Referandûm û Hukm-Qanûnên Beşerî

Article

Di ser referandûmê re hefteyek buhurî-derbas bû. Herdû hêl û hem û kes dibêjin me qezenc kir. Li gor encama ku derketiye hêla “erê” qezenc kiriye. Feqet em ê bi awayekî cûda li vê mijarê binêrin.

Malûme niha di rojevê de li ser zerfên bê mohr niqaş tên kirin. Ev yek dide eşkere kirin ku qanûnên beşerî çiqas bê wate û maneye. YSKya ku zerfên bê mohr pejirandiye bi awayekî zelal ji qanûna hilbijartinê re muxalefet kiriye. Lewra di maddeya 98an ya qanûna hilbijartinê de bê niqaş tê destnîşan kirin ku zerfên bê mohra lijneya hilbijartinê ya navçeyê û lijneya sindoqê nayê pejirandin û nikare tevlî yê tên hejmartin bê kirin. Ema YSK berevajî vê qanûnê tevgeriya, li dijî qanûnê qerar stend û fitîla niqaşan pêxist. Ev yek di tebîetên qanûnê beşerî de heye. Weke ku qanûn ne ji bo tu li gor wê tevbigere berevajî weke ku ji bo tu li dijî wê tevbigere û bin pê bike tê tê derxistin.

Wexta ku qanûn tên binpê kirin jî, kes li dijî vê yekê tewrek ragezî nîşan nade. Hemû kes li gor xwe li bûyerê dimeyzîne. A niha wun emîn bin ku; heke ji encamê referandûmê “na” derketibaya û YSKyê heman qerar stendibaya ev ên ku îro hewl didin qaosê derxin, wê gotibaya li Enqerê Hakîm hen in û wê ev qerara ku îro dijberiya wê dikin wê qebûl bikirina, lê xwedî derketana. Ji bo rêzgirtina hember qerarê wê bangewazî bikirana.

Mijara din jî ev e ku di navbera “erê” û “na” de ferqeke hindik heye û di meşrûiyeta Referandûmê re  niqaşên tên kirin, ew jî ‘eynî ye. Ê ji xwe demokrasiya ku ew dihewînin jî ma wisa ye? Heke bi 50.01ê “na” derketibaya, ew însanên ku wê gotina zaferê erd û asîman hejandibana, îro di ser 51.38an re ji ber ku ferqê hindik dibînin vê yekê dikin mijara gengeşî û niqaşê. Netekîm Kiliçdaroglû, piştî referandûmê di nirxandina xwe de beyanek xerîb dabû; ji sedî zêdetirî 50yê civakê gotine “na”.

Wun emîn bin, heke îro ne “erê” di şûna wê de “na” derketibaya wê îro tiştên hêla “na” dibêje wê terefên “erê” bigotaya û tiştên hêla “erê” dibêjin jî wê terefên “na” bigotaya. Dêmekî ew demokrasiya ku ji teref wan ve tê vehewandin ji derew-virrekê îbaret e. Demokrasî tune ye ema zêhniyetek herkesî ya demokratîk heye. Yanê herkes li gor xwe “ji xwe re demokrat e”.

Madem li ser serê vî karî YSK heye, lazime ku YSK vê mijarê zelal bike. Çiqas zerf bê mohr bûn, ji van zerfên bê mohr çen heb “erê” û çend heb jî “na” bûn divê bi raya giştî re werin parve kirin, eşkere kirin. Em bi rastiyeke xem re rû bi rû mane ku saziya bi çareserkirina meselê re wezîfedar, ew bi xwe bûye pirsgirêka herî mezin.

Hêlên ku divê em demokratin, esil wexta ku dibêjin em encamên Referandûmê nasnakin, dide nîşan û xuya kirin ku Demokrasî pûtê ji helawê çêkirî ye. Ka di asasê Demokrasiyê de qaşo îradeya xelkê hebû? Gelo wun çima ji wê îradeyê re hurmet nakin?

Çimkî zêhniyeteke wisa heye; wexta azadî û huriyet be bes tenê ji bo wan e, wexta îarada xelkê tê gotin jî ew jî bes tenê îradeya ew kesên ku deng û raya xwe ji wan re avêtiye. Ev yek jî dide nîşan û delîl e ku ew tiştê ku jê re Demokrasî tê gotin bê çi îllet e.

Xwedayê te’ala bike nisêb ku em bi qanûnên Îlahî werin îdare kirin, ne bi yê beşerî.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Zulkuf Er

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.