Te Temîna Çavên Reş û Belek Li Kî Kir?

Article

Tê gotin ku rojekî ji rojan derwêşek bi hêla Farqîna Diyarbekir ve diçe û berê xwe dide mala şêxekî da ku lê bibe mêvan. Derwêş silava xwe dide û derdikeve ‘hizûra şêx. Der û dora şêx ji mirîdên wî dagirtine. Piştî ku bixêrhatinê didin hev û li hev dipirsin şêx pirsekî ji derwêş dike: “Eya derwêş! Ji war û cihên ku tu jê tê çi xeber heye?”

            Derwêşê ku li mala şêx bûbû mêvan, pirsa şêx bi helbestê dibersivîne:

“Çiyayê mezin berfê lê kir

Kewa gozel hêlîn lê çêkir

Wextê tu çûyî welatê xerîbiyê

Temîna çavên reş û belek te li kê kir”

            Çawa gotina derwêş xelas dibe, şêx di nav destên mirîdan de bêhiş dikeve. Biskek derbas dibe şêx tê ser hişê xwe û cardin ji derwêş dixwaze ku wan gotinên xwe bînê zimên. Derwêş ji ber daxwaza şêx gotinên xwe yên berê dubar dike. Şêxê reben dîsa bêhiş dikeve. Ev bûyera bêhişketinê û şitexaliya di navbera şêx û derwêş de çend caran dubare dibe.

            Mirîdên şêx li rewşê mêze dikin ku rewşa şêxê wan qet nebaş e, hema radihêjin şêx dibin odekî, derwêş jî dibin odekî din. Demek dirêj derbas dibe û şêxê ku li ser hev ji ber gotinên derwêş bêhiş diket tê ser hişê xwe. Şêx çawa ku tê ser hiş ji mirîdên xwe pirs dike: “Ka derwêş li ku ye?” Mirîd wiha bersiv didin: “Eya şêxê me! Me dît ku tu ji ber gotinên derwêş bêhiş dikevî û rewşa te ber bi nebaşiyê ve diçe me we ji hev veqetand.” Derwêş nuha di oda din bi tena serê xwe ye.”

Piştî  ku şêxê wan xeberdana xwe xelas dike mirîd pirseke wihareng jê dikin:      

“Eya şêxê me! Ev çi ‘hal e, çima tu ji ber gotinên derwêş bêhiş dibî?”

Şêx di nava tefekkurê de bi şikleke aram wisa bersiva pirsa mirîdên xwe dide: “Herwekî ku hûn jî dizanin derwêş ji min re van gotinan got:

Çiyayê mezin berfê lê kir

Kewa gozel hêlîn lê çêkir

Wextê tu çûyî welatê xerîbiyê

Te temîna çavên reş û belek li kê kir

Şêx piştî ku gotinên derwêş dubare dike, dest bi şîroveya gotinên derwêş dike û wiha dibêje:

“Derwêş ji min re got ku “çiyayê mezin berfê lê kir.” Ev tê vê manê: Ew çiyayê mezin serê însên e, ew berfa ku li ser wî çiyayê mezin dibare jî mûyên spî yên ku dikevin serê însên e û dîsa ew ‘elametê kalbûnê û mizgîndarê mirinê ne.”

            Dîsa derwêş ji min re got: “Kewa gozel hêlîn lê çêkir.” Ev jî tê vê manê: Dema ku mûyên spî mîna berfê li ser çiyayê ku mîna serê însanane dikeve, çawa ku kewê gozelê ‘hinekirî di wextê wê de hêlîna xwe bi şikleke baş û xweşik vedide û çêdike bi heman awayî hêlîna însanê ku ber bi mirinê ve nêzîk dibe jî tê vedan.

Derwêş di berdewama axavtina xwe de dîsa ji min re got “Wextê tu çûyî welatê xerîbiyê, Te temîna çavên reş û belek li kê kir?” Ew jî tê vê wateyê: Dema ku tu kal bûyî û gihaştî ber mirinê hêlîna ku ji teref kewa gozel ve hat vedan dê bibe qebra te. Dema ku tu ketî wê qebrê ka tu dê xwe bisperî kê. Tuyê çawa hisabê wan tiştên ku te li vê dinê kiriye bidî.

Dema ku derwêş ev riste xwend tirs û ze‘hmetiya hesabdayînê û zorbûna roja axretê hat bîra min û ez ji tirsa Xweda bêhiş ketim…”

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Cîhan Bawerî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.