Bêriya Gundê Xwe Dikim

Article

Îro birayek hat cem min û behsa gundê xwe kir. Got: “Şevê din ez fikirîm, ez hinekî mehzûn bûm. Gundê me Xana Zembûr hat bîra min. Dunya însana, gundê wan bû. Haya me ji tu derê tune bû. Ne televîzyon, ne înternet û ne jî pevçûna dinyê li ba me hebû. Cotê me, pezê me û civata me ya bişev dunya mebû.  Dunya me biçûk bû, lê xeyalên me yên berfireh hebûn... Li gundê me bi salan kesek nediçû bajaran. Yan nexweşîyek heba yan jî bi sebebnên pir muhîm însanek diçû bajaran. Ê ku diçû jî diket heyra ku wê çi çekî li xwe bike. Lîbasê nû tune bûn. Ji ber vê jî çekê kê yê nû heba, diçûn cem wî cîranî û çekê wî yê nû jê dixwestin. Carna jî çekê li xwe dikirin ya pir mezin bû, yan jî pir biçûk. Lê kesê li xwe dikir, kêfxweş dibû û diçû bajêr. Li gundê me Apê Behrî hebû. Anha rehmet kirîye. Millet pir şelwar û çakêtê wî jê distendin. Ji ber vê jî malbata wî jê re digot: “Çakêt û şelwarê xwe ji nav gidîşê dernexe, biraqe hey di nav gidîşê de bin.” Yani digot hingî gundî tên çakêt û şelwarê te, ne hewceye tu lîbasê xwe bînî hundir…

                Li alîkî din ku bihar dihat millet diçû kerenga.  Wê şênkaya kulîlkên biharê însan geş dikir. Millet bi çola diket. Kesê ku cuherê xwe tije kereng bikira, kêfa wî tam li cî bû. Wê şevê kereng dixwar. Ji xêndî kerenga tolik û pincar berhev dikirin. Şîva du sê roja derdixistin. Weqta hêkê malê jî bi ser kereng û pincaran de direşandin û dipijandin, tê bêjî lezzeta wan kereng û pincaran çiqas zêde dikir. Heta bihar hebû her ji çend rojan carekê diçûn pincar û kerenga…

                Li gundê me apê me Mela Zubeyr hebû, Xwedê rehma xwe lê bike. Di gund de peyva wî guhdar dibû. Hem ‘ilmê wî hebû hem jî tesîra wî li ser gundîya hebû. Di warê meselên dînî de tiştek ji gundîya re bigota, ew tişt wek ferz dihat dîtin. Çimkî hem ‘ilmê wî zêde bû hem jî di gund de kesekî xwendevan tune bû. Ji ber vê yekê jî ku di meselekê de îxtîlaf çê biba, peyva wî senet bû. Kesekî nikaribû bigota ew tişt ne wereye. Û gundî giş jî bi vê tesîra apê me Mela Zubeyr, bi limêj bûn û bi dînê xwe ve girîdayî bûn. Carna jî ji gundên derûdor hinek melayên din ku bihatanan gund, gundîya digot “hela bê kîja mela xurte ji wan sûal dipirsîn. Di wî warî de jî apê me mela Zubeyr, bersiva gişa bi taybetî dida. Ew bersiv jî bi teybetî dibûn sebebê ku gundiya digot “kesek nikare bi melê me…”

                Carna jî ‘ettar dihat gund. Ev roj daweta zaroka bû. Şekir didan me. Ê mezin jî helaw dikirîn. Helawa Mêrdîn pir navdar bû. Li ser nên dikirin û dixwarin. Carna jî nanê firnê bi xwe re dianîn. Zaroka hingî ji wî nanê firnê hez dikir, bi nanê tenûrê re dixwarin. Ew roja ‘ettar bihata gund, temamê gundî hetta ku ‘ettar biça li dora wî bûn. Gellek meselên wan û ‘ettar jî hene…

                Carna jî me şivantî dikir. Kulavê me li ser milê me bû. Bi roja em nedihatin malê. Li ser la’da me gelek şev derbas dikirin. Lê carna ku baran dibarîya, ew kulavê me ji baranê şil dibû û pir giran dibû. Meriv nikaribû di bin wî da bimeşîya. Wexta ku xewa meriv dihate jî di nava wî kulavê şilbûyî de em bi xew ve diçûn…  Lê eger ew tuneba jî hizûra me li cî bû. Teqreqa dunyayê ne li ser bala mebû. Hezkirin hebû. Lihev pirsîn hebû. Derd û kul pir kêm bûn. Lê îro gelek rehetî çê bûye, lê qelb ne rihete. Ji ber vê qelbê nerehet ez bêrya gundê xwe dikim.  Di nav vê teknolojîya qirrij û lezûbeza bêsekin de ez bêrya sikûneta gundê xwe dikim... 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

‘Ebdûllah KAVAN

Ê Berê Herikandina xwînê ji birîna me ya bixwîn berdewam e
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.