Xeta dawiyê ya meşê, dibe ku wergere starta kaosê

Article

Meşa edaletê ya Kiliçdaroglû berdewam dike. Tevlî îro meşa Kiliçdaroglû ket roja pazdemîn. Ji bo lîderê partiya muxalefeta sereke, ev meş kariyerek siyasî ye. Derbarê meşê de mumkûne ku meriv gelek tiştan bibêje. Encax meriv dikare bêje ku di hemû dema lîdertiya Kiliçdaroglû de cara ewile ku wiha reng bi tesîr muxalefetê dike.
Kiliçdaroglû bi wê panqarta li ser “edalet” nivîsandî û destê wî de gelo ma qey di vê mijarê de samîmî ye? An jî Kiliçdaroglû ji kî re edaletê dixwaze?
Ne hewceye ku meriv di warî ne samîmîbûna edaletê ya Kiliçdaroglû de wisa zêde berfireh bi axive û ji vê yekê mînakan bide. Lewra kesên hema hebikekî ji dîroka nêz ya vî welatî xeberdar be jî wê ji vê yekê xeberdar be, wê muheqeq bihîstibe.
Kiliçdaroglû bi rûniştina xwe ya li ser meqamê CHPê bes bi vê mînakê tenê jî dide nîşan ku di mijara edaletê de ne samîmî ye. Ger bê edalîtiyên ku li vî welatî pêk hatine li ser partiyên siyasî were parê kirin, wê tu partî di vê mijarê de avê li destê (krêj û gemar) CHPê neke.
Lewra CHP, li vî welatî bi zilm û bêedaletiyê hatiye naskirin. Heta îro di warê edaletê de di zîniyeta CHPê de tu guhertin çênebûye û me nedîtiye. Em nedîtiye ku Kiliçdaroglû jî mîrasa CHPê ya ku li vî welatî bes tenê zilm û neheqî hiştiye red kiriye an jî rexne kiriye.
Heta îro bi darbekaran re rabûye û rûniştî ye, bes terefdariya darbekaran kiriye û di her fersendê de li sefê wan û bangewazi ji bo darbe pêk were kiriye. Îro jî serokê vê partiyê Kiliçdaroglû bi vê meşa xwe ji bo wekîl û parlementerekî ku navê wî tevlî pêvajoya darbeya FETO jî bûye rê dimeşe û meşê lidar dixe.
Ew fotografê ku ji bo îlana vê meşê amade kiribûn û li paş rismê Kiliçdaroglû efser û sûbayên ku saf girtibûn dabûn dibe ku tê maneya artêş û ordiyê dîsa dawetî wezîdeyê dike. Wexta ku CHP meşa “edalet”ê jî tertîp dike dîsa mesaj dide artêş û ordiyê.
Ji meşa Kiliçdaroglû tê guman kirin û şikek mezin tê kirin ku li pey  planekî kaosê ya ku wek “helwa Geziyê” ye. Sebebê mafdar hene ku meriv berbi vê guman û şikê de dibe. Berî her tiştî Kiliçdaroglû piştî hevdîtina xwe ya HDPê re kir û bi şûnde meşa ku jê re tê gotin “meşa edaletê” da dest pê kirin ev yek gelek watedar û manîdare. Piştre jî HDPê xwedîtî li wan kir û ji teref hinek cenahên HDPê ve hatin beralî kirin. Ev yek jî dide nîşan û zelel dike ku di pişt deriyê girtî de hevdîtina wan şirîkatiya wan ya vê meşê îşaret dike.
Li hêlekê şirîkatî û hevkariya CHP-HDPê, di heman demê de FETO tevlî kar bûn bi kabîlyeta xwe ya operasonî û ji hêla organîze kirinê de hosta, ev jî ne bes vêca grûbên marjînal yên hêla çep ku di bûyerên Geziyê de bûnin xwedî tecrûbe tevli vê meşê bûn. Dema ku tu evana tev bi hev re difikire, xuya dike ku taliya meşê dibe ku starta kaosê ya wek Geziyê be. Ev yek ji îhtîmalek zelal ne dûre.
Digel ev hemû îhtîmalên me li jor qal kir û di warê edaletê de digel demboriyek reş û gemar ya Kiliçdaroglû jî îro li vî welat û memleketî di warê edaletê de bersiv û talebek ciddî heye. Lewra li vî welatî pirsgirêkek mezin û girseyî ya edaletê heye. Bê edaletiyên ku berî niha li vî  welatî hatine kirin hatiye komkirin vêca bêedaletiyên ku îktîdara Ak Partî bûnin sebeb jî ne hindikin.
Heqîqet ev ku; CHP û Kiliçdaroglû bi îstîsmar kirina mijara edaletê, li vî welatê ku ewqas bêedaletî kombûne ser hev û her ku diçe pirsgirêka edaletê ya ku zêde dibe ji holê ranake. Hetta îktîdara AK Partiyê heke di warê edaletê de gavên ku hewce dike navêje, ev mijar bes tenê bi tevlîheviya welêt jî nayê ser te hew dît ku di hilbijartina ewil de Ak Partî ji îktîdarê jî kir.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Saîd Şahîn

Ê Berê Dengê Pîyê Emperyalîzmê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.