ŞEREF Û ‘IZZET -2

Article

“We lîllahîl ‘îzzetû we lîresûlîhî we lîlmumînîne welakînnel munafîqîne la ye’lemûn” Şeref û ‘izzet  her ji Xwedê reye, ji pêxemberê wî re û ji bawermendan reye. Lê belê munafiq nizanin. (Munafîqûn: 8)

Ji vê ayeta pîroz me gotibû pênc nukteyên girîng û hêja derdikevin. Me di nivîsa xwe ya buhurî de sê nuqte beyan kiribû, emê di vê nivîsê de jî yên mayî beyan bikin:

A ÇARAN: Cî û mekan û warê ku di destpêka ‘ewil de wehîy li wan daketiye. Hem jî ew zemanê yanî şev û roj û sala ku wehîy tê de daketîye. Ha evana jî bi şerefa wehyê pîroz û muşerref bûne. Ew welatê ku pêxemberê Xwedê tê de jîyane, wehîy lê daketîye û bi hezaran enbîya, ewlîya, şehîd û ‘ulema tê de medfûn in, wan jî bereket ji wehyê sitendine, Xwedê bi wan cîyan sond xwarîye.

(Wettînî wezzeytûnî, wetûrî sînîne, we hazel beledîl emîn: Ez bi hejîr û zeytûnê - cîyê ku ‘Îsa lê jîyaye - bi çîyayê Tûra pîroz û mubarek û bi vî bajarê ewle -Mekke- sond dixum. Her wiha bajarê Mekkê, Çîyayê Nûr, Şikefta Hîrayê jiber ku bûbûn dergûş û himêz, ji bona wehyê dema daketina ‘ewil wê jî şeref stend û pîroz û mubarek bû.

Çîyayê Tûrê bûbû warê pîroz ji ber ku dema ‘ewil wehîy tê de ji Mûsa (‘e. s) re hat. Xwedayê Teala ferman kirîye: Çi dema, Mûsa, hat texma agir, ji kêleka newalê ya rastê di mekanê pîroz de ji cem darê hat gazîkirin: “Ey Mûsa! Bêguman ez Rebbê ‘alemê me” -Sûretê Qeses: 30-

Xwedê dîsa ferman dike: “Çi dema Mûsa hat texma agir, hat gazîkirin: Ey Mûsa! Bêguman ez Rebbê te me, êdî herdû solên xwe deyne. Bêguman tu li Tûwaya newalê pîrozî.” -Sûretê Taha:11, 12-

Xwedayê Teala ferman dike: “Çi dema Mûsa hat texma êgir, hat gazîkirin: Kesê di nav êgir de - yanî di nav nûrê de - û kesê li hawêrdora wê hatiye pîrozkirin.” –Neml: 8-

Li ser bereket û pîrozîya Mekkê û camîya herêmê û li ser pîrozîya Qudsê û camîya wê, Xwedê Te‘ala weha ferman dike: “Munezzehe ewê -ew Xwedayê- ku şevekê ‘ebdê xwe -Mûhemmed- li rê bir ji camîya birûmet ku mizgefta Ke’beyê bi bal camîya dûrtir ku me hawîrdora wê mubarek kirîye.” –Îsra: 1-

Nûh (‘e.s) dema li gemîyê siwar bûye, dû’a kirîye. Xwedê Te‘ala ferman dike: “Tu min li cîyekî mubarek daxîne.” –Mumînûn: 29- Xwedayê Te‘ala dîsa ferman dike: “Me ew -Îbrahîm- û Lût xelas kirin bi bal wê erda ku me ji bo ‘alemê bereket xistibûyê.” -Enbîya: 71- 

Her wiha zemanê ku wehîy tê de daketîye ew jî pîroze, biqîmete. Xwedê Te‘ala ferman dike. “Bêguman me ew Qur’an di şeva bi Qedr û Qîmet da daxistîye.” Xwedayê Te‘ala dîsa ferman dike: “Meha remezanê ewa ku Qur’an tê de hatîye daxistin.” -Sûretê Beqere- 

Meha remezanê û Leyletul Qedr, Xwedê qedrê herduyan bilind kirîye ji ber ku Qur’an tê de nazil bûye.

A PÊNCAN:  Wan muminên ku bawerî bi wehya Xwedê anîne, dilê xwe jê re musaîd kirine, nûra Xwedê di dilê xwe de hebandine. Bi mal û canê xwe di rêya Xwedê de xebat kirine ha wan jî para xwe ji şerefê stendin.  Yek carekê tenê kesên ku piştî îmanê li cem pêxembera rûniştibin, Xwedê fezîlet û feyza sohbetê daye wan. Lê kesên ku pêxember nedîtibin jî hema îman bi wehyê anîbin, bi îmana xwe re rast û durust bin, di kîjan zeman û welatî de bin, ferq nake ew biqîmetin, qedirbilindin heta roja qiyametê.

Me’lûm e, Xwedê bi sedhezaran nebî û resûl şandin ser cîhanê. Çawa ku Qur’an dibêje: “Me behsa hineka ji wan kirîye, nav û serpêhatîya wan gotîye. Û hinekî din jî me behsa wan nekirîye, nav û serpêhatîya wan di Qur’anê de derbas nebûye. Lê gelek nimûnê fedekar navê wan û serpêhatîya wan û peyamên wan ên tewhîdî di Qur’ana pîroz de derbas dibin, bi rehmet û sipasî têne yadkirin. Em dikarin di vê mijarê de çend heb mînakan ji Qur’ana pîroz bidin.

1- Di Qur’anê de sûretek bi navê “Kehf” (şikeft) heye. Piştî ‘Îsa (‘e.s) hinek xortên bawermend li ber serokê zordest û munkîr ku navê wî Deqyanûs bû, serî hildan, peymaneke tewhîdî dan. Ji ber melîk revîyan, ketin şikeftê. Sêsed û heft salan di xew de man. Ha jiber vê navê sûretê bûye “Kehf”. Xweda ferman kirîye: “Emê serpêhatîya wan bi heqqî ji te re bêjin. Ew hinek xort bûn, bawerî bi rebbê xwe anîn û me jî hîdayeta wan zêde kir. Me dilê wan xurt kir. Dibîr bînin dema rabûn ser xwe û gotin: Rebbê me rebbê erd û ‘ezmana ye. Em ji wî pê ve ji tu îlahan re ‘îbadet nakin. Bi sond be wê demê em peyvek beradayî dibêjin.” –Kehf: 13, 14.

Ne tenê wan şeref stend, heta ew kûçikê ku di mezhebê Îmamê Şafi’î de bi necaseteke giran necîse, lazime jibo tehareta wê carek bi axê, şeş caran jî bi avê bê şuştin. Ha ev kûçkê wan bi wan re ket şikeftê, ew jî 309 salan di xew de ma û jiber ku hevaltîya wan başan kir, wî jî para xwe ji şerefê stend.

2- Di Qur’anê de sûretek bi navê “Mumîn” heye. Navê vî sûreyê yê din jî “Ğafîr” e. Ji malbata Fîr’ewn pismamê wî îman anî. Jiber ku di vî sûretê de peyamên wî zilamê mumin derbas dibin, ev nav li sûreyê hatîye kirin. Xweda ferman dike: “Ewîyê ku îman anîbû got: Gelî qewmê min! Bidin dû min, ezê we bighînim rêya rast. Gelî qewmê min! Ev jîyana dinyê pertaleke, kêfek hindike, û bêguman axret mala seknêye.  -Mumîn (Ğafîr): 38, 39-

3- Di sûreyê Yasîn de ew zilamê ji kêleka bajêr dûrtir hat dilezand, digot: “Ey qewmê min! Bibin hevalên qasidan. Bibin hevalên wanê ku tu xelatê ji we naxwazin û liser rêya rastin.” –Yasîn: 20, 21-

Li gorî tefsîr dibêjin, wîya Hebîbê Necar bû, hewarîyên ‘Îsa (‘e.s) bi qasidî hatibûn bajêr, wî jî bi wasîteya wan Xwedê nas kir, bi wehyê îman anî. Peyameke tewhîdî rêkir cîhanê. Li ser vê gelê wî yê kafir ew şehîd kir. Lê hetta qiyametê wê peyamê wî bi pesn û sipasî bêne xwendin. Ev şerefa bawerîya bi wehyêye. Zeman, mekan û dîrok nikare wê bisekinîne. Xwezî meriv hevalê başan be, meriv kêmtirî wan be. Lewra xerabtirê başan çêtire ji baştirê xeraban.

4- Di Qur’anê de sûretek bi navê “Meryem” heye. Jiber ku serpêhatîya Meryem tê de derbas dibe, ev nav lê hatîye kirin. Meryem digel ku ne pêxembere jî, peyamên wê derbas dibin. Jibo ku li cem Zekerîyya (‘e.s) şagirtî kirîye, bi wehyê perwerde bûye, bûye xwedîya keşf û kerematan. Qur’an behsa kerematên wê dike û melekê wehyê Cibrîl di şeklê însanekî de xwe pêş wê kirîye û bi fermana Xwedê pê re peyivîye. Ev şerefa wehyêye. Ev îzzet û serbilîndîya îmanêye. Xweda ferman dike: “Êdî Xwedê ew, Meryem, bi qebûleke xweşik qebûl kir û terbîyeke xweşik ew terbîye kir û Zekerîyya kir kefîlê wê. Her çi dema Zekerîyya di ‘îbadetxanê de derbasî cem wê biba, rizqek li cem wê didît. Digot: Ey Meryem! Ev ji te re ji ku tê? Wê digot ev ji cem Xwedêye. Bêguman kesê ku Xwedê jê hez bike, bêhîsab riziq dideyê.” -Al-î Îmran: 37-

5- Di Qur’anê de sûretek bi navê “Loqman” heye. Li gorî qewlê eseh ne nebî bû, şagirtîya Dawid (‘e.s) kiribû. Xwedê hîkmet dabû wî. Peyamên wî yên ‘îtîqadî, ‘emelî, exlaqî û civakî di Qur’ana pîroz de tên zikir kirin û bi navê wî nav li sûreyê hat kirin. Ev şerefa îman û wehyêye.

6- Zulqarneyn, ew jî li gorî qewlê eseh, ne nebî bû, melîkekî bawermend bû. Li rojhilat û rojava tevî hukum dikir. Xwedê serpêhatîya wî di Qur’ana pîroz di sûreyê “Kehf” de derbas dike. Xwedê gelek derfet û îmkanên ‘ecêb û ğerîb dabûn wî, hetta sebeb û îmkanê ku dabûn wî, teknolojîya îro hê negihaştiye wê sewîyeyê.

7- Pîreka Fîr’ewn jiber ku îman bi Mûsa (‘e.s) anîbû, ji kanîya wehyê vexwaribû. Xwedê di Qur’ana pîroz de qala dua wê dike, hetta di hedîsê de Asîye, yek ji çar pîrekên ku qenctirê pîrekên cîhanêne.

8- ‘Eshabê Mûhemmed (‘e.s), Xwedê ji wan razî bû dema ku bi Mûhemmed (‘e.s) re bey’et kirin. Xwedê ferman kirîye: “Bi sond be Xwedê ji muminan razî bû dema ku li bin darê bi te re bey’et kirin. Wî tiştê di dilê wan de nas kir, li ser vê wî dilxweşî daxist ser wan û fetheke nêzîk ji wan re kir xelat.” Feth 18. Xweda dîsa ferman kirîye: “Ji mihacir û ensar ewanê ku ewilî bi îmana xwe ketin pêş û wanê ku bi qencî rêya wan şopandine, Xweda ji wan razî bû, ew jî jê razî bûn û jibona wan cennetên ku wê herdem tê de bin û ji bin wan çem diherikin amade kirin, evya xelasîya mezine.” –Tewbe: 100-

Resûlê Xweda di hedîseke dirêj de behsa milyaketên seyar dike. Di paşîya hedîsê de ew civaka zikir, civaka baş Xwedê derheqê wan de wiha dibêjê: “Gelî milyaketên min! Hûn şahid bin min ew ‘efû kirin. Liser vê zilamek ji Resûlê Xweda dipirse: Şexsek jibo karekî xwe bi rê buharî li cem wan rûniştîye. Ma qey ew jî? Resûlê Xweda weha bersiva wî dide: Ew qewm başe kesê li cem wan rûne jî nabe şeqî.” Ha evêya bereketa hevaltîya hevalê wehyêye. 

9- Ne însan bi tenê heta cin jî dema ku bi wehyê bûne aşiq û meczûbê heqqîyê, bûne nimûna şerefê di nav civaka hemcinsê xwe de. Xweda ferman kirîye: “Di bîra xwe bîne dema ku me berê komek ji cinnan zîvirand bi bal te ve, li Qur’anê guhdar dikirin, çi dema hazirî xwendina wê bûn, gotin hiş bin, çi dema xwendin hat qedandin bi tirsdanê vegerîyan cem gelê xwe. –Ehqaf: 29-

Seydayê me Seîdê Nûrsî (r.’e) wiha gotîye: “Eger ev peyvê min li dinyê belav bibin û însan jî wan bi‘ecibînin, bipesinînin bêjin ev çiqas kelîmeyên xweşikin, ezê jî bi temamê qûwweta bêjim ev kelîmeyên heqqin û heqîqetin, lê belê ne malê minin. Malê Qur’anêne. Min bi xwe heqîqeta Qur’anê xweşik nekirîye heta ez nikarim xweşikîya wê bidim daxuyanî. Lê belê heqîqetên Qur’anê yên xweşik, peyvên min xweşik kir û qedr û qîmeta wan bilind kir.

 

Ya Rebb tu bi zemzema ava wehyê dilê me ji qirêja guneh û weswesên şeytanî bişo. Ya Rebbî tu bi cîla û nûra wehyê çavê me bi şewq û ronî bike, nêrîna tiştê batil li ber çavê me reş bike. 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Mela Salih Mısqeynterî

Ê Berê ŞEREF Û IZZET
Ê Li Pey XWÎNA YASÎNA

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.