Rêwîtîyek Remezanê

Article

REMEZAN! Qasidê di nabêna Însan û Qur’anê de…

REMEZAN! Meha hevgihiştina rihê însan û civakê bi Qur’anê re…

REMEZAN! Meha Qur’anê, meha azadîya ji guneha…

Qur’an ewil çaxa dinya muşeref kir di remezanê de bibû mêvan; ev bankirina tarîxî wezîfe dizane remezan, hersal nû dike vê bankdana xweyî bi bal Qur’anêve…

Însan jibo ‘ehda xwe bi Qur’anêre nû bike disekine li hêvîya  remezanê…

Weke erdê terikî, lemma çimlisî, dara bê av, destê xwe vedike li asîmana dinere û hêvîya rehma Xweda dike…

Bi paqijkirina derv û hindirê xwe , bi sansurkirina lezet û şehwetê nefsa xwe li hêvîya Remezanê disekine û dike mêvan  remezanê…

     ÎNSAN HESRETÊ QUR’ANÊ, QUR’AN HESRETÊ ÎNSAN!...

Meha hevgihiştina vê hesretê ye Remezan.

REMEZAN! Meha muraqebê , muhasebê û muhakemê…

Însanê esrameyî ji Qur’anê bi dûr ketîye di payîza însanîyetê de dijini…Di gejgerîneke qeyrane nerihetî, nedilsozî û nedilşadîyêd diperpitin…

Zîvirandina însanî bi bal Qur’anêvi; hatina biharêyî ji de ye … Remezan meha muhibantiya  însanî bi Qur’anêr…

REMEZAN! zemanê teftîşê, rojê îmtîhanê, mekanê muhakemê, bêndera xêra, meha paleyê...

REMEZAN! Meha nerastî, neqencî û nexweşîyê jîyanê yî ku  bi Qur’anê tedawî dibe…

Ah va remezan di destê wê de Qur’an weke hersal bûye mêvan; li ser gelîyekî bilind gazî însanê bi dêhnayî bi bal leylanê de dibezin dike…

Da’weta îbadê mirîzîndî û mijmijok bi bal  ‘edalet û xweşîya Qur’anêve dike…

 Meha Qur’anê, jibo hersal Qur’anê di bîra me de bêne, Qur’anê têxe rojeva me  hersal dinya me ye  tarî bi nûr û ronahîya xwe ronî dike, li însanîyetê silav dike; û rehm û bereketê dibarîne û xatir dixwaze…

REMEZAN! Meha ku Xweda rehma xwe wek çipkê barana biharê bi ser ‘ebdê xwe de dibarîne…

REMEZAN! Meha vekirina derîyê cennetê, girtina derîyê cehennemê, zincîrkirina şeytana… Meha rehmetê,  meha bereketê, meha azadîyê, meha ‘egît û mêrxasê  bahadirê Bedîrê…

 

TE SAL XEMİLAND, JÎYAN NÛKİR, TE XÊR ANÎ , Tİ Bİ XÊR HAT EY MEHA QEDİRBİLİND! 

DESPÊKA TE REHMET, NAVENDA TE XÊR Û BEREKET, DAWÎYA TE AZADÎYA  Jİ ZİLLET…

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Cewherê ‘Eşqê Koz E
Ê Li Pey Komkujîya Helebçe Nayê Jibîrkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.