KANÎ ÎRO ÇIB ME HAT

Article

Xwedê em kirbûn bira
Ferq tunebû ji mera
Em yekbûn li herdera
Kanî îro çib me hat

Mohra me li qirnabû
Ji herkesîv xuyabû
Ser cîhan şu’le dabû
Kanî îro çib me hat

Em bi çand û huner bûn
Em bi ‘ilm û bawer bûn
Li cîhanê bi ser bûn
Kanî îro çib me hat

Me gel azad kirne
Ji ğefletê rakirne
Bi wekhevî par kirne
Kanî îro çib me hat

Em xwedî xêr û bêr bûn
Jêhatîyû bikêr bûn
Dîlawerê  pir mêr bûn
Kanî îro çib me hat

Me hêzê qewî saz kir
Pê ‘edalet ava kir
Zulim ji erdê rakir
Ma ne werêbû bira

Qur’an û sunnet destûr
Me bi wan dîtibû hizûr
Nêzîk dibûn riyê dûr
Kanî îro çib me hat

Ji dest çû durr û mercan
Em ketin behra ğeman
Dil bi axîn û eman
Kanî îro çib me hat

Bû zindan li me heyat
Nayê me sebr û tebat
Ji dest çû war û welat
Kanî îro çib me hat

Pir ‘egîd û qehreman
Canê xwe kirin qurban
Qey kes li dû wan neman
Kanî îro çib me hat

Şîyar be ey musluman
Nexape b-hîlê şeytan
Li benda teye cîhan
Kanî îro çib me hat

Navê me b-herfê zêrîn
Dîrokê dinivîsîn
Bi me xweş dibû ew jîn
Kanî îro çib me hat

Ji mezlûmar eman bûn
Ji zalimar dijwar bûn
Ji bira ra bira bûn
Kanî îro çib me hat

Ka secdew nimêja me
Ka teqwaw rojîya me
Ka ‘îd û şahîya me
Kanî îro çib me hat

Çima em nafikirin
Destê hevdû nagirin
Bi yeqîn û bawer in
Kanî îro çib me hat

Tifaqa me xerabû
Qûwweta me belabû
Ev çi derd û belabû
Kanî îro çib me hat

Bi îman û edalet
Bi ‘ilm û bi sena‘et
Ava kiribûn dewlet
Kanî îro çib me hat

Me deng dida dinyayê
Zalim diketin tayê
Me tewde da ber bayê
Kanî îro çib me hat

Lê em baş bikin bawer
Emê l-cîhan bibin ser
Weke berê li herder
Kanî îro çib me hat

Ger em bilindkin Qur’an
Wêj xwe re bikin rêzan
Ma ne bes e ev razan
Kanî îro çib me hat

Bira rabin hewar e
Zû derenge êvar e
Sekin nake tu kare
Kanî îro çib me hat

 

‘Ezîz tu xwe korneke
Dîroka xwe j-bîrneke
Ev rastin ne heneke
Kanî îro çib me hat

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ezîz Mezraqenterî

Ê Berê Werin Ji Me Re Bêjin
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.