QÎMETA XWENDINÊ

Article

Hemd ji Xweda re be. Selat û selam li ser Resûlê Xweda be. Hûn xwendevanên bi rûmet! Ez li we bi silava Xweda silav dikim. Hevalên hêja! Bi îzna Xweda di vê nivîsa xwe de, emê qala qîmeta ku dînê Îslamê daye xwendinê bikin.

Em mensûbê dînekî wisane ku emrê wî yê yekem “bixwîn”e. Ji lew gerek em daîmî bi xwendinê ve meşxûl bibin. Çunkî Îslam li hemberî cehaletê herb îlan kiriye. Giringî daye ‘ilm û xwendin û hînkirinê. Li ser rûyê erdê ti dîn û ti îdeolojî, qasî dînê îslamê giringî nedaye ‘ilm û xwendinê.

Di vê dinya roja me de her çiqas em ji pêşveçûna mewcûd fêm dikin jî xwendin karekî pir giring e. Musluman di vê mijarê de gere Resûlê Xweda ji xwe re bikin mînak. Piştî herba Bedrê her muşrîkê ku esîr hatibû girtin, di bedêla xwendin û nivîsandinê hînî deh misilmana bike, serbest dihate berdan. Ev nîşanî me dide ku Resûlê Xweda çi qas giringî daye xwendinê. Di dewra ‘esra se‘adetê de mescîd ne tenê mekanê ‘îbadetê bûn, wek meclîsên ‘ilmê jî dihatin bikaranîn.

Hînbûna ‘ilmê û xwendina kitêban, ‘hewcetîyeke zarûrîye. Çunkî şexis çewa ku gava ji xwarin û vexwarinê qut dibe, maddî bêhal dikeve, gava ji ‘ilm û xwendinê dûr dikeve jî manewî nexweşînek derbas dike.

Însan çi qas dixwîne, fêm dike ku ‘ilmê wî çi qas hindike, xwedî ‘ilmekî piçeke. Mîna ku hînbûna xwendinê qezenc dike, bêtir dixwaze bixwîne. Xwendin bergeha însan vedike. Çavnêrîya însên a li dinyayê firehtir dike. Pirên me em gunehên biçûk, wek talûkeyan nabînin, lê encax xwendineke ‘ilmî Îslamî ya hûr û bi ‘hîkmet, di muslumanan de li hemberî gunehan hessasîyetekê çê dike.

Kesên ku Xweda ji wan hez dike, xisûsîyeteke wan jî ewe ku ehle ‘ilmê ne, ‘umir bi şiklekî derbas dibe dere lê tiştê muhîm, evana wextê xwe tije derbas dikin. Bi ğaya ku dînê Xweda bighînin însana teva, guhê xwe dane ‘ilmê. Sebebê şandina însan a vê dinyayê jî bi heqqî ‘evdîtîya ji Xwedê Te’ala re ye. Kesên ji Xwedê Te’ala re herî baş ‘evdîtiyê dikin, yên zêdetir bi ‘ilmê re meşxûl dibin, Xwedê bi heqqî nas dikin, bi Xwedê îman tînin û jê re ‘îbadet dikin. Heger ‘îlm tunebe, ‘î’htîmala ketina xefikên şeytên zêdetir dibe.

Kesê dixwîne, gencîneya wî ya peyvan zêde dibe. Axaftinên wî bi ‘hîkmet û tesîr dibin. Xasseten dozvanên dînê Îslama kamil û bêkêmasî, yên li ser dinyayê hakimbûna dîn ji xwe re kirine derd, bi armanca dînê Xweda bighînin zêdetir civatan, gere daîmî kitêba bixwînin û bi ‘ilmê re meşxûl bibin.

Musluman divê şukur bikin ku mensûbên û peyrewên dînê wî pêxemberî ne ku ‘ilm û hînbûnê teşwîk dike û hînbûna ‘ilmê teşwîk dike.. Û hem jî gerek emrê Xweda û Resûlê Xweda (s.x.l) bi heqqî bi cîh bînin.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Receb FÎDANCI

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.