Harûn Reşît û Fudeyl B. ‘Iyaz

Article

Fudayl b. ‘Iyaz êvarê li mala xwe runiştiye Quranê duxwîne, dema dighêje ayeta ku dibêje “Ma hûn gûman dikin ku emê mirovên îman anîne û yê gunehkar wekhev bigrin” (Casiye :21) Ah di vê hengamê de Harûn Reşit û wezîrê xwe Fedl Bermekkî li devê derîyê Fudayl in. Harûn Reşit dengê Qur’anê his dike û dizîvire ser wezîr dibêje:

“Heger em şîreta buxazin ev besî me ye.”

Piştre herdû li derîyê Fudayl dixin. Fudeyl dibêje: “Ew kîye?”

Harûn Reşît: “Ez emîrul-muminîn Harûn Reşît ım! Ji Kerema xwe re derî veke!”

Fudeyl derî lê venake  dibêje: “Çi Karê Emîrul-mumînin la ba min heye? Ji kerema xwe re min Meşxul nekin.”

Wezîr: “Ey Fudeyl îta’eta ji emîrul-mumin re wacib e. Heger bi xweşî tu derî veneke emê bi zorê vekin.

Fudeyl dîsa derî venake.  Harûn Reşît û wezîr bi zorê derî vedikin û dikevin hundir.

Fudeyl ji bo wechê wan nebîne çirê vedimrîne. Harûn Reşît rûdinê, destê wî dighêje destê Fudeyl.

Fudeyl dibêje: “Ev dest çiqas destekî nerm e heger ji cehennemê azad bibe.” Harûn Reşît digrî û lavayî wî dike dibêje:

“Ey Fudeyl!  Ji Kerema xwe re hinek şîret li min bike.”

Fudeyl: “Ey Harûn! Kalê te Hz. ‘Ebbas (Apê pêxember bû) rojekê diçe ba Pêxember û dibêje “Ya Resülellah! Min bike walîyê bajarekî.”

Resûlê xweda (s.’e.w) dibêje wî: “Mamo! Min te li ser nefsa te kire amir. Heger tu nefsa xwe bi ‘îbadet û îta’eta ji xweda re meşxul bike ev ji bona te çêtire ji ‘îbadeta Însana ya hezar salî. Çimkî serokantî roja qiyametê poşmanî ye.”

Harûn Reşît: “Ey Fudeyl hinek şîretê din li min bike!”

Fudeyl: “Ey Harun! dema U’merê Kurê ‘Ebdulezîz bûye xelîfe gazî Salim b. ‘Ebdullah, Rec’a b. Haywe û Mûhemmed b. Ka’b kir. Gote wan: Hevalno!  Ez  bo vî karî hatime amade kirin.  Ez ketme bextê we riya xelasîya ji wê çiye? Pêş min bikin. Hevalê  wî wiha bersiv dan: Ey ‘Umer! Heger tu dixwazî roja qiyametê bi rûyekî sipî ji vî Karî azad bibî; ça’vê bavê xwe li îxtîyarên mislumana binere; bi ça’vê birayê xwe li ciwanên mislumanan binere, wek zarokê xwe li zarokê Mislümanan miqatebe, û jin û Keçê wan jî xuşku dayika xwe qebûl bike. Heger tu wiha bike tê xilas bibe.”

Harûn dîsa lava kir û got: “Ji kerema xwe re hinek şîretên din li min bike!”

Fudeyl: “Ey Harûn! Devleta Mislumana wek mala te ye. Însanên dewletê ‘erz û iyalê te ne. Bi bavê wan re bi qencî û bi dayikê wan re jî bi başî mu’amelê bike.

Di pêyre  zivirî Ser Harûn  got: “Ey Harûn! Ez ditirsim ev wechê te yê xweşik di agirê cehennemê de bişewite û Qebîh bibe. Lewra gelek wechê weke yê te di cehennemê de şewitîne û qebîh bûne nuha di cehennemê de esîrin.”

Harûn Reşît: “Ey Fudeyl! Ji kerema xwe re hinek şîretên din li min bike!”

Fudeyl: “Ey Harûn, ji xweda bitirse! Bifikire sibehê tê çi cewabê bide Xweda. Bersivê xwe ji nuha de amade bike. Lewra xweda roja qiyametê hesabê temamê însana wê bi te re bibîne. Ji bona temama edaletê wê ji te buxwaze. Heger pîrekek îxtîyar bi tenê birçî li mala xwe raza be sibehê li meydana mehşerê wê bi dawa te bigre û bibe dujmin ji te re.”

Harûn Reşît digrî heta riya wî ji hêstirê ça’vê wî şil dibe. Piştre dibêje:

“Ey Fudayl! Gelo deynê kesekî li te heye?”

Fudayl dibêje: “Belê deynê xweda li min heye, ku ew jî îta’et e. Heger ez wiha deyndar derkevime huzûra wî weyl li min be.”

Harûn piştre hezar zêrî datîne ber wî û dibêje: “Ev zêr yê diya min e, helal e.”

Fudayl zêrê wî Qebûl nake, dibêje: “Weyl li te be Ey Harun! Evqas şîret bandor li te nekiriye.” Piştre radibe diçe. 

                                                                        ÎSMA’ÎL FURQAN

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

İsmail Furqan

Ê Berê ŞÎRETÊN BİRUMET
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.