Li we pîroz

Article

Îro xweşîw şahî ye,

Dilgermî yû sozî ye,

Roja Muhammedî ye,

Li we pîroz cejn û ‘îyd

 

Ey gelê musilmana,

Zêde bikin serdana,

Bin dermanê însana,

Li we pîroz cejn û ‘îyd

 

Îro biratî xweş e,

Wek hinara mêxweş e,

Biratî gula geş e,

Li we pîroz cejn û ‘îyd

   

Me soz da Xaliqê xwe,

Bo xizmeta dînê xwe,

Qet terk nakin soza xwe,

Li we pîroz cejn û ‘îyd

 

Resûl dibê musilman,

“’Îdê xweş kin b-tekbîran”

Bikin alan û îlan,

Li we pîroz cejn û ‘îyd

 

Muhsîn CANAN

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Muhsîn CANAN

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.