Medya Civakî (Sosyal Medya)

Article

Derbarê sosyal medyayê de ji xwendevanên me 3 sûal hatine pirsîn. Em jî cewaba van hersê pirsan zarûrî dibînin.

Malûmê her kesî ye, piştî ji sala 2004an û pê de Facebook derket û piştre jî bi Twtter û Înstagramê her roj bi van platformên sosyal medyayê ku bûnin populer exlaq û mahremiyet tê bin pê kirin. bi vê wesîleyê me muslimana fêm kir ku êdî sehaya mucadeleyê ne tenê sikak û kolan in, bi qasî wan divê em bi civaka sanal re jî ‘eleqe bikin.

Niha jî em werin ser hersê pirsan;

1- Gelo Pîrek û zilam ma dikarin li ser sosyal medyayê rismên xwe-fotografên xwe parve bikin an bi weşînin?

Ez wer texmîn dikim ku fîtne û tahlûkeya herî mezin ya di sosyal medyayê de jî ev bi xwe ye. Ji hêla pîrekan ve li gor şer’ê parvekirina fotografan tew ez hewceyî îzahê nabînim. Lewra Xweda ‘Ezze we Celle di Qur’ana Kerîme de bi emrê qethî û zelal nehya zilaman ji nerîna pîrekê kiriye. Wexta nêrîna pîrekê ji zilam re yasax kir, pîrek jî bi emrê nuxumandinê kir muxatab û nuxumandin li ser pîrekê ferz kir. Ka wê çawa bibe pîrekek digel vê yekê rabe fotografê xwe di civakeke ku her kes bi hêsanî xwe dighînê dikarin lê binêre de parve dike, û di îfsad û xurufandina civakê de dibin xwedî par.

Derbarê mijarê de em werin ser parvekirina fotografê zilaman; bêguman tahlûkeya vê yekê jî wek ya pîrekê dibe sebebê xurufandin û îfsada civakê. Zîra bes tenê zilam li dijî pîrekê nake ve nav hissîyatên cûda. Bîlakîs heman rewş ji bo pîrekan jî ‘eynî ye. Derbarê sihheta vê yekê de ji aliman hinek fikrên cûda hatibe ragihandin jî ev mesela Abdûllah Ummu Mektûm ya ku ji teref gelek Sunûnan ve hatiye riwayet kirin ji hêla wate û maneyê ve divê hewceye dîqet bê kirin. Wexta ku Îbnû Ummî Mektûm tê bal Resûlê Xwedê (s.x.l) Hz. Pêxember ji pîrekên xwe re emir dike da ku xwe veşêrin. Pîrekê wî jê re dibêjin; Ya Reûlallah, ma ew ‘ama ye. Pêxemberê Xwedê (s.x.l) weha cewaba wan dide; gelo ma qey wun jî ‘ama ne?

Ji ber vê yekê divê zilam, ji xeynî fotografê profîlê û ji xeynî hinek sebebên saziyî, hema rabin û çi kiribin bila bi telefonên bi çen hezar lîreyî kirîne nekşînin û di civakên wisa de parve nekin û ne weşînin.

2- Belê, pîrek ma dikarin fotografên xwe yên bi ferace an jî bi çarşef parve bikin gelo?

Ev pirsa duyemîn, bi rastî gelekê caran ji min hatiye pirsîn. sebebê ewqas car tê pirsîn jî ev e ku parve kirina fotografên bi vî rengî di nava muslimanan de bûye sebebê nerehetiyê û jê acizbûnê. Xweda ji wan razî be. Xweda îffeta hz. Yûsif ‘eleyhîselam bike nisîbê wan ku xwediyê pirsa hanê jî gelekê wan birayên me yên xort in û hêj ‘azibin ne zewicîn e. Wer xuyaye ku ev birayên me yên xort, bêyî ku ser rûyê wan qîzên bi çarşef nabînin jî li dijî wan ketine nava hinek hîsên cûda ji lewma ji min dixwazin ku di vî warî de hewceye ez pîrek hişyar û îqaz bikim.

Ez jî bi vê wesîleyê gazî pîrekan dikim û dibêjim: Wisa nekin, ji Xweda bitirsin! Wun pîrek, baş dizanin ku ji xeyrî rû û ser çavê xwe jî wun li ser zilaman tesîr dikin. Ser rûyê we girtî be jî, welew ku wun bi çarşef û feracebin jî, vê yekê ji bîr nekin ku wun carna ne di destê we de be jî û eun nexwazin jî wun dibin sebebê fîtneyê! Bi vê wesîleyê ji parvekirin û tiştên wisa bi israr xwe bi parêzin! Hetta dev ji bikaranîna civakên wisa berdin û xwe jê dûr bikin. Xweda li we jî û li birayên me yên xort jî Rehmê bike!

3- Di binê parvekirinên ku tê kirin de gelo pîrek û zilam dikarin şîroveyan binivsînin? An jî fotografên ku tên parvekirin ma dibe ku zilam û pîrek biecibînin û parvebikin?

Belê, ji xwe tahlûkeya mezin ku fotograf û parvekirinên civakî dibin sebeb a ev bi xwe ye. Pîrekek tiştekî parve bike, ev tenê bi parve kirinê an jî di parve kirinê de namîne, an jî zilamên ku şîrove dike û di ‘ecibîn e bes tenê bi vî şiklî namîne. Muheqeq wê bi şiklekî ev dan û stendina civakî bighêje asteke cûda û wê ev fîtneya ku em jê endîşe dikin û jê ditirsin wê pê were.

Ez ji vê derê ji bo hemû zilam û pîrekan vê tewsiyeyê dikim; Di sosyal medyayê de heke ji zilaman daxwaziya hevaltiyê ji we re hatibe qebûl nekin û ji zilaman re jî wexta daxwaziya hevaltiyê tê divê qebûl neke û îcabet neke. Daxwaziyên wisa redd bikin. Heke wun dibêjin îlhen em ê di sosyal medyayê de hebin û wun xwe hewceyî vê yekê dibînin; wê demê bila hedefa we ya esas islah kirin be, ne îfsad.

Tabîî wê ji pîrekan talebeke min ya xussûsî û taybet hebe; Ey ew ên ku Meyrem, Aîşe, ‘Elî, ‘Emer û ‘Usman, Ebûbekir, Hesen û Huseyn mezin dikin, an jî ê ku ji mezinkirina wan re namzet in, bila sosyalbûna we; Ilmê we, exlaqê we, edeb û heya we be. Cîh û civakên wisa ji feydeyê bêhtir, xisarê didin we û zilaman. Xwe bi tiştikên wisa re meşxûl nekin!

Di roja me ya îro de ku teknolojî ji şeytan û avaneyên wî yên însî re xizmetê dike û di vî zemanê fîtneyê de, di serî alim û ulema ji temamê muslimanan re wezîfeyên muhîm çêdibe. Ji wezîfeyan belkî ya herî mezin jî derbarê islah kirina sosyal medya de  ye.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mela Enver Kiliçaslan

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.