê welêt rêyên jîyanê li ser Kurda de hatibûne qutkirin. Bi tank û topa, firfirok û firokeya bi hêzekî bêrêje gule û bombe dibarandin. Bi bombeyên jehr û kîmyewî jin û zarok ciwan û kal, pez û dewar bi girseyî hatibûne qetilkirin.
3000 mizgeft, 1800 mekteb, 300 nexweşxane, 30 dêr. Re û rêbar ji tetef Be'sîya ve hatibûn xirakirin. Xweza, çol û berî tev hatibû şewitandin.
Jin ên Barzanîya bi salan reş girêdabûn. Lewra goristana ku herin li serda bigirîn stêrka ji çavan birêjin û xweşhal bibin tunebûn. Be'sîya bi hezaran kes ji babên wana, mêrên wana, lawan wana dezgirtîyên wana tev şevekêde hildabûn biribûne cîyekê ne dîyar bi saxî binax kiribûn. Bi hezran jin ên jinebî, qîzên dezgirtî, sêwî û yetîm paş de mabûn.
Belê bizanibin hew ez dikarim binivîsim.
Dilê bi şewatê kul,
Çavên ji stêrka şil
qewet û meca bimin da nehêla.
Deka binihêrin dewran çewan digere. Kanê Seddam, kanê seddamî  û be'sî. Tev qelibîne di nêv sergoyê dirokêde.
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê AX HELEÇE
Ê Li Pey Çêroka Hostayên Keristanê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.