EM ŞÎYAR BIN

Article

Ev çi ğeflet em tê dene

Kârê me tev lîsk û kene

Dinya ji mer ne meskene

Şiyar bin ey birayê min

 

Me j’bîr kir dinya fanîye

Me barê xwe lê danîye

Qîma xwe me pê ânîye

Şiyar bin ey birayê min

 

Dinyayê em ğirandine

Şağê xwe l’me gerandine

Qelbê me tev mirandine

Şiyar bin ey birayê min

 

Boy çend rojê vê dinyayê

Çima axret me bîr nayê

Me xêrê xwe dan ber bayê

Şiyar bin ey birayê min

 

Qenc xerab dinya dibûre

Me war tirba reş û kûre

Bawer kî ew j’me ne dûre

Şiyar bin ey birayê min

 

Kâ şiyâr bin ji vî hâlî

Xwe j’ dinyayê bidin âlî

Xebat kin j’ boy Rebbê ‘âlî

Şiyar bin ey birayê min

 

M.Mustefayê Mela ‘Elîyê Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Newroz û Bıhara Me Ye Îslam
Ê Li Pey HEWARA ME LI TE YA REB

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.