Di Warê Danasîna Tesewufê De Fîlmekî Balkêş (Bab ‘Ezîz)

Article

Her dem û dewr çek û sîlaḥên xwe yên rewacî hene. Di destpêka însanîyetê de belkî şûr û meretal li rewcaê bûn. Lê çawa ku Bedî ‘ûzzeman jî dibê:

Serdestîya li ser medenîyan ne bi cebrê, belkî bi qani’kirinê mimkûne. Di qirnê me de çekê herî rewacî fen û huner in.[1] Belê bi derbasbûna demê re ev heqîqet hê çêtir tê fêmkirin. Lewra di vê ‘esrê de çek û sîleh hêdî hêdî ji rewacê dadikevin. Îdî dem dema teknoljî, qani’kirin, sin‘et û hunerê ye.

Digel ku ji destpêka nubuwetê bigre ḥeta nuha, bi hezaran kitêb li ser hezertî pêxember hatine hunandin jî, em dikarin bêjin ku li ser însanan tesîra Fîlmê Dawet (çağrî) ji van kitêban zêdetir e. Lewra ne mimkune ku herkes van kitêba bixwîne. Lê mimkune ku giranîya însanan li ser rûkê cîhanê, bi wesîla înternet an jî televîzyonê vî fîlmî sêr bikin û bi wesîla vî fîlmî Îslamê binasin. Belkî jî ev naskirin ji wan re bibit wesîla destpêka lêkolînên İslamî.

Filmê Bab ‘Ezîz jî fîlmekî balkêş e. Ku di derhênerîya hunermendekî Tûnûsî de hatiye hûnandin. Ev fîlm, fîlmeke îrfanî ye. Di vî fîlmî de gelek xalên îrfanî û tesewufî veşartî ne. Em dikarin di serî de bêjin ku fîlmê Bab ‘Ezîz, hê di destpêkê de wijdana temaşevanê xwe tevdide. Û însanîyeta wî tînit bîra wî.

Hema di destpêkê de ji nijka ve qehramanên me Bab ‘Ezîz û torina xwe Işxar ji bin axê di bişkivin. Ev seḥne tînit bîr ku eslê însan ji axê ye. Piştî rabûna ji bin axê rêwîtîya dûvdirêj dest pê dike. Çolekî bê ser û ber. Ev col di şibhe dinyayê. Çawa ku di çolê de rêç û şopa însan ‘eyan e. Herwiha tu îş û karê însan li dinê winda nabe. Lê bawerî lazim e. Bê îman û rêzan, însan dê di vê çolê de winda bibe.

Rê û rêçên nêzîkbûna bi bal Xwedê Teala ve,  bi qasî jimara mexluqata ye. Ev sehne û ev peyv dide nîşandin ku bidest xistina riza a Îlahî bi yek awakî nînê. Herkes li gorî îxlas û î’tîqada xwe di demeke kurt an dirêj de dikare bigîje riza a Îlahî. Bi te’bîrekî tesewûfî eger em vê beyan kin: Dirêjahî û kurtîya riya seyr û silûkê ji bo her salikî yek nîne. Hin ji bo tolhildanê dadikevin çolê, hin ji bo evînek wek ẋezalê. Lê mirov nizane hevgihîştina meqsedê dê çi wext û bi çi wesîlê pêk bê. Car heye kîn dibit sebebê hîdayetê. Car heye evîn.

İdî dem, dema seyr û sulûkê ye. Di riya dûvdirêj de Torina Bab ‘Ezîz‘ dixwaze kû Bab ‘Ezîz çîrokek jê re bi nuhurîne. Lewra jiyan bi xwe çîrokek rêwîtîyê ye.

Çîroka Bab ‘Ezîz ji windabûna prensekî dest pê dike. Di çîrokê de prens li ser pişta hespê, li pêy ẋezalekî derdikevit çolê. Xezal prensê xwe li pey xwe dibe ser avê û ji ber çav winda dibe. Îdî prensê me li ser bîrê, dadikevit bîra tefekkure. Ev seḥne di tesewufê de meqamê ḥeyretê tînit bîr. Lewra qehremanê çîrokê, li ser bîrê dikeve ḥeyretê û ji heqîqeta ruḥê xwe hayîdar dibe û hildikşê bi bal meqamê ḥeyret û evîna heqîqî ve. Û di avê de heqîqeta ruhê xwe temaşe dike. Ẋezala me di şibhe evînê. Ku evîndarê xwe, di çola dinê de, li pey xwe digerine. Hinka noqî bin axê dike, hinka jî meqamê ‘eşqa mecazî derdixe bi bal meqmaê eşqa heqîqî û ḥeyretê ve digerîne. Di encamê de ‘aşiq û me’şûq tenê dimînin. Çawa ku di encama çîroka prens de ji bil xezal û derwêş herkes prens di terikîne.

Çol û rêwîtîya derwêşa: Derwêşê me di çola dinê de ji bo hevgihîştinê derketiye rê. Di seḥnekî filmê me de ji sî sala carkî derwêş cem’ dibin. Û zikir dikin. Ev seḥne cem’a çila ‘Elewî û Bektaşîyan tînit bîr. Ku li gorî bawerîya wan, di mî’racê de pêk hatiye. Ji bo xatirê vê cem’ê derwêşên ‘Elewî û Bektaşî jî di demên mu‘eyyen de cem’ dibin. Û zikir dikin.

Dergevanîya ber derê meḥbûb. An jî di riya seyr û silûkê de pelixandina nefsê: Di tesewûfê de kuştin û pelixandina nefsê xalekî pir muhîm e. Di seḥnekî filmê me de ev peyva derwêşekî vê tînit bîr:

-Ger tu bi ruḥê xwe paqij kî ber derê maşûq wê demê tu dê bibî aşiq. Di tesewufê de ḥeta salik nefsa xwe li ber dergahê pîr nekuje û nefspiçûktîya xwe îspat neke, nagîjit meqamê ‘eşqê.

Bi rastî dema min di film de ev peyv ji devê devrwêşekî wek dergevanê mizgeftê bihîst, Mewlana Xalidê Şehrezorî hat bîra min. Dema ku Mewlana Xalid ji bo intisaba murşîdekî kamil çu Hindistanê. Şêxê wî ew kir dergevanê dergahê xwe û wezîfa paqijkirin û şûştina tiwaletê da wî. Ev wezîfa wî bi qasî salekî domîya. Rojkî ji roja ev wezîfe li zora nefsa wî çû Mewlana Xalid ji nefsa xwe re wiha got:

-Ey Xalid! Nefsa xwe mezin neḥesibîne. Naxwe ezê van tiwaleta bi vî ruyê te bidim şûştin. Piştî ku Mewlana Xalid nefsa xwe hewqas kuşt, hê murşidê wî wezîfa îrşadê dayê. An jî bi te’bîra tesewûfî ‘aşiq hê gîha me’şûqê xwe.

Reqs û sema an jî Mewlewîtî û Bekatşîtî: Di vî fîlmî de reqs û sema Mewlewîtîya Mewlana Celaleddînê Romî û Terîqa Bektaşîtîyê tînit bîr. Lewra derwêş di vî fîlmî de, di hinek seḥneyan de wek mewlewîyan bi wecd û reqs û sema li dora xwe vedigerin. Ew jî wek Mewlana destekî ber bi Xaliq ve yê dî ber bi mexlûq ve vedigerînin. Ku ev motîf di terîqa Mewlewî û Bektaşîyan de tê wê wateyê ku derwêş reḥmetê ji Xaliq digre li mexlûq belav dike.

Lixwekirina post an jî murşîdê Kamil: Me di serî de got ku şehzadeyê me, li ser bîrê di bîra evînê de, di seyra rûkê me’şûqa xwe di tefekûrê de ma. Bîr, av û tefekûr. Dîtina ḥalê rûḥîyê heqîqî. Vexwarina meya evînê.  Gihana evîna heqîqî. Çûn û hatina ẋezalê. En nihayet dema şehzadeyê me dighê meqamê eşqê. Derwêşek tê kurkê xwe ji xwe derdixe ji şehzade re dihêle û ji holê winda dibe.

Ev tê wê wateyê ku îdî şehzade di riya seyr û silûkê de gîhaye merteba kemalê. Koşk û seraya dinê, zewq û sefa a serayê bi terka dinê re vediguherin. Lewra îdî di ‘alema mecazê de şehzade derwêş e. Derwêşîya heqîqî meqamê selteneta manewî ye. Seray kurk e, zewq û sefa jî zikr û îbadet in.

Teqdîra qederê an jî teslîmîyet: Li gorî bawerî ya tesewufê qedera însan ne di dest wî de ye. Lewra ê ku qederê teqdîr dike Ellah e. Tiştê ku di vî filmî de bala min kişand ew bû ku rêwîyek ji bo qetla birayê xwe ketibû pêy şopa derwêşekî. Lê derwêş birakî kuşt yê dî bi avê ihya kir. Me ji vê jî fêm kir ku di vir de ev hinarîya tesewufî wek şifre veşartî ye. İnsan li ber qederê wek mirîyê li ser tenaşoyê ye.

Ni’metê Xwedê yên li ser însan texlit bi texlîd in: Hin bi deng hin bi reng, hin bi nefes û her tiştê dî. Dibê ev ni’met neêne îsrafkirin. Her wekî Bab ‘Ezîz ji torina xwe re dibêje:

-Nefesa xwe badilhewa xerc neke. Dê di riya dûr û dirêj de bi kêrî te bê. Ji yekî dengxweş re jî dibêje:

- Ev deng dê te bighînit qonaxa mexsedê. Yani li gorî tesewufê qabiliyeta kê çi be dikare bi wê bighîje mexseda xwe. Ku ev bawerî jî di vî filmî de bi van seḥneyan xweş hatiye temsîlkirin..

Dawiya seyrû silûkê vebûna qelb û dîtina manewî ye: Çawa ku Bab ‘Ezîz di dawîya Filmê de ji Torina xwe re dibêje:

-Ez îdî hatim dawîya rê. Lê tu bi şopîne. Lewra îdî tekamula İştarê jî li ber kemalê ye.

Sirrê Bezmî elest an jî deqa li ser herdû leva: Li gorî bawerîya tesewûfê dema Ellah Te’ala ruḥê însan xuliqand, di ‘alema ruḥanî de her tişt û nav pê da zanîn. Û xwe pê da naskirin. Însan ḥeta wexta ku ji diya xwe di welide jî ji vê heqîqetê hayîdar e. Lê bi welidandinê re melaîket her tiştî bi wî didin jibîrkirin. Bes ji bo nişan û bîranîn û fêrbûnê deqeq li ser herdû lêva datînin. Bab ‘Ezîz vê sirrê wek mînak bi torina xwe dide zanîn.

Hevgihîştin û şahîya heqîqî an jî şebî arûz: Dawîya seyr û silukê û kemalata herî mezin mirina li ser îmanê ye. Lewra li gorî tesewufê mirin ne helak e, belkî destpêka jiyana ebedî û hevgihîştina ‘aişq û me’şûq e. Ji lew qehremanê filmê Bab ‘Ezîz roja mirina xwe wek dawet diḥesibîne. Û dibêje: “Çawa ku dinya ji reḥma dê firehtir û riḥettir bû, her wiha axret jî ji dinyayê xweşiktir û raḥettir e. Hem temamî evînên mecazî li axretê di sûretê heqîqî de dibin sebebe se‘adeta ebedî. Bes ku ew evin bi gunehên dinyewî nelewitî be. Ev seḥne jî yeko yek di şibhe felsefa şebî aruza Mewlana Celaleddînê Romî

En nîhayet em dikarin bêjin ku filmê Bab ‘Ezîz, di warê danasîna tesewûfê de fîlmeke balkêş e. Fîlm ji serî heta binî ji motîfên tesewufî hatiye dagirtin Û di hengama temaşekirinê de temaşevanê xwe jî nawestîne.

 

 

 



[1]Nûrsî Saîd. İçtîma‘î Reçeteler weşanxaneya Tenwîr

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê TEW DINYA 18
Ê Li Pey Şehîdketina Şêx ‘Ebdurre‘Hîmê Pîranî û Hevalên Wî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.