ÇIKÛS Û CAMÊR

Article

Meto, şelwarek lê, çefîyek reşbelek li dora stûyê wîye. Kincên wî gemmar û qetîyayî ne. Ji eşya û kar û îşê xwe pêve, tiştekî din nabîne û nayê bîra wî. Kesekî çikos û çavnebar e. Ji lew ne ji xwe re, ne jî ji mala xwe re mesrefê dike. Sibehê zû motora xwe derxistîye derve. Wê ji gund mast, hêk û hinek tiştên din bive bajêr û bifroşe. Ji bajêr jî eşyayên wê li gund bifroşe, bikire û bi xwe re bîne. Ji ber li gund gundîkî din jî vî karî dike, Meto dixwaze zû biçe bajêr û berî wî gundiyî vegere gund û eşyayên xwe bifroşe. Ehmedê (Hemo) kurê Meto, dora 14 salî ye, sol û cilên wî jî kevn û qetîyayî ne, rebenekî feqîr e, ji cir û hêrsa bavê xwe ditirse. Di çûn û hatina bavê xwe de alîkarîya wî dike. Meto li cem motorsîkleta xwe ye. Qasa motorê dagirtiye û hê jî çavê wî li eşya ye. Gazî kurê xwe dike.   

METO: Kuro Hemo! Ka wî mastî zû bîne. (Ehmedê reben dest û lingê wî direcife, şerpeze û şaşmayîye. Gava Ehmed diçe, bavê wî di ber xwe de dipeyîve.)

METO: Du elb rûnê nivişk. Îcar petatê wî zêdebû. Her yek wê deh kîlo bê. Çiwalek kereng, tenekek penîrê parzone. (Kurik ‘elba mêst û şîrdankê bi xwe re tîne.)

METO: Zû wûlan zû bîne. (Meto wan dixe herdû destê xwe weka wan biwezinîne û bikêf dibêje)

Hiii..hi Dîya te îjar ava wan baş zêde kirye, çiqas giranin. Zahf başe. Kuro! Ka here ewan hêkana jî bîne. (Gava kurik diçe, hinek gundî tên û silavê li Meto dikin.)  

‘ELÎ: Birayê Meto! Me got hey tu diçî bajêr, hinek asûkê camiyê hebûn. Meyê perê wî bida. Te xêra xwe wan bistenda.

HESEN: Deh cot şemik, deh misîn, pênc empûl, du melkes. Jibo ‘emelên mizgeftê jî, sê kîlo îsot, pênc kîlo firingî, çar kîlo balîcan.

METO: Weee hew!  Ma ez ne hemmalê bavê we me. Motora min jî ne serwîsa gunde. Divê ez kar û îşê xwe bibînim.

‘ELÎ: Eybe ji te re Meto! Ev asûkê mizgeftêne. Ne jibo me kesîye.

METO: Ez çi karim li bendî asûkê we û camiyê bim. Wextê min tuneye ku wan hazir bikim.

HESEN: Meto! Ji Xwedê bitirse. Camî mala Xwedêye. Tu dikî, tu nakî. Tu bi xwe dikî. Kesê xêrê neke, xêrê jî nabîne. De ji te re oğir be.
(‘Elî û Hesen, bi halê weka bêjin “madem tu ewqas li xwe tenê difikirî, çi derdê te hebe, pê bikeve” dev ji Meto berdidin û ji wir diçin. Gundî Evdilkerîm tê ba Meto.)

EVDILKIRÎM: Birayê Meto! Îlacê minî tensîyonê qediyaye. Hey tu diçî bajêr, evya reçeta wî ye. Eczexane hema li ber ğerajêye. Te xêra xwe bianîya.

METO: Li qisûrê nenêre birayê ‘Evdilkim! Zêde wextê min tuneye. Çi dibe çi nabe. Dûvre wenda bibe.. Ez naxwazim xwe bidim ber vî barî.

‘EVDILKIRÎM: Yaw ma ewê çi pê bê? Bila tu biselametî bê, bese.

METO: Ê xwe ez naxwazim bînim. Ma ez ne memûrê tendurustiyê me. Ez ne ğûlamê gundim.

‘EVDILKIRÎM: (Destê xwe dibe sînga xwe û dibêje) Ya Sitar! Ya Sitar! Gava meriv tiştekî ji te dixwaze, weka gurê manco werne te. Însan ewqasî xwetenêdîtin nabe. Ma tiştek ji kîsê te diçe? Hey xwelî nelisero! Felek dewran bi dore. De here, oğir be ji te re.

METO:(Weka ew jî henekê bi ‘Evdilkerîm bike) Oğir be ji te re jî. We ğûlamê gund dîtiye. Belaşe. Hema barê xwe li pişta kin. (Di vê kêlîyê de kurê wî tê, bitirs dibêje)

HEMO: Bavo! Pantor û sola min qetîyane. Diya min jî dibêje zexîre nemaye.

METO: Wulan! Te çi zû qetand. Ev du sale ez van kincana li xwe dikim, hê tiştek bi wan nehatiye. Ji diya xwe re bêje. Hinekî din debar bikin, qey ezê bînim. (Eşyayên xwe li ser motorê bi kindir girê dide û dijdîne. Gava ewê birêkeve, feqîrek tê cem wan û dibêje)

GEROK: Jibona Xwedê sedeqekê. Bila sedeqa serê zarokê te be, têkeve ber qezaw bela. Tu halê min dizanî. Jibo zaroka ji nan, ji xwarin, ji pere hema te çi da.

METO: Hew tu kêm bû. Here li derîkî din xe. Xwedyê xêra pirin.

GEROK: Xweda dide û distîne jî. Malê çikûsa namîne di telîsa.

 METO: Dûrbe ji vir, hê min dest ne avêtiye qirika te. Hem gerokî hem peyvokî.

(Meto dikeve rê û berê xwe dide bajêr. Li gund Bedrî jî xwedîmotore. Lê ne weka Meto çikûse. Rûgeş û kincpaqije. Alîkarîxwaz û qenaetkare. Wî jî eşyayên xwe li motorê bar kirine. Berî birêkeve, gundîyên çûbûn cem Meto, îcar tên ba wî jî.) 

ELÎ: Kekê Bedrî! Hinek asûkê camiyê hene. Tê karibî xêra xwe bîne? BEDRÎ: Tê karibî çiye? Asûkê camiyê, sersera serçava. Înşallah ezê bînim. Tu ka lîsta wî bide min. Xîzmeta mala Xwedê, lime teva dikeve. HESEN: Xwedê ji te razîbe. Xweda alîkarê tebe.

EVDILKIRÎM: Birayê Bedrî! Welleh li qisûrê nenêre. Îlacê minî tensîyonê qediyaye. Dixtor di vê reçetê de nivîsandiye. Niza tê karibî bîne.

BEDRÎ: Tu ka reçetê. Înşallah ezê bînim. Xweda şîfa bide.

‘EVDILKIRÎM: Wey Xwedê û pêxember ji te razî bin. Rêya te vekirî be, oğra xêrê be. Emanetî Xweda be. BEDRÎ: Silamet ser çava. (Feqîr jî derdê xwe dibêje.)

BEDRÎ: Feqîrê reben! Êvarî heger bixêr ez vegerîyam, a li vir bendî min be. Temam?

GEROK: Wey Qur’an rêberê te be. Hîmmeta Nebî Muhammed (‘e.s), destê Şêx ‘Evdilqadrê Geylanî li pişta te be. Kar û qezenca te, bi xêr û bereket be înşaallah.

Bedrî jî diçe bajêr. Gava ku ji bajêr vedigerin, Meto di rêya gund de qeza dike. Motora wî teqla davê, ew jî ji lingê xwe sivik birîndar dibe. Bacan û xiyarên wî li derdorê belav bûne. Bi wî halî li xwe û li motorê digrî. Di wê hengamê de Bedrî jî ji bajêr vedigere. Tê li texma cîyê hedîseyê disekine. Diçe ba Meto.)

BEDRÎ: Birayê Meto! Înşallah ciyekî te neêşîyaye. Halê te çawaye? Qeza çawa çêbû?

METO: Dîtina hew min dît, motor ji rê dageriya. Min xwest rast bikim, motor hema qilibî. Bizorê min xwe ji binî derxist.

BEDRÎ: Mala Xwedê ava, wa tiştek bi te nehatiye.

METO: (bi girîn) Motora min! Asûkê min! Ka îja ezê çi bikim?

BEDRÎ: Tu dev ji motor û eşya berde. Bila tiştek bi can neyê, mal û eşya hêçe. Ka te li motora xwe siwar kim. Li gund bila dixtor li te mêzeke. Înşallah tiştekî te tuneye. Dûre emê motorê ji ca’l derxin. Ka têkevim bin milê te. (Wî li motorê siwar dike û diçin gund. Gundî bi meraq li wan dicivin.)

METO: Ya Rebbî! Min tobeye. Camêr û ciwanmerd li ba te qîmettirin. (Gundî ji Meto dipirsin) “Çawa çê bû Meto?” “Meto te çi kir?” “Înşallah tiştekî giran tuneye?” “Qeza li ku çê bû Meto?” “Ewe Xwedê te sitirandiye.”

BEDRÎ: Zêde meraq nekin. Tiştekî wî tuneye. Ezê wî bibim nîşanî dixtor bidim.

(Bedrî piştî tedawîyê Meto dibe mala wî)

BEDRÎ: Xwarzê! Tiştekî bavê te tuneye. Lingê wî hinekî êşyaye. Emê herin motora bavê te bînin. A ji tere ev sol. Bi xêr û xweşî be. Ev fêkî jî para wene. (Bedrî vedigere cem gundîyan)

BEDRÎ: Birayê ‘Elî! A ji te re asûkê camiyê. ‘ELÎ: Wey mala te ava. Xwedê xêra te qebûl bike.

BEDRÎ: Birayê ‘Evdilkirîm! A ji te re îlacê te. Xweda şîfa bide înşallah.

‘EVDILKIRÎM: Rehma Xwedê li dê û bavê te be.

 

BEDRÎ: Feqîrê reben! A ji tere! Evya jî para teye. (kîsek sebze û fêkî didê.)
     

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê EM GUH BIDIN PÊXEMBER
Ê Li Pey KÎJA REMEZAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.