Qencî Ji Hin Kesa Re Dibe Xirabî

Article

Mesela Gundî û Gur

     Di bê rojek ji roja sê heb nêçîrvan ji xwe re derketin nêçîrê. Di nêçîrê de Gurek rakirin û dane ser piştê. Di kaş û kendala de, di teht û zinara de .. vî alî wî ali Gur bir û anîn. Welhasil Gur betilandin. Gur îdî hew mefera xwe dît, nêzî gundekî bû û berê xwe da gund. Dêna xwe dayê mêrek ji gund bi alî wî de tê. Xwe nêzî mêrik kir û jê re got:

     -Ey gundiyê hêja, hewar e! Tu bi xatirê Xwedêkî min xelaskî. Bi Xwedê sê nêçîrvan dane pey min,heke kû min bigrin wê min bigurînin,wê çermê min ji laşê min veqetînin. Wê tiştê nemayî bînin serê min. Ez ketim tor û bextê te tu min ji destê wan nêçîrvana xelaskî.  Navekî Xwedê jî Settar e. Hima tu jî min bisitirîne.

     Çiwalek li ser milê mêrikê gundî hebû. Mêrikê gundî devê çiwalê xwe vekir û ji gur re got:

    -Ka vêga xwe bêxe vî çiwalî, wê Xwedê derîkî veke.

     Gur xwe xist çiwal. Gundî jî devê çiwal girêda û tevlî Gur da ser milê xwe, kete rê.  Qederek bi rê de meşiya laqî wa hersê nêçîrvana bû. Nêçîrvana jê pirsî:

     -Tu çi kesî û bi ku de diçî? Gundî got:

     -Ez ji vî gundî me û ez ê herim nav parêz zebeş û petêxa bînim. Gelo li we xêre, hûn li van çol û beyara çidikin? Nêçîrvana got:

     -Em nêçîrvanin. Me gurek rakir û da pey, lê me ew winda kir. Em lê digerin. Gelo tiştek ber çavê te neket? Te qe hissa Gureki filan nekir?

     Gur jî, di çiwal de ketiye hewla rihê xwe, qe xwe tev nade û çitîn jê dernayê. Gundî got:

     -Nexêr! Çavê min bi ti Gur û mira neketiye. Nêçîrvanek pirsî:

     -Erê tu dibêjî ez ê herim nav parêz, lê çiwalê pişta te heta bi dev tijiye.  Wisa xuya dike ku tu dibinde westiyayî. Çi di çiwal de heye, qey barê te zaf giran e? Wekî ku dilebite jî!!

     Bi vê pirsa nêçîrvan tevzonek bi canê Gur ve diçe û saw dikeve rihê wî. Imrê wiyê borî wek xewnek di ber çavê wî de diçe û di dilê xwe de dibêje: “ Hey dinyayê! Ji kesî re nemayê. Demek ez fîtê gura bûm. Çol û beyar, deşt û newal, kaş û kendal, qul û qewêr, daristan û çiya û zozan… cihek ji ber min nedifilitî. Ez vêga di çiwalekî de me û rihê min bi mûkî ve girêdayiye. Xwedawo ti halê min dibînî.” Gundî ji nêçîrvan re got:

     -Di çiwalê min de, haşa hizûr dehşika kerê heye. Nîvê şevê za, şeveqê diya wî jibo bar birin nav parêz. Ez wî dibim cem diya wî, ji bo şîr vexwe. Nêçîrvana jê re got:

     -De hadê oxirbe ji te re.

    Piştî ku nêçîrvana pişta xwe dan mêrikê gundî, jê dûr bûn û di palê de qulibîn, gundî telîs danî erdê û Gur jê derxist. Gur ji kêfa xelasiyê sed dua ji gundî re kir û got:

     -Mala te hezar carî ava. Xweda ji te razîbe. Weleh, te min ji wan nêçîrvana xelaskir.  Heyra îdî ez ê herim, bi xatirê te!

     Gur da rê, çû.  Wek neh-deh gava meşiya û li pişt xwe zivirî.  Ji gundî re got:

     -Heey gundiyo! Ka deqekî bisekine! Gundî pirsî:

     -Te xêr e Gur? Gur got:

     -Heyra îro te qencîkî mezin bimin kir. Lê, tu ji kî dipirsî bipirse, qencî zû tê ji bîr kirin. Min jî qenciya te ji bîr kir. Ew reva ji ber nêçîrvana min pir birçî kir, ez ê te bixwim. Mêrikê gundî jê re got:

     - Ey Gurê xayin! Piştî ew qas qencî, tê çawa min bixwî? Ma xêr û xelata te ev e ji min re? Qencî ew qas jî zû tê ji bîr kirin? Gur jê re got:

     -Tu ji kî dipirsî bipirse, qencî zû tê ji bîr kirin. Gundî jî got:

     -Heyra em ê li vir rûnên, ji sê kesên ku bi alî me de hatin em ê ji wan bipirsin; ka qencî tê ji bîr kirin an na. Mîna gotina kî derkeve bila wek wî be.

     Gur û gundî xwe dane kêleka rê û rûniştin. Dêna xwe danê ku hêstirek pîr ji gund derket û bi alî wan de tê. Bi zor û hêdî hêdî dimeşe, hal tê de nemaye. Gur gazî hêstirê kir û jê re got:

     -Heyra, şertekî min û vî camêrî heye. Haal û mesela me ev e…  Heger nêçîrvana min zeft kiribûna wê eyarê min ji min bikirana. Xwedê min xelas kir, lê vî camêrî min xelaskir. Min qenciya wî zû ji bîr kir û ji birçiya min xwest ez wî bixwim. Ewî jî ber xwe da û qebûl nekir.  Me got em ê bipirsin, ka qencî zû tê ji bîr kirin, an na. Gelo, divê mijarê de tu çi dibêjî? Hêstirê got:

     -Herê welleh xebera te ye. Qencî zû tê ji bîr kirin. Wexta ku ez ciwan bûm û li ser xwe bûm, tevekî barê giran li pişta min bû. Min ji xwediyê xwe re cot dikir, barê êzinga tanî û diçû me aş. Xwediyê min pir qîmetê dida min. Îro ez pîr bûme, ji dest û lep ketime. Wek berê bi kêrî wan nayêm. Îdî xwarin jî nadin min. Xwediyê min ka ji jina xwe qehiriye çiye, îro bi dara filitî min; têra dilê xwe li min da. Ku qencî ne hatina ji bîr kirin wê xwediyê min bera min bida? Gur, ji ê gundî re got:

     -Yek a min bi ser a te ket, ji bîr nekî! Gundî got:

     -Erê temam, vî wek te got.

     Gundî û Gur dîsa li cihê xwe rûniştin. Hinek man, dêna xwe danê ku kûçikek ji gund derket. Gur çû pêşiyê û jê re got:

     -Ey kûçikê dinyadîtî! Ka bisekine, em ê pirsek ji te bikin.  Kûçik got:

     -Çiye Gur, tu çî dixwazî? Gur got:

     -Heyra, şertekî min û vî camêrî heye. Em dixwazin tu pirsgirêka me çareser bikî.

     Û gur, meselê ji serî heya binî ji kûçik re qal kir û got:

     -Ê de ka bêje ey kûçikê şareza! Qencî zû tê ji bîr kirin, an na? Kûçik bersiv da û got:

     -Ey mêrikê gundî! Weleh qencî zû tê ji bîr kirin. Gundî got:

     -Çewa? Kûçik got:

     -Haa ev mala ha tu dibînî? Ew mala xwediyê min e. Welleh ti cara min nehiştiye ku kes bi xirabî li mala wa binêre. Her tim li devê derê wan rûdiniştim. Gelek cara nan jî nedidan min. Lê rojek ji rojê Xwedê min terka mala wana nekir. Welehî ez ji wan re sadiq bûm.  Waye îro ka bê derdê wî çi bû nizanim, hima bi dara filitî min û min da bin piyê xwe. Gote min: “biqeşte here seyê heram!” Ka ku qencî zû nehata ji bîr kirin,piştî ew qas qenciyên min wê çewa bera min bida?

     Gur got:

     -Ey gundî! Çewa ye? Ji xwe şertê me sê kes bûn, vaye du heb wekî min gotin; ê sisêya wekî te bêje jî, a min bi ser te dikeve. Ka weleh ezê te bixwim. Gundi gote Gur:

     -Na weleh, hey me ev bazara ha kiriye em ê ji ê sisêya jî bipirsin.

     Gur û gundî dîsa qederek sekinin, dêna xwe danê ku Roviyek ji wir ve tê. Ê gundî ji Gur re got:

     -Heyra tu ne delal dibêjî.  Meselê ezê ji Rovî re bêjim. Gur got:

     -Baş e, îca dora te, tu bêje. Mêrikê gundi gazî Rovî kir. Rovî hat cem wan û pirsî:

     -Xêr e, hûn çi dixwazin? Mêrikê gundî, meselê ji serî heya binî tevî ji Rovî re qal kir û got:

     -Birakê Rovî! Tu dibînî em li hev asê bûne. Ka îca şerîeta me tu bibire. Piştî ew qas qencî heqê Gur heye ku min bixwe? Qencî tu carî tê ji bîr kirin? Rovî berê xwe da Gur û pirsî:

     -Ey Gur! Ev tiştê ku mêrikê gundî behs kir rast e? Gur got:

     -Belê, ji serî heya binî tev rast e.  Rovî got:

     -Ê weleh min tevî fam kir, temaaam. Lê min yek fam nekir. Gur çewa ketiye çiwal, min ew fam nekir? Heyra wele ji bo ku qeneeta min runê divê Gur dîsa xwe têxe çiwal. Heya ez bi çavê xwe nebînim bawer nakim ku Gur ketiye çiwal. Gur got:

     -Kekê Rovî! Ez jî û gundî jî em wek hev dibêjin tu çima bawer nakî? Rovî, ji gur re got:

     -Na heyra welleh ku ne li ber çavê min be çênabe. Divê tu bikevî çiwal û ez bi çavê xwe bibînim. Gur jê re got:

     -Temam heyra, bila weka te be. Mêrikê gundî devê çiwal vekir û gur kete çiwal. Rovî ji gundî re got:

     -Zû devê çiwal girêde hê ku gur ne filitiye! Gundî bi lez devê çiwal hişk girêda û ji rovî re got:

     -Wey Xwedê ji te razî be, mala te ava.  Ne ji te bûya wê vî Gurê bê bext min bixwara. Tu dibînî? Were, ew qas qencî pê bike û ew jî bêje “ezê te bixwim”.  Wey zalim, wey nankor! Ka bisekine ez ê çi bînim serê te.

     Gundî bi lat û kevira li Gur xist heya wî bê rih kir. Di dawî de kevirekî mezin hilanî ku li ser serê Gur bixe, li Rovî dinêre û di dilê xwe de dibêje: “bi xwedê postê vî Roviyî perekî baş dike… ” û ji nedîve kevir li serê Rovî dixe û wî jî li ber termê Gur dirêj dike. Rovî di nefesa paşî de tatikê xwe li gur dixe û dibêje:

     “Lawo Guro! Min fam kir ku xayîn û bê bext qenciyê zû ji bîr dikin û li hember qenciyê ku kêsa xwe bibînin wê xerabî bikin.  Xwezila berî ku kevir bihata mix û mejî, Xweda hinek hiş û aqil bida me jî! Lê çi heyf û çi siûd ez laqî bêbext û xayînê wek we hatim. ”

HÜSEYİN OLAM

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Hüseyin OLAM

Ê Berê SERPÊHATIYA XELÎLÊ SÎBERÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.