Rêya Koçerîyê Xuya Bû

Article

Gundê me di çiyê de bû. Bihar li cem me geş bû. Her der şîn bû. Pez têr bû. Gol û ‘hewd tijjeh av bûn. Pez li ser van ‘hewdan av didan. Şivana jî ji ‘hewdikan av vedîxwar. Ji bo ‘heywan jê venexun û nelewitînin, ser ‘hewdikan bi keviran digirtin. Û helbet ji bo ku kuçik jî ne‘herimînin. Ji bo vexwarinê û ji bo destnimêjê... Ê ku ji xwe hez kiribaya, ava xwe di bîdonan de bi xwe re dibir. Şivantî karê pêxemberan bû, bênimêjî nedibû. Wexta şînkahîya biharê hişk dibû, şivantî jî zor dibû. Av di ‘hewdan de nedima. Ji bo avdanê pez dianîn malê. Gîha tev hişk û zer dibû. Derzîya zerikê bi şivanan re bû. Pezên nederzîkirî bi zerikê diket. Tiştê te fêhm kir; her şivanek nîv beytarek bû. Şivantiya bihara dawî nexweş bû. Germ bû, mîha serê xwe dixistin bin hev û nedîçêrîyan. Ça’vê şivana li hêvîya paleyiya nîsk û cehan bû.

Gotîne; “Gulan çû, bi êrîş; neçû, bê gidîş.” “Xwedo! Waye qeflê nîska rakirin û bîçer ketin nav ceha. Kêfa şivana li cih bû. Pez têr bû, zerik winda bû. Jibo avdanê dîsa diçûn gund. Ji bîra ku bi ava baranê dagirtibûn pez av didan. Pez wexta bîçera xwe dida ser hev. Him qelew dibû, him jî şîr zêde dikir. Bi piranî jî wexta pirêza genima, şîr zêde dibû. Ne a şivana tene, kêfa bêrîvan û malîya jî li cîh bû. Her rojekê bîdonek penêr derdiket. Pêşîyan gotîye; “Pez, dewleta bi lez û bez…”

Lêbelê derdê avê xelas nedibû. Av di bîra de nedima. Rêya koçerîyê xuya dibû. Ka îca ê ku cî bîdest xista. Her çend mala xwe didan hev û bi hev re li ciyekî koçerîyê digeriyan. Ciyekî bi pirêza pir û helbet bi av. De ka xwe ‘hazir kin, emê herin koçerîyê. Çend firağ, erzak û hinek livîn; hema ku îdare bibe. Ji malîyan çend kesên ku bi kêrî bêrî û ‘heyvanan bên û alinçvanîyê. Wê herin gundê ku bi zor û heft bela cih lê dîtibûn. Ji xwe şivanê şevînê bi pez re bû.  Gundên berrîyê ji ‘heywana re pir ri‘het bûn. Erd rast bûn, ne kaş û ne bikevir bûn; ‘heyvan nedibetilîn. Pirêze zêde bûn. Hema bêje pez di ser genim re disekinî. A zor avdan bû. Heger ku cihê koçerîya wan, ne li ber çemekî ba, îşê wan teşqele bû. Ava kanîyê dimiçiqî. Ji xwe wexta av bihata jî, gelek cara encex têra ava gund dikir. Ji bo avdana pez nedima. Ji xwe me jî nedixwest ku em gundiya ‘aciz bikin. Me berê xwe dida bîran.

Gundê ku em diçûnê, bîra ‘hêlê lê hebû. Bîra ‘hêlê pir kûr bû. Ava wê ji bin erdê derdiket û tê de dima. Av bi wan dewlên mezinî ku ji lastikên tekeran çêdikirin, dihate hincandin. Hineka teneke dikirin dewl. Lêbelê wexta av dikişandin, teneke li dîwarên bîrê diket û av dirijiya. Lo bavo! Ji dewla lastîkî jî di wexta valakirinê de av dirijiya. De tiştekî rihet tune bû loo! Kalo digot “Law! Di dunyayê de rihetî tuneye.”

Îcar şerît di meqarê re derbas dikirin û diavêtin dûv kerê. Zarokek li ser kerê siwar dibû û dikişand. Zîîîq û zîîîq û zîîq. Bi dûrbûna kerê dewl derdiket. “Êêêê, ê!” Wilo dihate gotin, wexta dewl digiha ber deve bîrê. Îcar zarokan ker dizîvirand. Di serî de carinan dereng diman. ‘Heta digotin “Êêêê” dewl di meqarê re derdiket, av tev dirijîya. Baş bû ku piştî demekê zarok jî ker jî qeysa xwe nas dikir. Îcar birayê ‘ezîz! Pez ew ava cemidî vedixwar û vedixwar ‘heta ku hal ne di me de dima ne di kerê de. Kêfa şivana dihat. Wexta pez av pir vexwara; dihate ma’na ku şivan xweşik çêrandîye.

Mala Xwedê ava îro jî avdan xelas bû; îcar dora dotinêye. Dunya germ bû û toza berrîye zêde bû. Hela tew ku ‘icacok radibû, te digot qey ew toza han tev diket nav laşê mirov. Wexta ‘icacok dihat, digotin “‘ude ‘ude ‘ude”. Jibona ku dûr here. Bêrîvana xwe bi ser şîr dadikir da kû toz nekeve nav şîr. Yana wê binê qursikê pennêr wek herîyê bana.

Piştî bêrîyê dihatin malê. Mal çi mal? Hema yanî quleke ku karibûn serê xwe têxnê. Ne perwane hebûn û ne tiştek. ‘Heta xwarin dixwarin, ji xwêdanê dibûn av û delav. Şivên digot “De ka hela çayekê ji me re çê bikin.” “Law! Va em peritîn, ma îcar çayê çiye? Em ji we re lezzoke cemidî çêkin. Zarokno! Bazdin ji cem cîrana serîk bûz bînin.” “Naa na tiştek cihê çayê nagire. Pêşî çayê çêkin; dûvre hûn lezzo çê dikin, çê nakin, hûn dizanin.”

Koçerî halekî zor bû, belê bi rastî ne wek koçeriya çile bi zehmet bû. Feqîrê zozanan di wê çileya sar û seqem de dihatin çiyayê me. Di konan û şikeftan de diman tevlî nêzîk hezar pezî. Ji xeynî zilm û zora ağa û gundiyan. Li gora koçeriya wan, a me seyran bû. De qey her kesekî Xwedê tiştekî bi wan şêrîn dike.

Birayê delal! Ne derd û ğem, di zehmetîyê de bû û ne hizûr di rihetîyê de bû. ‘Heta weke ku Ustad gotiye, belkî rihetî di zehmetîyê de bû. Ê ku ji Xwedayê xwe razî bû, ji ‘halê xwe jî razî bû. Tiştê tê fêhmkirin: Maldariya herî mezin qena’et bû. Yanî di dunyayê de “Têrxwarin tune bû, lê beskirin adet bû.” Hey gidî dunyayê! Me çi dît û çi nedît. De bi xatirê we. Bimînin di xwêr û xweşiyê de. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ehmed NAS

Ê Berê Em Herin Bêrîyê
Ê Li Pey Roja Mehserê Wek Roja Mehşerê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.