Poşmanîya Ji Dil

Article

Ji bavê Seîd, Sa’d kûrê Malîk kûrê Sînan el-Xudrî (r) tê rîwayetkirin ku Resûlê Xweda (s) wiha kerem kiriye:

Zemanekî însanekî nod û neh kes kûştibûn hebû. Wî kesî, mirovê herî ‘alim ên li ser rûyê erde pirsî. Rahîbek nîşanî wî dan. Çû cem wî rahîbî û jê re got: “Min nod û neh kes kuştine, heger ez vegerim, wê toba min bê qebûlkirin?” Rahîb got: “Na! Toba te nayê qebûlkirin.” Wî mirovî rabû rahîb jî kuşt û tevê wî bû sed mirov. Û dûvre wî mirovî, dîsa ‘alimê heri mezin ê li ser rûyê erdê pirsî. Îcar ‘alimekî xurt jê re gotin. Çû cem wî ‘alimî û jê re got: “Min sed kes kuştine, heger ez vegerim wê toba min bê qebûlkirin?” ‘Alim got: “Elbet wê bê qebûlkirin. Ma kî dikare bikeve navbêna însan û tobê. Ji xwe re here filan cihî. Li wê derê însanê ji Ellah Te‘ala ra îbadetê dikin hene. Tu jî bi wan re îbadetê ji Ellah re bike. Û venegere welatê xwe, çimkî ew der cihekî ne baş e.”

Ew mirov rabû ket rê ji bo here wî memleketî, di nîva rê de ecelê wî hat. Melaîketên rehmê û melaîketên ‘ezab bi hev re minaqeşe kirin bê wê kî wî bibe. Melaîketên rehmê gotin: “Ev mirov bi tobeke ji dil bi bal Rebbê xwe ve zîvirîye, ketiye rê.” Melaîketên ‘ezab jî gotin: “Vî mirovî tu qencî nekirîye di ‘heyata xwe de.” Di vê kêlîyê de melekekî ku xwe xistibû şiklê insên hat cem wan. Melaîketan wî ji xwe re kirne ‘hakim. Melekê ‘hakim got: “Cihê jê hatiye û cihê wê herê bipîvin. Nêzîkî kîjan alî be, ev mirov ‘aydîyê wî alî ye.” Melayîket herdû alîyan jî dipîvin. Dibînin ku nezîkî cihê wê herê ye. Li ser vê yekê, melaîketên rehmê, radihêjin wî mirovî û dibin. (Muttefequn ‘eleyh)

Belê gelî xwendevanên heja! Ev hedîsa şerîf di ‘heqqê toba ji dil de ye. Di vê qisseta ku Pêxember ‘eleyhisselam ji me re qal kiriye de, gelek ders û şîret û ‘îbret hene.

A ‘ewil; Xwedayê me ku rehm û ‘efûkirina wî ewqas mezin e, li ma’nakê digere ku me bixe cenneta xwe. Ev ma’ne jî tobe ye ku divê mirov li gunehê xwe poşman be û ‘efwê ji Rebbê xweyê ku navekî wî jî Tewwab e bixwaze.

A dudiya; Gunehên me çikas mezin bin jî, muheqqeq rêya xelasîya ji wan heye. Lazim e ku em hêvîdar bin ji rehma Xwedayê xwe. Rehma wî ji her tiştî meztir e. "Muheqqeq Ellah (celle celalûhû) tevekê guneha ‘efû dike." (Zûmer: 53)

A sisiya; ‘Alimekî baş ji ‘abidekî bê‘ilm, bi xêrtir û qîmettir e. Di vê qissetê de ‘abidê bê‘ilm hem xwe û hem mirovê ku jê sual kir helâk kir. Lê belê ‘alim hêvî da wî gunehkarî. Çimkî zanibû ku kî bi semîmîyet poşman bibe û tobe bike, Xweda ‘efûkar e û toba qebul dike. Ji ber vê ‘ilm ji îbadetê efdeltir e.

A çara; Lazim e hevalên me însanê salih bin û hawêrdora me ya ku em tê de dijîn jî qenc be. Çimkî hevalên me û derdora me, dibin sebebê xêran jî û şerran jî. Pêxember ‘eleyhisselam kerem dike:

"Mirov li ser dînê hevalê xwe ye. Ji ber vê zanibin bê hûn bi kê re heval in." (Ebu Davud)

 

Însan muheqqeq di bin tesîra hevalê xwe de ye. Ku hevalên me baş bin, mirov jî baş e. Ku xerab bin mirov jî xera dikin. Xwedayê Te‘ala me bike ji tobekaran. Gunehê me yên aşîkar û dizî ‘efu bike. Emanetî Xweda bin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Abdurrahîm Omerî

Ê Berê NIMÊJA BI CEMA‘ET
Ê Li Pey Heyatê Bi Qur’anê Bixemilînin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.