ŞERMÎNE EM

Article

Her çiqas bi gotin û qala, tînin ziman em car cara 

Di nav vê rojeva tarî, şorê me dertêne vala

Evîna te li ser ziman, ne hêsane em bixin dilan 

Di vî qirnê axir zaman, me hêvî ji Xwedayê Re‘hman

 

 

Hêz û qûwweta me qedîya, kezeba me li ser ‘helîya

Em bûne her weke gîya, ji me  tiştek nabe xwîya 

Di civînin mal û mulkan, me xwe kuşt wek ‘hemalan

Nabare îdî li me baran, lewra em mirin bi xeyalan

 

 

Jiyaneke bi daxwazîya, bû armanca me hemîya

Qaşo me go em hêvîya, jar û feqîr û birçîya

Mehrûm û mazlumê cihan, her roj dimirin bi sedan

Li ‘İraq Sûrî û Araqan, kes nabihîze dengê însan

 

 

Şermîne em ji te Xweda! Me neşopand riya cedda 

Rêya qenc û pêxembera, ji xwe re me nekir çira

Ey ewê hatîye bi Qur'an,ji bo însan û hem cinnan

Navê te ye li ser ziman, me hêvîye bikev dilan

 

                         Ebûzer Bayram

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ebûzer Bayram

Ê Berê Ey Gelî Xorta!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.