Çêroka Hostayên Keristanê

Article

Li welatê Keristanê kurtançêkerek meşhûr hebû. Kurtanên ku vî hosteyî çêdikir, li pişta kera nedixist û pişta kera nediêşand. Navê vî hosteyî Hostê Xweşik bû. Hostê Xweşik ji keran pur ‘hez dikir. Lewra kurtanên nerm û xweşik ji keran re çêdikir. Her çiqas Hostê Xweşik ji keran ‘hez bike jî hinek kerên Keristanê qet ji Hostê Xweşik hez ne dikirin. Zen dikirin ku Hostê Xweşik nebe, wê Keristan bê hoste bimînin û kesek wê kurtana li pişta wan neke.  Digotin qey wê kerên Kerîstanê tev azad bibin.

Ji bo ku Hostê Xweşik zû bimre her şev hinek kerên Keristanê berî nimêja sibehê radibûn şevnimêj dikirin û Cewşen dixwendin. Paş xwendin û nimêjê tev bihev ra nifîn û beddua li Hostê Xweşik dikirin. Paş demekê Hostê Xweşik nexweş dikeve û êdî nema dikare kurtana çêke.

Xebera nexweşiya Hoste Xweşik li Keristanê zû belav dibe. Hinek Kerên Keristanê bi twêt, fêsbok, baylok û bi medya civakî li ser internetê xeber didine hev û bi kêfxweşî li kolan û cadeyên Keristanê bi zirezir dimeşin û li meydana Keristanê tev kom dibin.  

Li Keristanê pîrekerekî rîsipî û dinyadîtî hebû. Ji lawê xwe dipirse, dibê: “Lawê min eva xêre îro çi bûye ji van kera, ewqa dikine zirezir?” Lawê wî dibê: “Kalo ma te ne bihîstîye çi bûye"? Pîreker dibê: “Na, ma çi bûye lawê min?” Law dibê: “Kalo Hoste Xweşik li ber mirinê ye. Bona vê yekê em ewqa kêfxweş in. Pîreker, bîstkê mitale dike û dibê: Lawê min! Ma kêfxweşiya kera bona mirina Hostê Xweşike?” Law dibê: “Belê kalo.”

Pîreker dibê: “Lawê min! De were em jî herin meydana Keristanê. Da em bizanibin pirsgirêk çi ye û çareserî wê çi be. Li meydanê zirezira kera ne, tev dibên “ke-ra-re, a-za-dî, ke-ra-re, a-za-dî” Bi vî dengî zimme zimm ji her derê Keristanê bilind dibê û yek dengê ê dinê nabihîse...

Pîreker, hêdî hêdî derdikeve ser platformê, radihêje mikrofonê û du sê caran uxte uxt dike, gewriya xwe paqij dike. Kerên li meydanê kom bûne, hêdî hêdî dengê xwe dibirin û gohdarî pîrekerî dikin.

Pîreker, mikrofon di desta de rast û çep dinêre û hêdî hêdî mikrofonê nêzî devê xwe dike. Cardin deng ji meydanê bilind dibe. “Her bi jî Pî-re -ker... Her bi jî... Pî-re-ker...

Hêdî hêdî deng kêm dibe û Pîreker dest bi gotina xwe dike: “Gelî hevalno! Îro civîna me li vê derê civîneke dirokî ye. Belê ez naxwazim wextê we zêde bigrim. Ê di nav we de herî rîsipî û serpêhatî ezim. Ez dinêrim iro hûn tev bi nexweşbûna Hostê Xweşik pur kêfxweş in.” Cardin deng ji meydanê bilind dibe: “Bimmm-re... Hos-tê-Xwe-şik, bimmm-re, Hos-tê-Xwe-şik” Pîreker dibê.

-Gelî hevalno! Çewa ku hun dizanin berî niha Hostê Silik û Hostê Reşik hebûn. Ez bawerim pur kes ji we ev herdu hoste dîbûn. Hun jî dizanin ev herdu hoste ocaxkor û bê zurriyet bûn. Bona vê yekê mer‘hemet çiye ne dizanîn. Ji xwe ez be‘hsê ji ên berya wana nakim. Lewra ew dewr dewrek pur tarî bû. Wê çaxê bê kurtan bar li pişta me dikirin. Pişta me tev dibûn birîn û sax nedibûn. Ger hun baweri naynin werin li pişta min binêrin.

Hoste Silik ji xwe ne hoste bû. Şivan bû. Belê weke gurê postê berxê li xwe ke, xwe dixiste her şiklê. Bi vî awayî heft carî çûye û cardin hatîye. Dewra Hoste Reşik jî pur bi tengasi derbaz bû. Hoste Reşik ne hosteyek baş bû. Kurtanên wî çêdikir pişta me diêşand û tev dikir birîn. Sibê heta êvarê em dixebitîn, êvarê jî alifê ku me têr bike ne didane ber me. Em tev bi zikê birçî sibê cardin diçûna ser kar û diketine bin bar.

Piştî Hostê Reşik û Hostê Silik, Hoste Kinik dest bi kar kir. Hostê Kinik ji hosteyên berîya xwe hostetir bû. Kurtanên çêdikir pişta me ne diêşand. Êvarê jî alif didane ber me, em birçî jî ne diman. Belê tenê alifê me bê ceh bû. Lewra ceh alifê kerên mezin bûn.

Bona Hoste Kinik jî, wê çaxê hinek hevalên me nerazibûna xwe nişan didan. Belê piştî mirina Hostê Kinik ‘halê me cardin nexweş bû. Hosteyên piştî Hostê Kinik ne hosteyên baş bûn. Cardin alifê me kêm kirin û em birçî dihiştin. Ji xwe kurtanên li pişta me dikirin pişta me diêşand.

Gelî hevalno, ev gotinên ha tev bi serê min de hatine. Ji xwe zor û zehmetiyên ku bi serê bab û kalê mede hatî ez nikarim bêjim.

Carcaran kalê min digot: “Lawê min tiştên ku bi serê me da hatî bi serê gurên çiya de neyên.” Digot: “Lawê min, Keristan welatekî xweş bû. Çi hate serê me, di dewra Hoste Şînik de hate serê me. Hoste Şînik li xerbistanê bûbû hoste. Tiştekî ku ne li gor xerbistanê ba tev şewitand. Keristan talan kir. Avahiyên ne li gor xerbistanê tev xera kir. Axur jî nemabûn ku kes lê bisekine. Bona vê yekê mizgeft kirine axur. Belê di mizgefta de jî ne dihiştin kesek berê xwe bidine qiblê. Çiko qible ne li hêla xerbistanê bû. Hoste Şînik dixwest herkes berê xwe ji qiblê vegerîne û bide xerbistanê, bona vê yekê jî ji dil şer kir.”

Belê çend şêr ji çiyayên şerqistanê deng didin û li hember Hostê Şînik bi mêranî radibin pîya. Bi vî awayî şêr ji xwe haydar dibin û li her derê serî hildidin. Belê mixabin xiyanet ruê xwe yê reş cardin nîşan dide. Hirç û gur û çeqel bi alîkarîya xayîna şêra êsîr dikin û ji holê radikin. Kesek ji tirsa êdî nema bi şêranî derkeve pêş. Hingê kurtan û bar li puşta şêran jî dikin û weka kera wana jî bê deng dihêlin. Carcarna eger şêrek serê xwe hilde û bêje: “Ma em kerin, eva çi kurtane li pişta me?” Gur û çeqel, bi tevê xayîna, li şêr têne hev û wî ji holê radikin. Lewra gur û çeqel û xayîn qet ji şêran ‘hez nakin. Dizanin cihê ku şêr lê dijîn li wir cihê jiyanê ji wan re namêne.

Bi vî awayî dengê şêra hercar tê birîn û herkes bi kerîtîyê razî dibe. Ji xwe lewra navê welat bûye Keristan. Evana jî siloganên keristsnêne.

“Her kerekê keristanê bedel dinyakî ye”

“Xwezil bi wî ku dibê ez kerim”

“Keristan welatê kerane”

Her çiqas em ne kerbin jî lakîn xeyn ji kera mafê kesekî tine ku li keristanê bijî. Bona em bikaribin li keristanê bijîn, bivênevê me jî xwe dixiste rengê kera. Belê li gor kerên keristanê rengê me hinekê reş dima. Ji ber vê yekê alif jî ne didane ber me, alif didane ber kerên boz tenê. Bona vê yekê hinek hevalên me yên çavbel hebûn,  li nav tozê digevizîn, xwe bi tozê boz dikirin û digotin em jî kerên bozin. Lazime alifê bidin ber me jî.”

Kalê min digot: “Her roj zor û zehmetî zêde dibûn. Ji ber vê yekê li her derê Keristanê serhildan çêdibûn. Hoste şînik bona van serhildana bitemisîne û bi‘eciqîne, li cîyê xwe de şagirtê xwe Hoste Kerrik Danî”. Kalê min çi demî behsa dewra Hoste Kerrik dikir, rudinişt û digrî. Digot: “Wê çaxê ez, çar/pênc salî bûm. Li ber çavê min, bi sedan şêr xistine axurekî û agir bi axurê xistin. Babê min, şeş mamên min, yazdeh birayên min, çar xalên min, li ber çavê min şewitandin, hê jî qêrînên wan li ber guhê mine.” Li herderê Keristanê ev deng bilind dibû. Belê Hoste Kerrik ne dibihîst. Çiko ji herdu gohên xwe kerr bû. Paş Hoste Kerrik Hoste ‘Edik hostetîyê dike. Dewra Hoste ‘Edik hinek firehî çedibe, carcarna alif didane ber me. Belê Hostê ‘Edik jî ji teref gur û çeqela ve tê girtin û tê xeniqandin.”

Ji xwe paşê hingê gur û çeqel hîn dibin, deh sala carekê ji hewingê derdikevine û dikevine nava gund û bajara. Kesekî ku rengê şêra lê dide, teva dixine heps û zindana û her û daîm zindanên keristanê tije şêrin û vala namênin. Paş hingê kalê min bi van kul û derda serê xwe datêne û diçe ber dilovaniyê.”

Gelî hevalno! Çewa ku hun dizanin di dîroka Keristanê de, Keristan tu carî bê hoste nemaye û wê bê hoste nemêne jî. Madem ‘hal eve, lazime ku em hosteya nas bikin. Ka kîjan hoste zêde me naêşîne û barên giran li me nake. Eva çend sale Hostê Xweşik hostetiyê dike. Birastî Hoste Xweşik şagirtê Hoste Necik bû. Hoste Necik çawa ku hun jî dizanin, ne li Keristanê tenê, li tevê dinyayê hosteyekî meşhûr bû. Mixabin hirç û gur li gel çeqela bûne yek Hostê Necik ji kar dûr xistin. Eva jî ji Hoste Xweşik re bû ders û bêhtir hay ji xwe ma. Eva îro dewra Hoste Xweşike. Çawa hun jî dibînin kurtanên Hoste Xweşik çêdike nerme li pişta me naxe û pişta me birîn nake. Hem têr alifê dide ber me û hem hinek ceh jî li ser dike. Dibe ku carcarna barê giran li me bar bike jî, belê çaxê em ewan hosteyên din bênine ber çava, em evê zêde nakine pirsgirêk. Lewra karê me barkêşandine.

Ji xwe gotinên mezina ye. "Ger em ker bin, kes ên bar li pişta me kin wê her hebin."

Gelî hevalno! Ger hun guh bidin min, ezê evê jî ji wera bêjim. De ka ez evê mikrofonê bigirim, bila kes dengê min nebihîse û hun jî ji kesekê re nebêjin, lewra bizanibin ku em ne kerin wê jiyanê li me bikin tarîstan û keristanê li me bikin zindan û goristan. Jixwe heta em kertiyê qebûl bikin, Keristan tu carê namîne bê hoste û em jî namênînin bê kurtan û hefsar.

Lazime em bawer bikin ku em ne kerin, em ji îro pê da li ser pişta xwe kurtanên tu hosteyan qebûl nekin û em ji tu kesî re kerîtiyê nakin, wê çaxê emê serfiraz û azad bimênin. Çepik...

Dekanê em henek û lakirdîya bihêlin li hêlekê, û em werin ser heqîqetê.

Bi rastî her hêzekê beşerî hefsarek di desta de ye û li pêş insana kemîn vedane. Kesê ku bikeve kemîna wan heman demê wana êsîr digrin, hefsar diken û li puşta wan siwar dibin. Weka kera ji xwe re bar dikin û li kîjan derê dixwaze berê wana didene wê derê. Bizanibin hêzên beşerî tev herîceqan û çiravin, insana di xwe de difetisînin. Belê Ellahê dilovan, bi rehma xwe ji bona insanî ji van kemîn û herîceqanê bi selametî derxe û têxe ewlehîyê,  me haydar dik e: Tev bi benê Ellah bigirin û ji hevûdû nefelişin”

Ev benê Ellah dirêjî me kirî, çaxê em xwe pê bigirin, emê ji tevê hefsar, kemîn û defikên xapînoka azad bimênin û bikevine ewlehîyê. Lewra Xuda bi benê xwe insan û insanîyetê ji tevê nebaşiya derdixe, hildikşîne jor û bilind dike.

Azadî me û we teva dorpêç bike, bimênin di xêr û xweşîyêde.

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê ENFAL
Ê Li Pey Di Derheqê İlimde Ji Hezretî ‘Elî Deh Şîret

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.