Werin Ji Me Re Bêjin

Article

Sebebê xizaniyê,
Dermanê nezaniyê,
Vê êşa cahiliyê,
Werin ji me re bêjin

Em kî ne û ne kî ne?
Em xwedî j ibo çi ne?
Armanc ji me ra çi ne?
Werin ji me re bêjin 

Emrê rebbê me çiye?
Nebyê wî çi gotiye?
Qur’anê çi xwestiye?
Werin ji me re bêjin

Gelî jîr û pispora
Xwendekar û diqtora
Ji kanya ‘ilmê behra
Werin ji me re bêjin

Ji mekteb û dibistan
Ji qelema mamostan
Av bidin bağ û bostan
Werin ji me re bêjin

Ey şêx û melê hêja
Hûn neseknin tu roja
Li hêvya we ne hêja
Werin ji me re bêjin

‘Ilmê sunet û Qur’an
Dîsa bidin feqîyan
Li ser erda gulîstan
Werin ji me re bêjin

Ey ‘alimê ‘ilimdar
Rabin dîsa wek her car
Ji me re bibin pîbar
Werin ji me re bêjin

Bêjin bi şev û rojê
Deynin ber me projê
Da em nemeşin dojê
Werin ji me re bêjin

Ev ‘ilmê biha giran
Nayê kirîn bi zêran
Ji ‘ilmê behra Qur’an
Werin ji me re bêjin

Çiye bingeha îman?
Çiye ma’neya jîyan?
Weke Bedîuzzeman 
Werin ji me re bêjin

‘Umir da doza Qur’an
Heta jê re bû qurban
Weke Huseynê rêzan
Werin ji me re bêjin

Her bibêjin qencîw baş
Xera bikin rêyên şaş
Beheşt qet nayê belaş
Werin ji me re bêjin

Bê sekn û bê betlane
Roj û meh û salane
Bêjin ji dil û cane
Werin ji me re bêjin

Deng bidin sitûxwara
Hêvya feqîr û jara
Di sibeh û êvara
Werin ji me re bêjin

Bo destê biratiyê
Rake vê firqetiyê
Şerrê xwe bi xwetiyê
Werin ji me re bêjin

Êşa ji qewmiyetê
Cehalet û ‘illetê
Rakin ji nav ummetê
Werin ji me re bêjin

Biratîya Qur’anê
Hezkirna ji îmanê
Rêya silh û emanê
Werin ji me re bêjin

Kesî negot bi sala
Nabe bi ‘eqlê vala
Em bûn wek dîl û lala
Werin ji me re bêjin

Rahêjin qelema xwe
Girêdin şaşika xwe
Li xwe bikin cubê xwe
Werin ji me re bêjin

Dîsa av bidin bağan
Da bidin reh û şağan
Bîn bidin hemî taxan
Werin ji me re bêjin

Ummet li hêvya we ye
Çavê wê l-riya we ye
Rabin dewrana we ye
Werin ji me re bêjin

Bi sala fikrên gemmar
Em kirine tar û mar
Mihacir bê cih û war
Werin ji me re bêjin

Evan felsefê batil
Ji me bir hiş û aqil
Ji me dizîn gula dil
Werin ji me re bêjin

Van îzmê beradayî
Bêdîn û bêxwedayî
Ji namûsê bêpayî
Werin ji me re bêjin

Zarokê me jehr dadan
Dûr hiştine ji kalan
Lew bindestin bi salan
Werin ji me re bêjin

Çiye îman çiye dîn?
Çiye ‘eşq çiye evîn?
Doza Muhemmed Emîn
Werin ji me re bêjin

Ba xelkê misliman kin
Wan ji xewê şiyar kin
Wek berê bi bira kin
Werin ji me re bêjin

Bêjin bêjin wek mêra
Bêjin bêjin wek şêra
Gazi bidin her dera
Werin ji me re bêjin

Zulma kufra gemmarî
Ji me re eyb û ‘arî
Rakin vê şeva tarî
Werin ji me re bêjin

Misliman bûn çend firqe
Heryek bû qewm û ‘irqe
Bê al û bê beyreqe
Werin ji me re bêjin

Ev çi derd e çi hal e?
Çi girîn nalenale?
Neqediya çend sale
Werin ji me re bêjin

Banga ‘Ezîz ji dil e
Dilê wî b-hezar kul e
Jibo Qur’an bilbil e
Werin ji me re bêjin

Ezîz Mezraqenterî

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê ÎNSAN
Ê Li Pey KANÎ ÎRO ÇIB ME HAT

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.