Di Warê Zimanê Kurdî De Hebûna Çend Mişkîleyan...

Article

Di Warê Zimanê Kurdî De Hebûna Çend Mişkîleyan Û Çareseriya Wan A Sereke

Rehm û silav û bereketa Xwedayê ku xaliqê temamê kaînatê  ye li ser wê tevan be. Belê gelê dost û birayên ezîz û bi qedr û qiymet! Dema ku qala zimanê Kurdî tê kirin mirov carnan pê dilşad dibe, carnan kêfxweş dibe û carnan jî exlebe bi derd û kul dibe û ji mişkîleyên di warê zimanê Kurdî de gilî û gazinan dike.

Dema ku em bi şikleke berfirehî li meseleya zimanê Kurdî û mişkîleyên di vî warî de binêrin em ê leqayî çend mişkîleyên sereke bên ku di çareseriya van de bi ya me ehemiyeta dewletbûnê pir girîng e. Em dikarin mişkîleyên sereke yên di warê zimanê kurdî de di bin van sernavan de birêz bikin:

                        1-Ji zimanê Kurdî û berhemên Kurdî re qedr û qiymet nedayîn

                        2-Di warê nivîsê de tunebûna zimaneke hevpar

                        3-Ji bo zarokên Kurdan zehmetiya fêrbûna zimanê Kurdî

            Em dikarin van mişkîleyan zêdetir bikin, lê xalên ku dê em ê li van zêde bikin jî ew ê bibin binbeşên van xalan. Ji ber vê yekê ji bo mijar çêtir bê fêmkirin bi ya me ev her 3 xal bes bin.

Belê gelê bira û dostên ‘ezîz! Her weke ku tê zanîn li Kurdistana Bakur ango li Kurdistana Tirkiyê ji dema ku  Komare Tirkiyê hat avakirin vir ve zimanê Kurdî û medreseyên ku ji bo zimanê Kurdî çavkanî û kahnî bûn hatin qedexekirin û gelek tehdayî û eziyet li welatiyên Kurd û kesên Kurdî xwîner û nivîser hatin kirin. Digel ku van qedexe û zextan, kêm bin jî him li nava welêt û him jî li derveyî welêt xebat hatin kirin da ku zimanê Kurdî nemire û hebûna xwe bidomîne. Piştî ku em gihaştin salên 2000an  ev qedexeya li ser zimanê Kurdî qismî be jî hat rakirin û dû re jî  di çend zanîngehan de beşên lîsans, master û doktorayê yên Kurdî hatin vekirin, lê dîsa zimanê Kurdî wek her dewrê nebû zimanê fermî û nebû zimanê perwerdehiyê ku ev yek jî di nava civaka Kurdan bû sedema bobelat û felaketên gelek mezin. Digel ku di van salên dawî de li pey hev weşanxaneyên cuda gelek kitêban çap bikin jî dîsa ji zimanê Kurdî û berhemên Kurdî re qedr û qiymet nayê dayîn, dev ji nivîsandin û fêrbûna zimanê Kurdî ya di nava zarok û malbatan de qerin, êdî kes tenezul nake bi Kurdî biaxive û ev yek wek eybekê tê dîtin. Digel ku di warê nivîsa bi Kurdî de xebat bên kirin jî ji ber ku zimaneke hevpar nehatiye nîşandan her kes hespê xwe li gor xwe dibezîne ku ev yek jî ji bo kesên ku dixwazin Kurdî hîn bibin dibe sedema tevlîhevî û aciziyê.

Gelo sedema sereke ya van mişkîle û probleman gelê Kurd e? Naxêr, qet’iyen ne xelkê Kurd e. Sedema sereke ya van meseleyên ku me li jor qala wan kir û yên ku me qet qala wan nekiriye bêdewletbûn û bêdesthilatdarbûn e. Hêj berî vê çend qernan kesên ku hema hema ji heman meseleyan gazin û gilî dikirin û çareseriya van mişkîleyan digotin hebûn ku yek ji wan jî Exmedê Xanî bû. Exmedê Xanî bi helbesta xwe ya ku di dîwana xwe de nivîsandiye jixwe berî vê çend sedsalan balan kişandiye li ser mişkîleyên di warê zimanê Kurdî de û çareseriyên wan jî diyar kiriye.

Mirov dikare gazin û giliyên xwe yên di warê zimanê Kurdî de bi vî awayî zêde bike, lê bi ya me tiştê girîng ne hebûna mişkîle û probleman e; berewajî meseleya girîng li ser çareseriyê avêtina gavan, axavtin û nîqaşkirin e. Dema em di çarçoveya van gazin û giliyan de çareseriya mişkîleyan bi gotineke din dermanê derdê xwe bigerin em ê tenê bi vebijerkekê re rû bi rû bimînin ku ew yek jî hebûna dewleteke Kurdî ye.

Belê gelê dost û birayan!

Ger dewleteke me wek her milletekî hebana ew ê ev derd û êş, mişkîle û problemên bi vî awayî ji ber xwe ve çareser bûbana.

Ger dewleteke me hebana ew ê zimanê Kurdî di dibistan û mekteban de wek zimanê fermî hatibana xwendin û ew ê pê ders hatibana dayîn.

Ger dewletek me jî hebana ew ê di nava civaka Kurdan de ji bo nivîs û axavtinê zimaneke hevpar çêbûbana.

Ger dewletek me hebana ew ê xelkê me van êş û elamên di warê zimanê Kurdî de  nekişandibana û ew ê berhemên me bê qedr û qiymet nemabana.

Gelî Mislimanên ezîz û hêja!

Ev xwesteka dewletbûna Kurdan  wek her milletî heq û mafê milletê Kurd a ku bi sed salan xizmetkarê dînê Îslamê ye jî. Gelê Kurd jî wek her netewe û milletî dikare bibe xwedî dewlet û dikare di mektebên xwe de bi zimanê xwe dersê bistîne û dersê bide. Ev ne mafeke ku evd didin evdan e, ev maf û heq ji teref Xweda ve hatiye dayîn.

Divê ev yek neyê jibîrkirin heta ku desthilatdar, hikimdar, birêveber bi gotineke din dewleteke me jî tunebe û heta ku em nebin xwedî desthilatdariyê ev mesele û mişkîleyên din ên di nava civaka Kurdî de çareser nabin.

Bimînin di nava xêr û xweşiyê de…

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Cîhan Selîmî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir