Ji Mewsîma Mewlûdê Bi Bal Remezanê Ve

Article

Mewsîma mewlûdê hê nû xilas bû. Peyra em gihîştine meha Remezanê. Wê hê çand sal bi vî rengî mewlûda pîroz û remezan li pey hev bin, yan jî wê di hundurê hev de bin. Wê bihar bi mewlûda piroz û Remezanê hê xweş bibe. Xudayê Te’ala di Qurana pîroz de weha ferman kirîye di sûreyê Înşîrah de: “Ku tu ji karekî vala bû, derbasî karekî dî bibe. Û daîma reğbetî rebbê xwe bike.” (Sûreyê Înşîrah 7,8) Piştî ku mumina mewsîma mewlûdê îhya kirin, derbasî meha Remezanê bûn. Ji karekî ji bo Xudê derbasî bibal karekî dî ve bûn cardin ji bo Xudê. Xêr û rehm û bereket li pey xêr û bereket û rehmê.

Di mewsîma mewlûdê de em Resûlûllah (s.‘e.w) bibîra xwe ve tînin. Resûlûllah (s.‘e.w) bi nessa ayetê rehmet e ji bo ‘aleman. Xuda di heqqê Resûlûlla (s.’e.w) de di sûreyê Enbîya de ferman kirîye: “(Ya

Mûhemmed!) Me tu ji bo ji ‘aleman re bibe rehmet bi tenê şandîye.” (Enbiya 107) Resûlûllah (s.‘e.w) rehmet bixweye. Ji ber vêna pir caran li bajarekî ya jî li gundekî piştî mewlûda pîroz hatîye tertîbkirin, rehm yanî baran barîyaye. Ê ku bixwaze rehma Xudayê teala li ser xwe kom bike, divê ku her daîm selawatan bixweyne û li pey rêz û rêça Resûlûllah (s.‘e.w) be.

Îsal jî hemd ji Xuda re li gelek bajar û gunda mewlûda pîroz hatin lidarxistin. Gelek selewat û zikir hatne xwendin. Li ser heqqîyû ‘edaletê behs û qala Resûlûllah (s.‘e.w) hat kirin. Lewra Resûlûllah (s.‘e.w) nimûna heqqîyû ‘edaletê ye. Ê ku bixwaze heqqîyû ‘edaletê pêk

bîne lazim e Resûlûllah (s.‘e.w) baş nas bike û jiyana Resûlûllah (s.‘e.w) di jiyana xwe da tetbiq bike. Îro li dinyayê meriv dinêre meriv dibîne ku zulum hukim dike. Hinek însan di nav îsrafê de jiyana xwe didomînin.

Hinek jî ji birçîna dimrin. Li gelek ciha herb û şer didomin bilxasse li ‘alema Îslamê. Lê ev herb û şer ne ji bo heqqiyû adaletê ne. Û di van şer û pevçûna de bi piranî zarok û pîrek û extîyar têne kuştin. Serok û peşîvanên dewletan ji ber ku Resûlûllah (s.‘e.w) ji xwe re nekirne nimûne, şuğlê wan a di îdarekirina dewletê de ne bi heqqîyû ‘edelatêye. Hew meqsedeke wan seroka

tenê heye, ew jî ku hê bêtir li ser dewletê û îdarê bimînin. Ji ber vê meqsedê jî çiqas însan birçî bimînin yan jî bên kuştin, ne li ser bala wane. Ji ber vana teva îro belkî ji her demê bêtir însanîyet muhtacî rehmetê, hewceyê Mûhammed Mûstafa (s.‘e.w)ye. Piştî mewsîma mewlûdê, em gihiştne meha Remezanê ku ev jî meha ‘eff û meğfîretê û rehmetêye. Rehmet li pey rehmetê… Însan çiqas kêfxeş be jî hindike û hêjaye. Şevên remezanê bi terawîhan, rojên wê

jî bi rojî têne derbaskirin. Di meha remezanê de xêr û bereket û qencî zêde dibe. Însan feqîr û muhtacan di bîra xwe ve tîne. Bi fitre û zekatê feqîr kêfxweş dibin. Şeva leyletûl qedrê ku ji hezar mehê bixertire di hundurê vê mehê deye. Hem bi î’tîkafê sunneta Pêxemberê me (s.‘e.w) tê îhyakirin di meha remezanê de.

Em karin vêya jî bibêjin ku mewsîma mewlûda pîroz û meha remezanê, weke du bênderê xêrê ne li pey hev. Herî bextewar ew kes e ku ji van bênderan hê bêtir îstîfade bike. Xweda rehma xwe li mumina dike ku wan dighîne bêndera xêran. Îmkaneke nû dikeve destê însan ji bo tewbe bike, berê xwe ji nû ve bide Xudê û xêra xwe zêde bike. Xudayê Te‘ala ev her dû bênderê xêra dane mumina ji bo ku rehma Xuda li ser xwe kom bikin bi wesîla mewsîma mewlûda pîroz û meha remazanê, bighêne ‘eff û meğfîret û rehma Xudayê Te‘ala.

Meha remezanê li me û ‘alema Îslamê pîroz be. Xweda me bigerîne ji wan kesên ku ji van herdû bênderên xêra herî zêde îstîfade dikin. Heta nivîseke dî bimînin di xêr û xweşîyê de.

 

20 Bang

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Yehya Ezdarî

Ê Berê LI SER ŞÊWRÊ
Ê Li Pey BAJARÊ MÊRDÎN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.