Tesewwûf-5

Article

Tesewwûf, ‘ilmekî berfireh û kûr e. Ji bo fêm û jiyana wê xwendin ne bes e. Ji ber vê yekê ‘arifan gotine: “Yên tam neke nizane.” Ji bo zanîna wê tam kirin mercê yekem e. Ji bo tam kirina wê jî divê mirov serî têxe vê rê û xwe teslîmê Şêxekî Kamil bike. Dema mirov xwe teslîmê şêxekî kamil kir wê demê seyr û sulûk destpê dike û di heman demî de îrada meriv êdî ji destê meriv dertê û dikeve destê şêxê kamil. Ji bo kemala seyr û sulûkê ev yek pêkan e. Lewra dema meriv derdikeve rêyeke dûr û nizane, meriv tabi’ê yekî zana dibe. Ev ji bo gihîştandina meqsedê pêkan e. Di dema çûyînê de meriv muxalefeta rêberê xwe bike dê meriv rê hundake. Seyr û sulûka di tesewwûfê de jî dişibihe heman tiştî. Bi tenê ferqekî di navbera wan de heye. Ew jî; yek: Rêya maddî ye. A duduyan: Rêya manewî ye.

Rêwiyên rêyên manewî ji rêwiyên rêyên maddî pirtir muhtacê rêbertiyê ne. Lewra Resûlên Xweda silav li ser hemiyan be, ji ber vê pêkaniyê ji alî Xweda Te’ala ve hatine şandin. Xatemê Resûlan Hezretî Muhammed ‘Eleyhîsselat û Wesselam jî bi peyva xwe ya şerîfa sehîh: “’Alim warisê pêxemberan e.” Wazîfa rêbertiya însaniyetê li pişta ‘aliman kiriye. Her ‘alim di beşa pisporiya xwe de vê wezîfê pêk tîne û divê pêk bîne. Pisporên qelb û dilan jî li gor ehlê tesewwûfê şêxên kamil in û li gor edeba tesewwûfê divê murîd her dem li pey wan herin. Lê ji bo lipeyçûnê divê şêx jî xwedî hinek taybetmendiyan be. Îbrahîm Heqqiyê Erdêromî di vê mijarê de pirtûkek bi navê “Însanê Kamil” nivîsandiye û xweş beyan kiriye. Ji ber vê yekê, emê jî jê îstîfade bikin û wesfên ku divê di Şêxê Kamil de hebin hin ji fêma xwe ya tesewwûfê û hin jî ji pirtûka wî bijmêrin.

Însanê Kamil Kî Ye?

Însanê Kamil ew kes e ku divê ev taybetmendî pê re hebin:

A Yekem: Ew di her kirin û tevgerên xwe de li pey Quran û Sunnetê û rêça selefên salih e.

A Duyem: Di dilê wî de ‘eşqeke tam ji bo Mevlayê bi zatê xwe pak û temize heye. Digel vê yekê di dilê wî de li hember Zatê Akdes tewhîd, tewekkul, tefwîd, tehemmul, teslim, kemal û razîbûn heye. Ji bo wî bi dilxweşî terka kêfxweşî, pesin, xwestekên nefsê û hewa xwe dike, yanî: Ji bilî wî Zatê Eqdes terka her tiştî dike û feqîrtiyê qebûl dike. Lewra ew însanê kamil, di deryaya muşaheda Xweda de fetisiye. Ji ber vê yekê çi bê serê wî li hafa Xweda Te’ala edeba xwe xira nake…

A Sêyem: Însanê kamil, du’a û xwestekên wî li ba Xweda yê wî meqbûl in û tu demî nayê vegerandin. Lê ji ber ku edeb û heya wî gelek li pêş û zedeye, jê tu demî daxwazî nake. Lewra însanê kamil, tevî perçên kaînatê, tevî zerreyên wê, di destê qudreta Xweda de dibine. Tevger û seknên tevî mexlûqatan, bi xuluqandina ji tunebûnê bi destê Xweda Te’ala û bi hikmet dibîne. Her kar jê re di cî de, xweşik û şîrîn; her tevger jê re di wext de, bi awayekî herî munasib û bilind xwiya dike…

A Çarem: Însanê Kamil, li nig Mewla xwe gelek bi rûmet û xwedî qîmet; di nav gel de evîndarên dilan û layiqê rûmetê ye. Evîna mirovan yê jê re eserê hêzeke ku mirov mecbûrê evîna wî dike û sedemê wê nayê zanîn. Sedemê rûmetgirtina hezkiroxan evin, a xerîban jî ev hêza ku nayê zanîn e. Digel vê evîna zêde jî ew tu demî îltîfatê bi bal wan ve nake, bi tu awayî hez ji zaliman nake. Bi vî awayî ji agirê tebî’et û exlaqê wan di ewlehiyê de dimîne… Ewî, ceribandiye ku ew çiqas xwe ji însanan dûrke jî ew bêhtir nêzî wî dibin.

A Pêncem: Însanê kamil, bi ilhama: “Ey Evîndarê min! Tu sirrê min û ez jî sirrê Te me” ji êş û janên xwe azad bûye. Ji meqamê ‘ilm-el yeqîn gihîştiye meqamê ‘eyn-el yeqîn û bi wesleta meqamê heqq-el yeqîn gihaye meqamekî ku naheje. Batinê vê alema ku ava û xiradibe jê re xwiya bûye. Îşareta: “Herçî tiştê li ser rûyê zemînê dê winda bibe” bi ilham zanîye. Ji zikrê Xweda tu demî dûr namîne. Ew, bi tevî bedena xwe, bi dest, dev û dilê xwe yê safî zikrê Xweda Te’ala dike, tu demî jê ğafil namîne.

A Şeşem: Di çavê Însanê kamil de, xwarin û bêhnên herî bi qîmet û yên bê qîmet; cil û bergên herî delal û nedelal wek hev in. Ji ber vê yekê li nig wî ferqa, hevîr û nan, birinc û ce, sîr û misk, hirî û hevrîşim, doşek û kulav, xort û yextiyar, namdar û bêxwedî, beg û feqîr, biçûk û mezin, hindik û pir nîne. Kîjan ji van hebe yên li miqabilê wî hêvî û daxwaz nake.

A Heftem: İnsanê kamil, di birçîbûn û têrbûna xwe de, di razan û hişyariya xwe de, di peyv û sukûta xwe de, di tevî ‘îbadet û adatên xwe de, xêrtirînê karan rêya weset (navgîn) dişopîne. Ango: tevî kârên wî ji îfrat û tefrîtê dûrin. Lewra kamiltirînê kamilan û rûhê rêberên riya heq Hebîbê Ekrem ‘Eleyhîsselat û Wesselam wiha kerem dike: “ Sond bi navê Xweda Te’ala ku ez ji we hemiyan pirtir ji Xweda ditirsim, ji we hemiyan pirtir ji muxalefeta fermanên Xweda Te’ala xwe diparêzim. Di gel vê yekê ez rojî jî digrim û difitirim jî, limêj jî dikim û dirazêm jî û bi jinikan re dizewicim jî.”

A Heştem: Însanê kamil, dema ‘ehdek da tu demi ji ‘ehd û peymana xwe navegere. Her tiştî têxe cihê wê û ji xetika ‘edaletê zerreyek durnakeve. Kesê ku di derheqê wî de bi xirabî bipeyive feqîrbe jî tu demî wî mehrûm nake. Hin dema hewqas camêrî dike ku yên lê dinihêrin dibên qey îsrafê dike. Dema ne cihê wê be hewqas qeder hindik dide, yên li dora wî dibên qey tima û destgirtî ye. Di tevî kare xwe de xêzikeke di navbera îfrat û tefrîtê de digre. Daîma ‘eybên mirovan diveşêre, ‘eybên kesî ji tu kesî re nabêje. Bi taybetî jî sirrên dilan, hewqas qeder dibarêze ku tu tiştek jê aşkere nake. Nefsa wî, bi qasî ku ji tu mirovî re dest veneke dewlemend e. Hewqas qeder xwediyê exlaqekî xweş e ku tu demî hêrsa wî nakeve pêşiya hilma wî. Ji tu kesî re peyva nexweş nabêje.

A Nehem: Hal û karê wî her dem xêr û ‘îbadet e. Nefesên wî yên pak her dem tesbîh û pirsa nexweşan e. Peyvên wî yên şîrîn, ‘îlm û hîkmet in. Zimanê wî yê dibê, bi lezzet û şîrîn e. Wechê wî yê xweşik şahî dide û qeflê dilan vedike. Kesê ku vî zatê mubarek dibine, Xweda Te’ala bibîra wî tê û di ‘ezemeta wî de difikire. Çawa Xweda bibîra wî kesî neyê? Lewra wechê dostê Xweda dîtiye. Bi van hincetan û ehwalên fewqel’ade însanê kamil xwiyayî û weke rojê aşkerene.

Di hejmareke din de Xweda bê erê emê peyva xwe ya di derbarê şêxê kamil de bidomînin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

M. Ce’fer Bêcirmanî

Ê Berê Tesewwif- 5
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.