KÎJA REMEZAN

Article

FERZENDE: Hevalê Felemez! Ka navbêna te û Remezan çawa ye?

FELEMEZ: Kîja Remezan? Hecî Remezan, Sofî Remezan, Melle Remezan, yan Kekê Remezan?

FERÎDÛN: (Hinekî dikene) Tu dibê qey te Remezan tev li xwe civandine.

FELEMEZ: Birayê Ferzende! Heger tu Hecî Remezan dipirsî: Ê de tu zanî yextîyareke. Kû karibe bi rehetî were camiyê, ew roj ‘îda wîye. Kêfa min pir ji dû’ê wî re

tê. Ez jî xatrê wî zanim ha…

FERZENDE: Pir xweş pir xweş! Lê navbêna te û sofî Remezan?

FELEMEZ: Sofî Remezan? Em li deverekê rastî hev bên, ê de hey em silava Xwedê lihev dikin. Ğeyda me tune, lê zêde xoşbeşîya me jî tuneye. De dîsa ji cîran

û nasaye…

FERÎDÛN: Bi rastî min jî mela Remezan pir meraq kir!

FELEMEZ: Ger hûn pirsa Mela Remezan dikin; wey Xwedê û pêxember jê razî be. Ji we’z û şîreta, helal û hîkmeta û ji fêmkirina guneh û herama hew dibe. Roniya çavê mehelle ye. Rêz û hurmeta me ji wî re geleke…

FERZENDE: Jixwe ji peyva te xuyaye. Herhalde tu û kekê Remezan jî pir ji hevdû hez dikin!

FELEMEZ: Ne ewqas! Ew li mala xwe, ez li mala xwe. Heger şevekê, qendîlekê, fitariyekê em hevdû bibînin, hezar car mala Xweda ava. Bila bi dûranî be, lê bila bi nûranî be…

FERÎDÛN: Maşallah! Navbêna te û Remezana pir xweşe.

FELEMEZ: Ê de hal û rewşa dinyê bellû nabe. Çi dibe çi nabe? Dostê hêja û bi qîmet divê. Ji bo di tengî û firehî de, bi destê te bigre, rêya rast ber texe, te bi tenê nehêle. FERÎDÛN: Ê de li heyatê bi destê te girtin, gelo piştî qebrê ewê kî bi destê te bigre?

FELEMEZ: Birayê Ferîdûn! Tu jî baş zanî ku dostanîya meriva û malê dinyê, heya devê qebrêye. Carna hetta wir jî nayên. Dostê meriv terk nake, ‘emel e ‘emel.

FERZENDE: Divê ‘emelê meriv jî, qenc û baş be. Îja navbêna ‘emelê te û vê meha mubarek çawaye?

FELEMEZ: Birayê Ferzende! Wey! Ma te meha Remezanê pirsî?

FERZENDE: Mala Xweda ava. Tu biber ket.

FELEMEZ: Ê de Xwedê ji te razî, te hema bigota navbêna te û rojiyê çawaye, minê ji te re hema bigota. Birayê Ferzende! Ji we re baş û xweş qisse bikim… Meha Remezanê got ez têm, me got bi serser û çavan re were.

FERZENDE: Yaw hezar carî ser çava.

FELEMEZ: Remezanê got îsal ez di havînê de têm, me got ne kul û ğem e. Were, xweşî û rehetî jî bi te re.

FERZENDE: Sedeq wiloye.

FELEMEZ: Remezanê got ezê we hinekî bi te’bînim, me got xwezya her ta’b, wek te’ba te bi xêr ba.

FERZENDE: Erê welleh!

FELEMEZ: Remezanê got ez bêm, hunê bêriya ava cemidî û xwarinê bikin, me got tiştek pê nayê, êvarî emê heyfa wan hilînin.

FERÎDÛN: Lo derekî te pê neêşe.

FELEMEZ: Remezanê got ezê bi şev xew li we bi herimînim, me got bi qurbana xêr û xweşiya şeva leyletulqedra te bin.

FERZENDE: Xwezya bi xêra wê şevê.

FELEMEZ: Remezanê got ezê ji we xitm û terawîha bixwazim, me got wey ma em çi dixwazin, zikra Xwedê wirdê me ye

FERÎDÛN: Ji dêw bavê min re jî xêr bihata nivîsandin, wê çiqas xweş ba.

FERZENDE: Înşaallah ji ummeta pêxemberê me tevî re bi xêre.

FELEMEZ: Remezanê got ne rojeke ne du roj. Mehekê xwe ji min re hazir bikin, me got madem destpêka te rehmet e, navîna te meğfîrete, dawiya te jî xelasiya ji ‘ezabê axrete ye, hema tu kengî dixwazî were.

FERZENDE: Were heyran em li hêviya te ne.

FELEMEZ: Tu meha Qur’ane, me teva pê îmane. Tu ye meha rehmet û ummet. Em dixwazin bi te rabe ev kufr û cehalet. Bi Reyyan te vekirye deryê qencî û cennet, bila tê de derbas bin ehlê îman û îffet. Biçûk û mezin, bê gilî û gazin, em tev te dixwazin ey meha mubarek. Heger bi te, ev millet hîdayet be, besî me ye xwezya me ye ji Rebbê izzet.

FERZENDE: Besî me ye hemdê Xweda.

FELEMEZ: Ehlen we sehlen ya şehrê Qur’an, merheben.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Fexreddîn Şemrexî

Ê Berê ÇIKÛS Û CAMÊR
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.