Di Derheqê İlimde Ji Hezretî ‘Elî Deh Şîret

Article

Sermayê ku biparvekirinê zêde dibe ‘ilm e. Çi tişt bê parvekirin kêm dibe lakin ‘ilm bi parvekirinê zêde dibe. Lewra ‘ilm sifetek ji sifetên Ellah e. Ji xwe her tiştên Îlahî bi feyz û bereket in, bêkêmasî û bêdûmahîne. Belê sermayê dunyewî, kêm û nuqsanin, bêbereketin. Çaxê bê parvekirin kêm dibin û diqedin. Tenê çaxê ji bona riza a Îlahî bê parvekirin, Xwedayê Banî bereketê dixe wî malî û ew bi bereketa Xwedê zêde dibe.

Deh kesan ji Îmam ‘Elî (k.l.w.) ev pirsa ha kirine:

“Ilm çêtire yan mal"

Îmam ji her yekê re cewabek cuda daye.

1- ‘Ilm, ne lazime tu bi bekçiya muhafeze bikî, belê malû mulk tu muhafeze neki wê telef bibe. Bona vê yekê ‘ilm ji mulk çêtir e.

2- ‘Ilm tu çiqas parve bikî kêm nabe, zêde dibe. Belê mal bi parvekirinê kêm dibe. Bona ve yekê ‘ilm ji mal çêtir e.

3- Kesek bi zorê nikare ‘ilm ji te bistîne. Belê mal û mulk dibe ku bi zorê ji te bê sitandin. Bona vê yekê ilm ji mal çêtire.

4- Dujminên kesê maldar pur in. Dibe ku warisên kesê maldar bixwazin ku kesê maldar bimre da ku mal ji wana re bimîne. Lê belê kes dujmintiya kesê xwedî ‘ilm nake. Bona vê yekê ‘ilm ji mal çêtir e.

5- Bi hîle û xapandinê kes nikare ‘ilm ji ‘alim bistîne. Lê belê bi hîle û xapandinê dibe ku maldar bê xapandin û malê wî tev telef bibe. Bona vê yekê ‘ilim ji mal çêtir e.

6- Ji ‘ilm re xizmet ne lazime. Lê belê ji mal re xizmet lazime. Bona vê yekê ‘ilm ji mal çêtir e.

7- ‘Ilm ne bar e li ser puşta alim. Xwedyê ilmê here kê derê ilmê wî pê re ye. Belê xwediyê mal nikare malê xwe digel xwe bibe her derê. Bona vê yekê ilm ji mal çêtir e.

8- Ji ilim re cih û mekan ne lazime. Lê belê jibonî mal cih û mekan lazim e. Bona vê yekê ilm ji mal çêtir e.

9- Talûka diziye ji ‘ilim re tune. Nabe ku ‘ilm bê dizîn. Lê belê talûka diza ji bonî mal her heye. Bona vê yekê ilm ji mal çêtir e.

10- kesek bexîltîyê ji xwediyê ilmê nake, belê ji bonî maldar bexîl û çavnebar pur in. Bona vê yekê ilm ji mal çêtire.

 

Bi vî awayî ji her kesekê re cewabek cuda daye. Tev jî rast û bi hikmetin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Abdulbaqî Botî

Ê Berê Çêroka Hostayên Keristanê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.