BÊJE SEYDA

Article

Munafiqê l-derûdor
Zalimê li hawîrdor
Ew zulma wan qor bi qor
Bêje Seyda çi zeman;
Ma Ebûbekir neman?

Ji me re nabin serok
Xwînxwarê hov û gezok
Zulmê dikin van mijok
Bêjê seyda çi zeman
Ma qey misluman neman?

Li Heleb Hamaw Şamê
Ji avahîw ji ‘amê
Ma çi maye li qamê
Bêje Seyda çi zeman; 
Ma Selaheddîn neman?

Kîjan heq kîjan batil
Têrê nake hişaqil
Kanî ronîw nûra dil
Bêje Seyda çi zeman;
Ma Se‘îdên jîr neman?

Dûr xistin j-dîn û îman
Nehiştin eql û ziman
Dunya wan mij û dûman
Bêje Seyda çi zeman;
Mehdîyê axir zeman?

Kanî Sunnet û Qur’an
Halê ummet perîşan
Ji ber pençê zaliman
Bêje Seyda çi zeman;
Ma şêr Huseyîn neman?

 

Mehsûmê Baxçaxî

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mehsûmê Baxçaxî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.