Zîyareta Trump li Siudî û tiştê ku me dî

Article

 

Têkilîyê dewletan bi hevra, weke insanê di bajarekî da çi ji bo ekonomîyê be, çi ji bo ewlehiyê be ya ji bo tiştne dî ku herdu teref jî jê feyde bibinin ev tekili adetîne/normalin. Lê belê ji bo devlete islamê ku di van têkilîyên xwe de bibine weke mûstemleke/kolonî yê hinek devletê ne İslamî, pêwiste ku ev têkilî çênebin. Lewra devlet ê İslamî ku di nava xwe de yekîtî ya çekîn, bi her hewa yî besi xwe ne û têra xwe dikin. Lê mixabin weke insanê ku istu wê wî ‘elîbe binê nîr, li dîrok a xwe î serbilind û îzzet a ku xweda daye wan na nêrin û bi her halê zîlletî razî dibin û xwe dixine bin sîya hinek devletê ku deste wan ti carî ji xwîna Mislimana dernayê.

Ji van gotinê xwe, weke ku hûn jî texmîn dikin, ez qesta S’uudi Arabîstan dikim. Berî neha bi çendekî Serekdewletê Emrîka Donald Trump ji bo hinek têkilîya çu S’uudi. Wextê ku gîhişte S’uudi, Qral û alîkarê wî pêşewazî ya Trump bi halek î wisa kirin ku, ji bê ku ew jî ji vê Ümmeta İslamê ne serê me kete ber me, me ji halê xwe şerm kir u me go xol’ı li serê we be. Lewra Trump bi lêxistina def a û reqis e ke weke ya zaroka pêşewazî kirin. Wextê ku min ew halê wan dît, ew menzera ku wextê pêxember ê me ji Mekke hê hîcret î Medînê kir û bi çuwina wî re heyv a İslamê li ser tarîtî ya Medinê derket û şu’le da ser xelkê wê herêmê, zarok û mezin ê Medînê derketine derva yê bajêr, li def û ‘elbana xistin û gotin ‘’Tele’e el Bedru ‘eleyna’’ u ji kêfa reqisîn hate bîr a min.

Xelkê Medînê mafdar bun ku wê kêf û şahî yê bikin lewra, bi çuwina Pêxemberê Xweda (s.a) ji taritî ya şîrkê xelas dibun û şîyar î rojek e wilo dibun ku, ji alîyekî ve derîyê çuwina cennetê li wan vedibu, ji alîyê din ve hetanî qîyametê navê wan wê bi navê Hebîbê Xweda re bê zikir kirin. Ev jî, nî’metek î wilo bu ku ne dibu nesîbê her kesî. Di dinya yê de bi tene ji wanre di bu nesîb.

Ma’na/Wate ya ziyaret a Trump ê ku deste wî û dewlet a wî di xwîna misliman ê temam ê dinya yê de ye, li S’uudi ewe ku, bi milyar dolar a perê Ümmeta İslam ê bistîne û çek û sîleh ê giran bide wan, da ku bi hevre xwîna zarokê ûmmetê zêdetir birijînin. Heke ku hinek bejin ne wisa ye, ma kesî heta vêga dîti ye ku S’uudî li bilî devlete ke kafir gotiye ez mislimanim. Yanî, tewrek î ji ‘izzeta îslamî nîşan daye gelo.

Lê bê guman Xweda yê te’ala ikram u qencî ye ke wisa li xelkê herêm a ‘erebîstanê kirî ye wan dinav nîmet ê aborî/îqtîsadî û ma’newî de hiştî ye. Cîyê ku pîye xwe davejnê bêhna Pêxember û hevalên wî ji wara tê. Lê wilo xwîya dike ku qiymet a wan tiştê manewî ji van qrala re nemaye. Xwedayê te’ala jî li bilî van nankorî ya îzzet a îslami ji wan sitendî ye.

Wê ev hal heta kengî wê bidomine? Kengî wê Ûmmeta Îslamê were ser hemdê xwe û li dor rehber e kî bicive ku bi hevra bibine xwedî îzzet û ev qas xwina ku ji reh ê wicûd a îslamê tê bisekinînin. Ya jî dev ji van hesabê biçuk ku ûmmetê dike parî parî berdin û bi biratî bibine sîwane ke rehmetê daku li ser ze’îf û bê hêzê ûmmetê bibine sî.

Hêviya min ewe ku Xweda, me Kurd ê misliman bike mizgînîya vê sîwan a rehmetê û hê bi çavê vekirî şanî me bide.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Dawid ê Mecîd

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.