Berxwedan û zafera ehlê îmanê ye 15ê temmûzê…

Article

Di dirêjahiya dîroka Tirkiyê de bûyerek mûhîm, xala werçerxê…
Di şevekê de 249 kes bi derb û guleyên îxanetê hatin kuştin…
 
Beriya 28ê Sibatê û Piştî wê, bi hezaran mensûbên camîaya Îslamî di nava çerxên sîstemê de dipelçîqîn, di ‘eciqîn û di pelixîn. Di îşkenceyên giran re dihatin derbas kirin, dihatin qetil kirin. wê heyamê Eskeriye, Emniyet û mehkeme hemû di bin hakimyeta FETO de bûn. Hemû zilm û neheqî bi dest FETO dihat kirin.
 
Û wexta ku tarîx û dîrokê 15ê Tirmeh û Temmûza 2016an roja înê nîşan dida, di saetên êvarî de diserî de Enqere û Stenbol li gelek bajaran tevger û hedîseyên eskerî yên neji rêzê qewimîn.
 
Bi destek û piştgiriya Emrîka, NATO û hinek welatên Ewrûpa û ‘ereban jî di nav de, şebekeya îfsadê FETO, bi tanq û top û teyaran, berê lûleyên divingan dan ehlê îmanê û bi ser milletê welêt de ajotin…
 
Wê şevê heta destê sibê muslimanên xwedî îman, bi tanq û teyarên ehlê zilmê re şer û ceng kirin, sîng li singê dan û bi ronkaya serê sibehê re dinya bû şahid ku sîng û dilên bi îmanê dagirtî digel teyar, firok û tanq û topan serê kufr û zilmê bera berda, miradê neyarê dînê Xwedê di qirikê de hişt.
 
Ewên ku hezdikin, kêf dikirin, miradê wan di qirika wan de man…
Xweda yê zulcelal û xwedî îkram û Qehhar, îzzet û şeref kire para ehlê îmanê, me musliamana…
 
Di operasyon û lêpirsînên ku li dijî FETO hatin dest pê kirin de nêzî 50 hezar kesên ku di nava saziyên dewletê de bicîh bûbûn hatin girtin. Bi sedhezaran kes ji kar hatin avêtin…
 
Di serê salên 90î û pê de ew zext û zor, qumpas û şantajên ku li dijî camîayên Îslamî dihatin kirin bes bêşek tilî û pêçiya FETO jî di nav de heye.
Piştî ku rûyê rast yê FETO ya şebeka îfsadê derketiye rastê, divê hesabên zilm û neheqiyên berê kirine jî, jê were pirsîn û mexdûriyetên ku ew bûnin sebeb jî ji holê were rakirin. Bi hezaran însan, ji bo zilm û neheqiyên ku berê lê hatiye kirin were dabî kirin û ji holê were rakirin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Mûhemmed Çelîk

Ê Berê Fetha Diyarbekîrê Azadiya Gelê Kurd e
Ê Li Pey LI SER EXLAQÊ TÎCARETÊ HESBIHAL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.