Şehîdketina Şêx ‘Ebdurre‘Hîmê Pîranî û Hevalên Wî

Article

Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed de xwe berdin Deşta Perîşanê û Şêx ‘Ebdurre‘hîmê Pîranî û rêhevalên wî bi bîr bînin.

Her wekî ku hûn jî di zanin Şêx ‘Ebdurre‘hîm birayê Şêx Se’îd e. Navê bavê wî Şêx Mehmûd Feyzî ye. Kalê wî Şêx ‘Elî Septî xelîfê Mewlana Xalidê Şehrezorî ye. Her wekî ku tê zanîn li dorhêla Palo, Bîngol, Erzerom, Pîran û gelek deverên dî terîqa Nexşebendî, şaxa Xalidî bi wesîla Şêx ‘Elî septî û ewladên wî belav bûye.

Şêx ‘Ebdurre‘hîm teqrîben di sala 1897ê miladî de li Gundê Qolhîsara Erzeromê ji diya xwe welidiye. Piştî şerrê Ûris bavê Şêx ‘Ebdurrehîm tê li Pîranê bi cîh dibe. Piştî ku şerrê Ûris vedimre û aramî çê dibe bavê Şêx ‘Ebdurrehîm vedigere Qolhîsarê. Bes Şêx ‘Ebdurre‘hîm li Pîranê bi keça Zulfî Axa re di zewice û li wir dimîne.

Di şerrê Cîhana Yekemîn de welat tarûmar dibe. Malbata Şêx Seîd jî di şerê azadîyê de cîhê xwe yê taybet digrin û bi neyarên Îsalmê re şer dikin. Di encama şerrê azadiyê de dewleta Osmanî hildiweşe. Çi muslîm, xeyrî muslîm gelek milletên cûrbecûr ji dewleta Osmanî vediqetin. Neyarên İslamê wek xelat wan milletan bi dewletên nû xelat dikin.  Lê Kurd û pêşîvanên wan  naxwazin ku ji dewleta Osmanî veqetin. Ji lew bi Tirka re hereket dikin û teklîfa Dewleteke serbixwe red dikin.

Piştî Peymana Lozanê li Anadolê dewleteke nû tê avakirin. Navê vê dewletê Komara Tirkiyê ye. Damezrînerê vê komarê li ser ked û kesba muslumanan dighên encamê. Bes piştî hasil dighê Musilê îdi rewş diguhere. Xîmê dewletê li ser xerbîbûn û nîjadperestîyê tê danîn. Gelek şîarên İslamê digel xîlafetê ji holê tên rakirin. Medrese tên girtin. Bi navê xerbperestî û modernîzmê bingeha jiyaneke xeyrî îslamî tê danîn. Ji lew şêx û meşayix û pêşîvanên gelê Kurd dijberîya vê rewşê dikin.

Dijberîya gelê Kurd a li dij rejma nû wek sazîya Azadî mêweya xwe dide. Hereketa azadî di bin seroktîya Xalit Begê Cibirî de dest bi tevgerê dike. Bes ajanên wek Bînbaşı Qasim bi îspîyonên xwe bala damezrînerên Komara Tirkiyê kişandin ser wan. Xalid Begê Cibîrî  ji teref hêzên Cumhurîyetê ve hat girtin û li Bilîsê hat îdamkirin. Hêzên dewletê xwestin ku Şêx Seîd jî bi dek û dolaba bigrin. Bes Şêx Seîd neket kemîna wan.  Di encamê de Şêx Se‘îd û hevalên xwe biryara serhildaneke İslamî dan. Ji  bo ku şert û mercê serhildanê bi kemilin û serhildan bi serkeftî bighê armanca xwe biryar ew e ku serildan di destpêka biharê de bê lidarxistin.

Şêx Se‘îd ji bo haziriya gel a ji bo qiyame ji Qolhîsarê hereket dike. Gund bi gund digere. Nameyên muxtelîf ji ‘alim, şêx, zana û serokeşîrên Kurd re dişîne û wan vedixwîne nav qiyamê.  Di vê rêwîtîye de Qonexek ji Qonaxa Şex Seîd jî Pîran e. Şêx Seîd tê li Pîranê dibe mêvanê Şêx Ebdurrehîm. Mît û ajanên dewletê jî di taqîba şêx de li pêy provaqasyona ne da ku serhildan bê wext dest pê bike û neghê armanca xwe.

Bi vê nîyeta xerab Serokziftîyê bi navê teymen Mistefaa digel çend ziftîyan[1] qaşo ji bo girtina çend kesên ku fîrarê ‘eskerîyê ne tên Pîranê. Dixwazin ku wan fîrara bigrin. Bes Şêx Seîd naxwaze ku wan teslîm bike lê naxwaze şer jî bike. Serokziftî teymen Mustefa ji xwe li pêy şere ne li pêy fîrara ye.

Mixabin Şêx ‘Ebdure‘hîm wek xortek 28 salî dekeve kemîna ziftîyan û tivinga xwe berî cendirma dide. Şêx Se‘îd ji naçarî dest bi qiyamê dike. Di encamê de qiiyam têk diçe, xayîn û ajan bi ser dikevin. Şêx Se‘îd û hevalên wî li Amedê tên îdamkirin. Piştî îdama Şêx Se‘îd li Kurdistanê jenosîdek dijwar tê bikaranîn û komkujînên bêhmepa pêk tên.

Piştî îdama Şêx Seîd û hevalên wî birayên Şêx Seîd Şêx ‘Ebdurre‘hîm û Şêx Tahir bi terzeke nû biryara berdewama serhildanê didin. Bi vê niyetê li Lice di gundê Xiraba de civînek çê dikin. Di vê civînê de wek Mehmet Sadiq û Hesen Hişyarê Sêrdî, Se’dûn Axayê Bafile, Emerê Faro, Serokeşîrên Mala ‘Elîyê Ûnis ‘Ebdurrehman û ‘Elî Axa, Şêx Fexrîyê Bokarkî, Şêx Ebdurrehmanê Garisî gelek pêşîvanên Kurda cîhê xwe yê taybet digrin. Piştî vê civînê bi terzê gêrîlla berxwedan didome. Şêx ‘Ebdurrehîm jî pêşîvantiya vê berxwedanê dike. Ev serhildan heta sala 1935ê miladî didome. Di navbera van sala de wek şerrê gundê Sêrîn, Çiyayê Masdar, Gundê Xeraba, Gundê Şekgom, Gundê Çilbira û… h.w.d gelek şer pêk tên lê Şêx ‘Ebdurre‘hîm di her carê de sax xelas dibe û şerrê xwe didomîne. Piştî her şerrî jî hêzên sîstema nû komkujîneke nû pêk tînin. Ji bo ku mebesta me ne dîroke û sînorê nivîsa me jî mehdûd e em nikarin bi berfirehî li ser van bûyeran bisekinin lê em dikarin bêjin ku gel hêdî hêdî ji taqetê dikeve û êdî nikare xwe li ber zordesta rabigre. Ji lew Şêx ‘Ebdurre‘hîm jî naçarî welatê xwe di terikîne û derbasî bin xetê dibe. Berya çûna Şêx‘Ebdurrehîm Kurdên penaber li Sûrî bi navê Cem’îyeta Xoybûn sazîyek damezrandibûn. Di vê sazîyê de digel Kurda gelek kesên Ermen jî cîh girtibûn. Ev sazî di bin çavdêrîya hêzên Firansiz de bû. Hêzên Firansiz  jî li Sûrî hêzên koledar û îş‘xalker bûn.

Piştî ku Şêx ‘Ebdurre‘hîm diçe Surî ewil bi Xoybûnê re têkildar dibe. Bes dibîne ku Xoybûn hem sazîyek sekuler e, hem zêde di bin tesîra Firansizan de ye hem jî kesên Ermen di vê sazîyê de xwedî roleke taybet in. Ji lew rîwayet ew e ku  Şêx ‘Ebdurrehîm dibê “da’wa ku bavê min li ser bû ne ev da’we ye” û biryara damezarndina sazîyeke nû dide. Di encamê de bi navê Partîya Îslamîya Kurdistan sazîyeke nû dadimezrîne û biryara vegera bi bal welat ve dide. Lewra li Surî bê tifaqa bi Firansiza re îmkana birêvebirina bizaveke azad tune bû. Dema ku Şêx ‘Ebdurrehîm biryara vegerîna welat dide 18 kes jî pê re vedigerin. Di nav wan kesên ku bi Şêx ‘Ebdurrehîm re vedigerin çend kesên ku navê wan tê zanîn ev in: Şêx Mîsbe‘hê Bokarkî, Cemîle Seyda, Xalidê Şerîf, ‘Ebdussemedê Licî, Xalidê Şerîfê Licî, Sulhedînê Seyidxanê Ûsivê Seydo, Yuzbaşi Huseyn, Yuzbaşi Zîyayê Dêrsîmî, Yuzbaşî ‘Elî Begê Mêrdînî,  Hesen Axayê Paloyî, ‘Hîlmî Begê Mûşî.

Şêx ‘Ebdurrehîm û hevalên xwe di sala 1937ê miladî de, di germa  meha Temmûzê de ji Sûrî derdikevin û derbasî ser xetê dibin. Heta ku dikevin Silîva tên nav deşta Perîşanê perîşan dibin.

Germa havînê ye, rêwîyên rêdûr westiya ne, genim dighê qama însan û hatiye çinînê. Şêx ‘Eburrehîm û hevalên xwe çekên xwe didin kêleka xwe û xwe di nava zevîyên genim de, li ber sarincekî vedişêrin û radizên da ku bêhna xwe vedin û bi şev riya xwe bidomînin. Rêwîyên rêdûr di xewê de ne lê şeytanê digel wan, muxbîrê munafiq Yuzbaşi Zîyayê Dersîmî ranazê. Yuzbaşi Zîyayê Dersîmî ji wan vediqete diçe cem muxtarê gundê perîşanê ê bi navê Ûsivê Re‘hîmê  û gilîyê hevalên xwe dike. Muxtarê Perîşanê, ‘Elîyê Şarê û ‘Emerê  Mi‘hê xeberê didin qereqola Bismil. Serokziftîyê Qereqola Bismil Salîh Zekî Beg dema ku gilîyê gundîya û îxbara Ziyayê Dêrsîmi piştrast dike xeberê dide Alayîya Mêrdîn û Amedê. Leşker bi Qamyona Benzînê tîne li dor zevîyên genim di reşîne, agir berî zevîya dide û paşê gulê lî Şêx ‘Ebdurrehîm û hevalên wî diqetîne. Şêx ‘Ebdurrehîm û hevalên xwe jî biryara şer didin bes tenê rutbelîya wek hedef di pejîrînin û heta ji destê wan tê berê tivinga xwe ji leşkerên bê rutbe dihêvişînin. Şerrê di nava zevîya genim de demeke dirêj didome. Şêx ‘Ebdurrehîm û hevalên xwe di ber xwe didin lê muwafiq nabin. Di encama şer de Şêx ‘Ebdurrehîm u hevalên xwe şehîd dikevin. Piştî ku şer vedimre pale diçin nav zevîya genim cenazê Şêx ‘Ebdurrehîm li ber kevirekî bi awayeke paldayî dibînin. Tivinga wî di destê wî de ye, pala xwe daye kevir û şehîd ketiye. Li ser cinazê Şêx ‘Ebdurrehîm yek mawîzer, yek si‘eta bêrîkê, yek Qur‘an û rêbaza Partîya Îslamîya Kurdîstan tê dîtin.[2] Tu tiştek dî bi wî re tune. Bi vê wesîlê em wî û birayê wî Şêx Se‘îd bi rehmet bi bîr tînin. Ruhê wan şad qebra wan ronî be.

Gelî xwendevanên hêja dengbêjên me li ser Şêx ‘Ebdurrehîm jî gelek qesîde û sitran hûnandine. Ev herdû sitran jî du sitranên ji wan in. De ka werin bi hev re guh bidin dengbêjên xwe bê ka vê buyera hezîn çawa di nuhurînin.

 

SITRANA YEKEMÎN

 

Wî axawo axawo axawo ….

Axawo axawo wey axawo…

Axawo ezê bi Deşta Perîşanê diketim

Bi dar û dirrî

‘Eskerê Mustefa Xazî Kemal giran e

Bi top û tivinga

Vê sibê bi cebilxana

Ji êvara xwedê de

Bi ser berxê Mala Seydo de di hêwirî

Kulê tu bi kul bî

Bikevî mala qumandar û yuzbaşîya

Derbekî li berxê Mala Seydo dane

Birîna tomatîkê ye

Sê tilî cîgera vî xortê ter û teze  birî

 

Axawo axawo wî axawo axawo axawo

Ji berê de camêrê mêrawo

Bav û kalê te ji berê de aqilmendê ‘eşîrawo

Kul û kedera ‘Emerê Mihê lawê Gulperîyê

Le Zozanê Qicixê di dilda mawo

Felekê waa…x û waaa….x

 

Wî axawo axawo axawo ….

Axawo axawo wey axawo…

Axawo ezê bi Deşta Perîşanê diketim

Li hember e

Li destê van ‘egîd û xweşmêra

Temam modolî ne

Sê tîr in bazin zer e

Sulhedîn bi sê denga dikir gazî digo

Şêx Mîsbeh, Cemîl bavê mino

Mêr bin çêbin çê bi xebitin

Eva gurra Resûla nîne

Çiyayê welatê serhedê nîne

Le Çemê Hebizbînîya nîne

Çi bikim

Hewara Çiyayê Seyida ji me dûr e

Deşta Perîşanê rast û dûz e

Birawo îro ne kevir e

Ne dar e ne devî ye

Ne newal e ne mesîl e

Mîrata modolîyê bi çar tiliya bidim ser e

 

Eva deşta rast û dûz e

Birawo îro ne kevire

Ne dar e ne devî ye

Ne newal e ne mesîle

Mîrata modolîyê

Bi çar tilya bidim ser e

Tu bala xwe bidê

Mifreza çetîn û nefil‘amê

Ji Diyarbekir

Ji êvara xwedê de

Bi qamyona bi ser me de dikşîne

‘Esekrê reş mekujin emirqûlî ne

Lêxin segbavê cendirma

Yuzbaşî û bînbaşîya bidin bere

 

Axawo axawo wî axawo axawo axawo

Ji berê de camêrê mêrawo

Bav û kalê te ji berê de aqilmendê ‘eşîrawo

Kul û kedera ‘Emerê Mihê lawê Gulperîyê

Le Zozanê Qicixê di dilda mawo

Felekê waa…x û waaa….x

 

Wî axawo axawo…. wey axawo

Axawo sube ye dîsa dilê min ji dila dilekî dîne

Yuzbaşiyê cendirma tereso xortekî del û dîne

Ji rêka Bismilê vê sibekê tê û dilezîne

Le Qerebaş begî ji mala dikişîne

Bi sê denga

Li Silêman û ‘Evdilqadir

Li Ûsiv û Îbarahîm dike qêrîn e

Fîrarê ji binê xetê hatin

Lawo ji min re bêje kî û kî ne

Îbrahîmo muxtaro te malik mîrato

Yuzbaşiyo mi di pozê bavê te…..

Fîrarê ji binê xetê hatin

Tu nasnakî kî û kî ne

Yek Cemîlê Kinik e

Yek Şêx Mîsbeh e

Yek Şêx Ebdurrehîm birayê Şêx Seîd e

Yek Şêx Nûreddîn kurê Şêx Şemseddîn e

Pirsa serekê fîrara dikî

Berxê Mala Seydo Sulhedînê delû dîne

Eger bawer nakî

Binya seleta şirîda

Li deşta Perîşanê di nava zeviya genim da

Cî bi cî tê de rûniştî ne

 

Axawo axawo wî axawo axawo axawo

Ji berê de camêrê mêrawo

Bav û kalê te ji berê de ‘aqilmendê ‘eşîrawo

Kul û kedera ‘Emerê Mihê lawê gulperîyê

Le Zozanê Qicixê di dilda mawo

Felekê waa…x û waaa….x

 

Wî axawo wî axawo…. wey axawo

Axawo sibe ye dîsa dilê min di xemê da

Min dî mifreza cendirma w nefîl‘amê

Kişyan ser berxê Mala Seydo

Ji êvar de pêda pêda

Heyfa min nayê li kuştina ter û caniya Sulhedîn

Heyfa min tê li wê heyfê

Derd û kul û meraqa Emerê bafile

Ma di erdê da

 

Wî axawo wî axawo…. wey axawo

Ji berê de camêrê mêrawo

Bav û kalê te ji berê de ‘aqilmendê ‘eşîrawo

Kul û kedera ‘Emerê Mihê lawê gulperîyê

Le Zozanê Qicixê di dilda mawo

Felekê waa…x û waaa….x

 

SITRANA DUYEMÎN

 

Bê heyla dayê heyla dayê …. heyla dayê

Ax heyla dayê heyla dayê

Bêkesîya şikefta kanîkê

Gelîyê ‘heftika

Deşta Başniqê

Qizilbaşê Bismilê

Bekçîyê walîyê

Wekaleta lawo vê Sînanîyê

Min dî kula Sulêmanê ‘Evdilqadir

Ax derdê tîma li Silîva

Kula ‘Emerê Mi‘hê li Xiya

Çima ji dilê min dernayê

 

Bê heyla dayê heyla dayê …. heyla dayê

Ax heyla dayê heyla dayê

Dilê min rebena Xwedê

Ji dilê me tên van kul û van birîn

Dilê min ‘Evdala Xwedê

Lawo ji dilê me tên kul û birîn

Min dî sêzde peya

Û çarde peya

Derketibûn ji malan û lawo ji a‘xaleran

Ji şêxan û ji beglera

Berxê bavê mino

Lawo hatibûn ji binê xetê

 

Min dî van xweşmêra

Li bejna xweya nazik û nazenîn

Danîbûn çek û sîle‘hê binê xetê

Heyla li min porkurê

Lawo reviyane ketine Turkiyayê

Dîsa bi serê xetê

Wayê wayê waaaa….x wayê

 

Wey axawo wey axawo…

Dilê min rebena Xwedê dîsa ji dila dilekî dîn e

Maqûlo gorî

Dilê min ‘evdala Xwedê ji dila dilekî dîn e

Belkî kula xwedê

Biketana derê mala Silêmanê ‘Evdilqadir

Çawa serê vê sibê lez dike di lezîne

Rêka Qereqola Bismila malikşewtî

Lawo digre dimeşîne

Zulm û îfadeyan

Li  ser van mehkûm û xweşmêrên binê xetê

Lawo di şidîne

 

Mi dî lawo

Ji êvara Xwedê de

Ewraqa li ser Qereqola Bismila malik wêran digerîne

Min dî bi şeveqa sibê re

Li ba yuzbaşîyê cendirma

Ji xwe ra mor û îmze lê dixîne

 

Suleymanê ‘Evdilqadir

Bi sê denga ba dikir digo:

Lo lo yuzbaşîyo

Te malik xirabo

Eger tu pirs û siwala mahkum û fîrarê binê xetê

Lawo ji min dikî

Hema tu lez bike bi lezîne

Du ‘heb mifraza bigre bi şîne

Li pê Ûsivê Re‘hîmê

Lawo ‘Elîyê Şarê bîne

Bi sonda qesemê

Ewê salixdanê van xweşmêra

Ji tera bêje

Bibêje van xweşmêra kî û kî ne

 

Gava Sulêmanê ‘Evdilqadir wer dike wer dibêje

Yuzbaşî lez dike di lezîne

Du heb mifrêza dişîne

Li pêy ‘Usivê Rehîm û ‘Elîyê Şarê tîne

 

Gava berê van xweşmêra

Dabû li qawîşa cendirma

Tevî ‘hebs û nezareta lawo di jêrîne

Min dî gava lingê van xweşmêra dikir qayişê tivinga

Mîratê qerebaşê bi ser wan re di leqîne

Ûsivê Rehîmê digo:

Lo lo yuzbaşîyo! Malikxerabo!

Eger tu pirsa û siwala

Wan makûm û fîrarê binya xetê ji min dikî

De tu were

Ezê ji te re bixwînim lawo kî û kî ne

 

Bi sonda qesemê

Serekê wan Şêx ‘Evdurre‘hîm e

Teyrê xwînê ye

Ji mala Şêx ‘Elîyê Palo

Ji berê de lawo malek besbellî ne

Ewê di pê ra dibêjin

Ji licê Cemîlê Seyda bavê ‘Evdilbarî ye

Rabûye ranebûye

Qesasê serê mêrê di Romî ye

Ewê di pê re

Dibêjin torinê Şêx Bokar Şêx Mîsbe‘h kurê Şêx Nûreddîn e

Peyayê dinê

Dibên Sulheddîn lawê Seyidxan e

Eslê xwe ji zozanê jorîn e

Rabûye ranebûye li ser pişta ‘heywana

Bi şîrê teyr û tirûda xwedî bûye

Ji êvar da tivinga wî di dest da ye

Hela hela wî ye

Ketiye rasta Perîşanê

Çavê wî tê da ye

‘Heyfa ap û kalê xwe îro bi destê xwe hilîne

Hesreta kuştina ‘Emerê Mihê Xiyalî

Di dil da dimîne

Berxê berkozê

Dibêjin Sulhedîn delû dîn e.

 

Gelî xwendevanên hêja! Her wiha rezenivîsa me a bi navê “Tew Dinyayê” beşa 19. bi dawî bû. Me di vê beşê de ji dengbêj Sebrî û dengbêj ‘Evdilbarî îstîfade kir. Dibe ku di deşîfrekirinê de xeletîyên me hebin. Lewra deng pir zelal nebûn. Ji lew em di serî lêborîna xwe dixwazin. ‘Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşîyê de. Em ji we re du’adar in ji duayê we hêvîdar in. Bi mînin di xêr û xweşîyê de. Fî emanîllah.

 



[1] Ziftî: Cendirme.

[2] Gelî xwedevanên hêja kesên ku dibên Şêx ‘Ebdurrehîm ji rêvebirina serhildana Dersîmê ji teref Xoybûnê ve hatiye şandin ji binî ve virra dikin. Tu delîleke wan tune. Eger Şêx ‘EBdurrehîm ji teref û Xoybûnê ve hatiba şandin wê rêbaza Xoybûnê li ser wî ba ne a Partîya Îslamîya Kurdistanê. Disa hinek kes dibên ku Şêx’Ebdurrehîm ji lidarxistina serhildaneke nû hatiye welat hinek kes jî dibên hatiye ku ji ‘efwa nû îstîfade bike û li welatê xwe bimîne. Di vî warî de tu agahîyek mey a bi belge nîne. Ji lew em dibên ku “rastîya herî rast her Xweda dizane.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Di Warê Danasîna Tesewufê De Fîlmekî Balkêş (Bab ‘Ezîz)
Ê Li Pey GULDESTEYÊN BIJAARE -2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.