Ey Dilo Rabe!

Article

Ey dilo rabe xwe karke

Bîn û bayê cennetê

Tê ji Kurdîstanê dîsa

Bernede vê fersetê

 

Dîcle dîsa sor diherke

Gûlşenên nû av dide

Ref bi ref şalûl û bulbul

Têne bağê wesletê

 

Dîsa karwanê şehîda

Ket riya azadîyê

Firr û perwaz dan kevokan

Ber bi ‘erşê izzetê

 

Bû lehî xûna şehîdên

Dînê Îslama Mûbîn

Amed û Wan û Çebexçûr

Xemilîn bi mîhnetê

 

Xayinên dîn û welat tev

Wek guran êrîş kirin

Memleket wêran kirin tev

Bi şewat û şîddetê

 

Wek xuya be perikên wan

Waye dîsa hatine

Lê belê mizgîn li wan be

Kurt e ‘ûmrê wehşetê

 

2-muharrem 1436

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Mela Mîzgîn

Ê Berê HUSEYN REHBER
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.