Xelasîya Însanîyetê Bi Îslamê Ye

Article

Erda ummetê îro bi girîn û qîrîn e, talan û penaber e, li ser kuştin û zilm û zorî ye.  Ummet perîşan e, mirovahî bûye wek çûkekî pirtikandî û hatibe çengokirin. Neteweyên dinyayê îro li Sûriyê xwîna pîrek û zarokan dirjînin. Li Tirkiyeyê, li ‘Iraqê komkujiyan dikin. Li Myanmarê zilma ku ‘evd û însanan nebihîstîye pêk tînin. Ev zordestî, tev jibona hizûr û rehetî nekeve nava ummetê, jibona çek û sîlehên ğerba xwînrêj bên firotin û jibona dewlemendiya misilmanan têkeve destê wan tê leyîstandin.

Baş tê zanîn ku sîstemên kufrê yên bi navên wek emperyalîzm, komonîzm, sosyalîzm, laîktî, hwd ev zêdeyî sed salîye ji xeynî talankirinê, dagirkirinê û rijandina xwîna mezlûman, tu tişt nedane mirovahiyê. Sloganên van îdeolojîyên qirêj: “mafên însanan, demokrasî, mafên ajalan, xweşbînî, musamaha navbêna olan …” Lê di kirinên wan de beravejî vê yekê heye. Mademkî van sîstemên kufrê ti xweşî û hizûr neaniye, çima em bi şopandina wan, dîn û dinya xwe dikine dojeh?

Gelo di dîroka îslamê de, di hemî herbên ku Resûlê Xweda û sehabîyên wî beşdar bûne de, ji misilman û kafiran tev çend kes hatine kuştin? Ji xwe yê ji herbê bêrî mînakek jî nîne. “Di herbên ku Resûlê Xweda û sehabîyên Wî di 23 salan de kirine de, ji misilmana 150 û ji muşrîkan 250 mirov hatine kuştin” (Mûhammed Hamidûllah, Herbên Hezretî Pêxember)

Heke ku mebesta Resûlê xweda û sehabiyên Wî, kuştin bûya, wê bi hezaran însan hatibana kuştin. Lê mebest islahkirin û xelaskirina ji tarîtiyê bû. Delîla wê jî eve: Wexta Resûlê Xweda diçû herbê digot “bila zarok, pîrek, yextiyar, ehlê ‘ilmê zerarê nebînin” û wexta di herba Bedrê de jî muşrîkên hêsîr hatibûn girtin her yek, di ber perwerdekirina deh zarokên Medîneyîyan de hatine azadkirin. Yên hatine kuştina Resûlê Xweda jî pêxember ew ‘efû kirine. Ev jî dide diyarkirin ku mebest xilasiya însana ya ji tarîtîyê bi bal ronahîyê ve ye.

Pêwiste ku em li vê wêneya dîrokî meyzînin û bi van qetlîamên ku çêlîyên Ebû Cehîl, Ebû Lehebên vê dewra xwe bidin ber hev û biryara xwe bidin ku xelasî bi Îslamê ye, bi şopandina rêçika Pêxemberê rehmetê ye. Em destê xwe bi bal ‘ezameta Xweda ve vedikin, dikin qêrîn ku yekîtî û biratîya misilmana bê avakirin û ev xwîna li erda îslamê tê rijandin ku tenê xwîna misilmana ye,  bi dawî bibe.

              MAMOSTE HEZEXÎ

                                                                                                          

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Mamoste Hezexî

Ê Berê Meha Rehmet û Bereketê Remezan
Ê Li Pey ZAROKÊN ME PÊŞEROJA ME NE-2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.